11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bedewa tevahiya demsalan: BIHAR

 Belê zivistan bar kir û çû demsala biharê destpêkir. Wekî her demsalan bihar jî bi xweşikbûnên xwe taybetmendî û dewlemendiyên nû ji jiyanê re anî. Bi tevlî xwezaya dewlemend û xweşik, mirovahî jî bi biharê re dest bi pêvajoyeke nû ya rengîn dike.

 Cemre ket hewayê, cemre dikeve avê, wê cemre li axa pîroz raweste.

Helbet ev mizgîniya biharê ye.

Berfa em lê asê man, ew berfa newaze, bi me re gav davêje biharê

Vaye zivistan barkir û çû, êdî demsal bihar e.

Reng li me bû Newroz e, ew ji mehan Adar e.

Baran hûr hûr dibare, lê binêre Nîsan e.

Li nav xweza şahî û cejn, ewder bûye Gûlan e.

Demsalên giran barkirin çûn, vaye dîsa bihar e.

Çiya û zinar, dar û ber, çem û rûbar, newal û deşt… Xwezaya Welatê me her tim bi xweşî û geşî mirov pêşwazî dike. Her demsalek xweşiya wê cûda ye. Lê dema bihar tê, Kûrdistan dibe parçeyek ji bihûştê.

Çar demsal dibûhire li vê welatê. Her demsalek rengek nû bixwere tîne. Her demsalek xwezayê hembêz dike. Lê bihar keskesora demsalan e. Xweza bi rengê biharê dixemile û bi gûl û çîçekan, xwe ji nûve avadike. Ji ber wê xweza şikirdarê biharê ye.

Vaye gûl û kûlîlk şîn dibin, dar û ber pelên xwe vedikin. Zivistan jî çû, êdî demsal bihar e.

Bihar şahî û xweşiya xwe jî bi xwe re tîne. Raperîna xwezayê ye bihar. Her wiha ji bo mirovahiyê hêvî ye.

Banga Newrozê ye bihar… Raperîn e, serhildan e, ji nû ve afirandin û berxwedana gelan e. Bi Newrozan xweştir dibe bihar, hêviya serkeftinê dêxe dilê zarokên Mezopotamya. Bi Newrozê watedar dibe bihar.

Her çiqas wek xwe nûkirina xwezayê tê zanîn bihar, mirovahî jî xwe nû dike di ve demsale de. Kirasê tarîtiya zivistanê ji ser xwe davêje, dest bi jiyanek nû dike însan.

Bihar xwezayê rengîn dike

Kûrdistan bi xweşî û geşiya xwezaya xwe navdar e. Ev xwezaya bêhempa, dewlemendiyek jî bi xwere diafirîne. Ev dewlemendî bi biharê geş dibe. Wisa geş dibe ku dilê mirovan şanaz dike.

Ji bo seranserê cîhanê aram be, divê xweza parastî be. Her tiştê jiyanê ji xwezayê tê û jiyan bi dewlemendiya xwezayê watedar e. Xweza bandorek wisa erênî li ser mirovahiyê dike ku mirov bê xweza nikare jiyanek bi rêk û pêk bidomîne. Mêrg û zozan, gelî û çiya, deşt û newalên warê me, nîşaneya bedewiya axa Mezopotamya ye. Ev bedewî bi biharê ronî dibe.

Xweşî û bedewiya xwezayê ji mirovan re bûye cihê jiyanê. Çendîn li van erdnîgara jiyankirine, bi xwezayê re bûne dost. Çiyayên bilind wan parastiye di himbêza xwe de. Deşt û zozan bûne sitargeh. Kelat û nebat wek nîmeta herî bi nirx li wan vegeriyaye. Ji ber wê ev xweza ewkas dewlemendin. Ev xwaza, Kûrdistan bi her aliyê xwe kiriye wek bihuştek jiyanê.

Jiyan bi xweşiya welat bedew bûye. Vê bedewiyê bihar rengîn kiriye.

Xweza feyz dide însan. Vîna xwezayê heye. Jiyanê rengîn dike û bedew dike. Ji dîroka kevin heta niha mirovahî bi berhemên xwezayê jiyana xwe domandine. Xweza her tim xwestekên mirovan pêk anîye û wan kêfxweş kiriye. Lewma bi her parçeyê laşe xwe li biharê xwe girtiye însan. Ji ber ku bihar wê jiyanê bedewtir dike.

Dema guldexwînan e bihar

Dema biharê gul û çîçek, dar û ber, mêrg û zozan şîndibin li her derê. Lê li Kûrdistanê, bi taybet jî li ser çiyayên bilind guldexwîn rûyê xwe vedikin. Ev jî taybetiyek xwezaya Kûrdistanê ye. Çiyayên bilind mazovaniya guldexwînan dikin. Guldexwîn şahê gul û kulîlkan e.

Lê vaye wê bi sedan cûrre kulîlk şîn bibin li ser axa welêt. Wê li dora Guldexwînê bibin xelek. Bihar wê can bide gul û çîçekan, wê bibe keskesorek. Paşî li lat û zinaran û serê çiyan dar û ber wê ji xwe re jiyanek nû biafirînin.

Vaye dîsa berfa ku quntarên çiyaya bi rengê xwe yê spî xemilandibû hêdî hêdî dihele. Wekî ku em jiyan xatir ji xwe payîzê bixwaze qeşa dihelin, berfên ku bi mehan di jiyana me de cihekî xweşik girtibûn tevli avên çeman û heya payîzeke din dikevin rêwitiyeke dirêj. Ji şûna cihên berf û qeşayan jiyaneke nû destpêdike. Dem dema rengên biharê ne. Gul û kulîlkên ku hêdî hêdî ji axê serê xwe bilind dikin, ji deşt û zozanan, ji gelî û newalan heya quntarên çiyayan wek mêvanên nû jiyanê silav dikin. Berfîn, nêrgîz, sosin, beybûn û yên din… Tevî gul û kulîkên welat bi rengên xwe peyama vejîneke nû didin.

Bihar deng ji xwezayê bilind dike

Hatina biharê bandoreke ewqas mezin li xweza û jiyanê dike ku, ne mumkun e ku ew bihn û rengên biharê neyên hîskirin. Rengên ku ji xwezayê diafirin, bêhna ku ji xwezayê tê dide fêmkirin ku tiştekî cuda pêk hatiye. Ew guhertinên ku pêk tên jî carna tevî derd û kulên di mejiyan de dide jibîrkirin, carna jî hêviyên mezin dide afirandin.

Deng dide bihar, li xwezayê olan didi. Dengê xwezayê tê. Bi sedan curre deng… Bihar bi hatina xwe ve tenê rengên nû pêşkeşî me nake. Bi hatina biharê ve dengên ji hev du xweşiktir jî jiyanê silav dikin. Robarên ku ji ber sermeya zivistanê qeşa girtibûn, bi germahiya biharê ve hêdî hêdî derbasî pêvajoyên helandinê bûn. Dengên ku ji ava wan diherike jî wê mizginiya ku zindî li bendê bûn dide.

Dema dengê ava ku diherike bi dengê çûkan re dibin yek, wê demê hatina biharê bihtir xweşiktir dibe. Bi dehan cureyên çûkan ên ku bi reng û dengên xwe yên cur be cur baskên xwe ji biharê re ve dikin, herikîna demê tîne bîra mirov. Dem diherike û demsal diguherin. Demsal tev dibin bihar.

Dar û nebat li ser koka xwe şîn dibin

Dar û daristanên ku bi dengên çûkên biharê geş dibin, waye bi pelên ku vedikin dibijên “bihara me jî hat.” Bûtikên ku di şitlên darên fêkiyan de xwe heya van rojan parastin bi demsala biharê ve hêdî hêdî vediguhêzin kulîlkan. Û ev kûlîlkên rengîn dê piştî demekê wek tehmên xweş li ser dezgehên pêjgehan de cihên xwe bigre.

Bi hatina biharê ve xwediyên xewa dirêj jî hêdî hêdî çavên xwe vedikin. Zindewarên ku di demsala zivistanê de dikevin xewa giran, bi rojên biharê ve hêdî hêdî ji şikeft û hêlînên xwe çavên xwe vedikin û ew jî tevli vejîna biharê dibin.

Deşt û Zozanên ku rengê kesk wê dorpêç dike, êdî ji bo serdêrên xwe yên biçûk amade ne. Bi hezaran kar û berxên ku nû zayîne bi dengên xwe yên şîrîn ve xwe davêjin qadên çêreyê. Ew deng û dîtbariya wan bi mirov dide hîskirin ku bi rastî jî ya ku hatî bihar e.

Dema zevî û cotkariyê

Ne tenê ji bo zindiyên xwezayê, di heman demê de ji bo mirovahiyê jî bihar bi xwe re hêvî û jiyaneke nû diafirîne. Zevî û qadên cotê yên ku bi mehan di bin berfê de man, ji bo çandineke nû bi hatina biharê ve dibin hêvî û qadên kedeke mezin. Cotkarên ku alavên xwe didin destê xwe bi rojên biharê ve berê xwe didin xakê. Bexçeyên ku heya vê demsalê rawestiyan jî êdî ji bo çandina fêkî û zebzeyan amade ne. Keda ku bi mehên Adar û Nîsanê ve despêdike, ji bo debara salê dibe hêviyeke mezin. Bi hezaran kes piştî zivastana dijwar li benda van rojan dimînin ku wan destên xwe yên kedkar bavêjin xaka pîroz. Tovên ku di van mehan de bi axê re hev du hembêz dikin ji bo berdewamiya jiyanê dibin çarenûs. Û êdî dem dema hilberînê ye…

Baranên biharê

Ger mijar bihar be, bêyî baranên biharê ne mumkun e ku em vê demsalê vebêjin. Tevî van xweşikbûnên ku me behsa wan kir, bi dilopên baranên havînê re wek ji nû ve diafirin, dîmenên ji bihûştê pêşkeşî me dike. Baranên biharê dema bi tîrêjên rojê re dest bi reqsê dikin, keskesora ku derdikeve holê dibe xemla xwezayê. Tevî hêviyên ku bi biharê ve tên kirin, bi baranên Adar û Nîsanê ve mezintir dibin. Ji xwezayê heya jiyana mirovan her zindiyên jiyanê bi van baranan ve dikeve nav kelecaneke cuda.

Li demsala biharê gera welat

De ka werin em ji Efrîn û Dîlokê dest pê bikin û ber bi bi bihara welêt ve biherikin. Konaxek me Deşta Heranê ye. Em silavek bidin Serêkaniyê û ber bi jor ve hilkişin heta Semsûr û Meletî. Tasek ji ava Ferat û Dîcle vexwin û piştî bêhnvedanek berê xwe bidin Çewlik û Amed. Li bexçeyên Hewselê tahm bikin ji nebatên nû kulîlk dayî. Ji Mêrdin û Botan û Heqariya bila bilind bibe sewta biharê, li herêma Toran û Xerzan berhevbikin sosin û beybûnan. Ji Kobanê û Qamişlo ber bi Dihok, Musil, Hewlêr û Sileymaniye, heta Mahabad û Hewreman û Kafkasan, bila kiraseke nû li xwezayê bike bihar û Newroz. Di nava mijeke ne ji dil, ji geliyê Bedlîsê derbas bibin û berê xwe bidin Serhedê. Bibin şahidê xweşikbûna berfa serê çiyayên bilind. Ew berfa ku wê ber bi biharê ve biherike.