Bi hezaran salan e bedena jinan ne tenê wek pêkhateyeke biyolojîk di heman demê de wek qadeke civakî, çandî û polîtîk jî hatiye dîtin. Lê di vê dîtinê de mafê sereke ê ku teşe dide bedena jinan hişmendiya mêrperest e. Bi sedan salan e biryara ku dê jin çi çawa hîs bike, çawa tevbigere û çawa teşe bide bedena xwe ji aliyê mêran ve tê diyar kirin. Ev teşedayîn carna di bin navê olê de carna di bin navê arezûya mêran de yan jî hişmendiya serdast a demê de pêk tê û ji aliyê heman hişmendiyê ve tê meşrûkirin.
Hin mînakên vê hişmediyê ku li Çîn, Myanmar, Afrîka û gelemperiya cîhanê dertên pêşberî me vê rastiyê radixin ber çavan. Herçiqas ev pêkanîn li deverên cuda û bi rêbazên cuda li ser jinan pêk hatibin jî xala di van pêkanînan de ya hevpar; binpêkirina mafê biryargirtinê ya jinan e.
Xweşikbûn an îşkenceya sîstematîk
Ji sedsala 10emîn heta destpêka sedsala 20emîn li Çînê ji bo jin bibin xwedî statûyeke baş û zêdetir wek jin bên dîtin ji zarokatiyê ve li gor hişmendiya mêrperest teşe didan bedena xwe. Di sedsala 10emîn de, di hikûmraniya Xanedaniya Tang de bi pêşengitiya împarator Li Yu yê 2yemîn fikra piyên (ling) jinekê çiqas biçûk be (ku navê piyên lotûs lê tê kirin) ewqas xweşik û erotîk e belav dibe. Ev nêrîna ku di bin serweriya mêrperest de pêş dikeve jinan neçarê vê pêkanînê dike.
Bidestxistina piyên lotûs bi êşeke mezin pêk tê. Ji bo piyên jinekê vê teşeyê bigire hê di temenê biçûk de piyên wê bi qumaşê hevrêşimî tê girêdan. Bi demê re ji bilî tiliya (pêçiya) mezin hemû tiliyên piyê wê û peniya wê ji forma xwe dertên û êdî tu pêkanîna wan namînin. Ji ber ku pî forma xwe wenda dike li gor girêdana bi qumaşê hevrêşimî teşe digire. Di vê pêkanînê de êdî piyên jinan teşeya xwe ya şeklî wenda dike. Jinên ku bi vê şêwazê teşe didin piyên xwe herî kêm 2 salan nikarin bê êş bimeşin û di berdewamiya jiyana xwe de jî vê êşê dikişînin. Lê tevî êşa ku jin hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê derûnî ve dikşînin nayne dîtin û mehkemeyên girêdayî Xanedaniya Tang vê rêbazê bi qanûnekê dikin jiyana hemû jinan.
Kontrolkirina bi êş
Yek ji rêbaza ku jinan dike bin desthilatdariya mêran jî sinetkirina jinan e. Di vê pêkanînê de mêr kontrola têkiliya zayendî ji destê jinan digirin û dikin bin tehakûma xwe. Di vê rêbaza ku di bin navê ol an jî kevneşopiyê de pêk tê de mêr qaşo hewl didin ‘jina paqij’ ava bikin. Di vê pêkanînê de vajînaya jinan tê jêkirin an jî hin caran tê dirûtin û bedena jinan tê seqetkirin.
Sinetkirina jinan li Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn zêdetir bê dîtin jî penaberên ku diçin Ewropayê vê rêbazê bi xwe re dibin wir jî. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji her 20 zarokên keç yek bi xetereya pêkanîna sinetê re rû bi rû ye. Ev jî tê wateya ku nêzê 4,4 milyon zarok niha di bin xetereya seqetbûna genîtal de ne.
Mixabin her çiqas ji bo bi dawîkirina vê rêbazê çalakî werin lidarxistin û 6ê sibatê wek roja li dijî sinetê hatibe diyarkirin jî, ev xetereya li ser jinan hê jî didome.
Xweşikbûn e yan zincîr?
Jinên kabîleya Karen a ku li Myanmarê dijî, ji bo xweşikbûnê ji zarokatiya xwe ve xelekekê dikin stûyê xwe. Xelekên ku jin dikin stûyê xwe her sal tên zêdekirin. Bi demê re ji ber ku sermilên jinan tên aliyê xwar de wek ku stuyê wan dirêj bûye xuya dikin. Li gor vê kabîleyê stûyê kîjan jinê dirêjtir be ew xweşiktir e. Lê wek ku me got a dirêj dibe stû nîn e, tenê ji ber ku sermil ji têşeya xwe ya resen dertê stû dirêj xuya dike.
Jinên ku van xelekan dikin stûyê xwe hem di dema razanê de zehmetiyan dikşînin hem jî her ku diçe têkiliya ku bi bedena xwe re datînin kêm dibe. Ev jî rê li ber biyanîbûna ji bedenê vedike.
Teşedayîna bendena jinan
Ji destpêka dîroka serdestiya mêran heta niha wek ku me di mînakên jor de jî got bedena jinan tim hatiye jêkirin, qulkirin, şikandin, girêdan û dirêjkirin. Lê di tu pêkanînan de jî îradeya jinan an jî hîs û derûniya jinan nehatiye fikirîn. Her çiqas ev rêbazên ku me li jor got hin jê ji holê rabûbin an jî ji bo bidawîkirina wan xebat bên meşandin jî ev zexta ku bi rêya bedena me li ser me tê ferzkirin hê jî didome.
Erê îro piyên me yên lotûs tunene. Sinetkirina jinan li gelek cihan hatiye qedexekirin. Xelekên di stûyê jinan de bûne sembolên turizmê. Lê em her yek ji xwe pirs bikin gelo em ji aliyê bedenî û rûhî ve azad in? Bêguman dê bersiva me her yekê na be.
Îro jî dema em lê dinêrin bi fîltreyên medyaya dijîtal, emeliyetên estetîkê, normên şeklê bedenê bedena jinan dikin xizmeta arezûyên mêran. Ev tiştên ku hatin jimartin di hin aliyan de wek pêkanînên dilxwaz bên pênasekirin jî di esasê xwe de her yek jê encama hişmendiya serdest ango hişmendiya mêrperest e.
Judith Butler ji bo pênasekirina vê rewşê wiha dibêje: “Bedena me, berhema çîrokeke civakî ye.” Yanê tişta ku jinan pênase dike hebûna jinan nîn e, çavên serdestan ango nêrîna hişmendiya mêrperest e. Ji ber vê yekê ye ku Butler dibêje: “ Zayenda civakî tenê biyolojîk nîn e, avakirineke çandî ye. Bedena jinan jî di vê avakirinê de qûrbana herî berbiçav e.”
Sala malbatê
Dema em ji duh tên îro dibînin ku li gelek welatan desthilatdarî hewl didin bi fermanan anku bi qanûna dîsa li gor xwe têşe bidin beden û jiyana jinan. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di vê çerçoveyê de bi salan e bang li jinan dike ku herî kêm 3 zarokan bînin dinê. Dîsa îsal wek sala malbatê diyar kir. Tu ferqa bangên ku ji aliyê serokomarekî ve tên kirin û pêkanînên ku bi sedan salan li jinan hatine ferzkirin, tuneye. Ji ber ku hemû bangên ku tên kirin bi heman armancê tên kirin, yanê ji bo bindestkirina jinan tên kirin.
Dîsa hişmendiya ku jinan neçarê çarşefên reş û nav malan dikin jî xwedî heman bingehê ne.
Rêya çareseriyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vê pergala ku jinan tenê wek amûreke arezû û zêdebûna zuriyetê dibîne, red dike û wiha dibêje: “Vê pergalê zû de ye ku şansê xwe yê guherînê wenda kiriye. Ya pêwist şoreşa jinan a ku li hemû qadan pêk were ye. Çawa ku kolebûna jinan kolebûna herî kûr be, şoreşa jinan jî divê bibe şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê. Pêwistî bi guherînan heye. Şoreşa jinan divê 24 saetan li dijî hişmendiya tecawizkar têbikoşe.”
Rêberê Gelê Kurd bi nêrînên xwe li dijî hemû hişmeniyên ku me li jor anî ziman dertê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê wiha dibêje: “Hêza jiyanê ya bi jinan re divê ne wekî girêdayî têgihîştina xwedîkirina zarokan û têrkirina arezûya zayendî were dîtin, lê wekî girêdana herî kûr a dostaniyê, hevaltiyê û civakê, parvekirina wekhev û azad di hilberîna bedewî, wefadarî, aştî û esaletê de were dîtin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya çareseriyê bi salan e daye pêşiya jinan û jinan jî bi kedeke mezin di vê rêyê de destkeftiyên mezin bi dest xistine. Êdî jin dizanin ku bi şermên li wan hatine barkirin jiyan nameşe. Ji ber vê yekê ye ku jin bi bedena xwe re derûniya xwe jî nû dikin û jin bi dilrehetî pirsa ‘bedena min a kê ye?’ bi bersiva ‘bendena min tenê ya min e’ dibersivînin.