25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhna lîstokan tê!

Ji bo xurtkirina destê Rêber Apo di bazara politîk de, divê him tevger û him bi giştî gelê welatparêzê Kurdistanê, hîn xurtir, hîn pir şêwaz û hîn pir reng bixebite!

Pêvajoya çareseriyê bi germî despê kiribû, lê di van her du mehên dawî de hinek sistayî û xemsarî tê xuya kirin ji aliyê dewletê ve.

Bi avakirina Komisyona Meclisê re, hêviya pêşveketina pêvajoyê zêdetir bû, hinek gavên pozitif-kêrhatî jî hat avêtin, lê weke ku “eqlê jor” ji Nûman Kûrtûlmûş re got, “gavên xwe sist bike”!

Yek ji nîşana wî ya negatîf a nerînî, helwesta wî ya li dijî dayika ku bi zimanê kurdî axivî bû.

Her wiha gotina “Tirkiyeya bê teror” jî li ser zimanê xwe navêje, li serê gotin û binê gotinên xwe, vêya weke benîşt bicû vedibêje.

Li pey wî Receb Erdogan jî, dîsa dest bi qebedayitiyê kir û gotinên tal û tûj rêz kir; nizanim “heke şûr ji kalanê-qalikê xwe derkeve, carek din venagere kalanê xwe û êdî xêr, di qelem û kelamê de namîne” û hwd!

Devlet Bahçelî jî dibêjê, “bila Abdullah Ocalan carek din bang li YPGê bike ji bo ku çekên xwe deyne” û hwd!

Weke ku ji beşdarbûna CHPê ya komîsyonê jî ne razî bin, lewma êrîş û gefên ser vê partiyê dijwartir û xetertir dikin.

Bendewarî heye ku piştî êrîşa ser navenda Stenbolê, êrîşî ser navenda giştî ya CHPê jî bikin û bi tevayî qeyûmê bavêjin ser serok û teva rêveberan.

Ev jî nîşaneyek e ji bo ku xebata komisyonê were lawazkirin û ev tê wateya ku di encamê de pêvajoyê bidin rawestandin, mîna pêvajoya berê.

Çûn û hatina Îmraliyê, heyvekê dan rawestandin, li goreyî gotinên despêkê, wê rêya Îmralî bi tevahî bihata azadkirin, helbet tedbîrên ewlekariyê wê werin stendin, lê belê wê astengiyên li ber hevdîtinên bi Rêber Apo re, bi tevayî bihata rakirin û êdî wê kariba azad dansûtandin pêk anîba.

Li Bakur, Başûr û Rojava, bi tevayî diviya bû, di çarçova cewherê pêvajoyê de hewldanên kêrhatî û pozîtîf, bi hêsanî pêk hatibana.

Lê mixabin, her çend di despêkê de hinek gavên erênî hatibin avêtîn jî, di vê dema dawî de hema hema ev jî hatin rawestandin, berevajî, li pir cih û herêman hewldanên xerabkar pêk hatin.

Weke mînak li dijî niştecihên Şengalê, Mexmûrê, Eşrefiyê, Şexmexsûd û hwd. helwestên xerab pêk hatin.

DYA, hem dibêje “em ê hejmara neferên xwê yên leşkerî li Rojava kêm bikin” hem jî Konsolosa wan a Hewlêrê Green dibêje “em ê li Herêma Kurdistanê karê xwe yê bazirganî xurtir bikin”! Herkes zane ku parastina vî karî, hewcedarî bi hêza çekdarî ya xurt heye!

Li aliyê din jî dibêjin, “heke li vira amadekariyên leşkerî nebin (bi taybetî li ser hevkarî û têkiliyên xwe yên bi HSDê re vê gotinê bi kartînin), wê DAIŞ dîsa bi hêz bibe!

Colanî, neçû Parîsê û li wira beşdarî hevdîtinên li gel Mazlûm Ebdî nebû. Tê gotin ku dijberî vêya, hewldan heye ji bo ENKSê bikişîne Şamê û li gel wan rûnê. Ev jî tê wateya şantajekê ya li dijî HSDê û Rêveberiya Xweser.

Her wiha, piştî gerandina wî ya li hinek dewletên navdar ên Ereban mîna Siûdiyê, îca nuha wî dikişînin Washingtonê jî.

Macron, li pey vê bûyerê, Mesûd Berzanî vexwend Parîsê û Mesûd li vira hinek gotinên balkêş kir, got ”heke êrîş were ser Rojava, ji bo biçin hewara wan, ez ê fermanê bidim peşmergeyan û berê wan bidim Qamişloyê”!

Li vira, divê nakokiyên navbera siyaseta Fransa û hinek dewletên Ewropayê din a li gel siyaseta DYAyê jî neyê jibîrkirin.

Ji van mijarên balkêş, bêhna siyasetek genî û kirêt jê tê.

Ma gelo nabe, ew “eqlê jor” bixwaze li van dewletên mîna Iraq, Sûriyeyê û hwd, rejîmên wan jî, mîna Efxanistanê radestî cîhadîstan bike.

Heta li Tirkiyeyê jî, bi destê AKPê heman sîstema cîhadîst a fermî saz bikin, ku jixwe rejima heyî bi heman zihniyetê ev 22 sal in Tirkiyeyê bi rêve dibe.

Gûman heye ku lewma destên xwe ji desthilatiya Receb Erdogan nakişînin û dibe ku temenê rejima wî dirêj bikin û van rejîmên cîhadist hemûyan bi hev ve girêdin û Receb Erdogan jî bike koordinatorê wan!

Wisa diyar e DYAyê û hevalbendên xwe, bi karanîna van şêwazan û hinek şêwazên din ên cuda cuda; bi hevpeymanên Brahîmî, Israilê û dewletên Ereban weke eniyekê li hev kom bike, li aliyê din bi zihniyeta cîhadîstan Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê jî bikişîne rex vê eniyê, li pey wê jî heke karibe hêza kurdan jî bikişe ba xwe, êdî wê bi hêsanî karibe êrîşî Îranê bike û hilweşîne rejîma îmamên şîayê îdamîstên Îranê.

Belê wisa diyar e ji bo Tevgêra Azadiya Kurdistanê bikişîne xizmeta siyaseta xwe, gelek zahmetiyan dikişînin.

Sedemên sistkirina pêvajoyê jî, tehdîdên Receb Erdogan û nerawestina êrîşên ser gelê Kurdistanê û li ser her sê parçeyên Kurdistanê jî ev e! Da ku li hember Rêber Apo, destên xwe yê bazara siyasî xurtir bikin. Helbet gûmana serketina wan xeyal e!

Bila ev şîrove, weke dîtinek reşbînî neyê dîtin, belê ji bo amadekariyên xurtir, hewcedarî bi hişyariyan jî heye.

Bêgûman navenda bazara siyasî û pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye.

Lewma, ji bo xurtkirina destê Rêber Apo di bazara politîk de, divê him tevger û him bi giştî gelê welatparêzê Kurdistanê, hîn xurtir, hîn pir şêwaz û hîn pir reng bixebite!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê