Tîtal Elî Adiman dema ku dikeve rojiya birçîbûnê ya demdirêj, fikra nivîsandinê digire. Piştî 68 rojên rojiya birçîbûnê, li vê fikra xwe vedigere, bîranînên xwe bi şêweya romanê digire dest.
‘Bazinê Pola’ pirtûka Tîtal Elî Adiman a yekemîn e ku ji nav weşanên Aramê der çûye. Dema ku dikeve rojiya birçîbûnê ya demdirêj, fikra nivîsandina vê berhema xwe digire dest. Piştî 68 rojên rojiya birçîbûnê ya domdar ku bi dawî dike, li vê fikra xwe vedigere, bîranînên xwe bi şêweya romanê digire dest û dest bi nivîsandina vê berhema xwe dike. Derbarê pêvajoya afirandina nivîskar a bi vê xebatê re ku di vê rewşê de dibe mînakeke giranbûha, bi dilsozî dibe xwediyê vê biryardariyê û pê re digihe armanca xwe. Bi vê fedakariyê re dilsoziya xwe ya ji bo xebateke kurdewar û hizreke kûr wiha aşkere dike. Di danasîna nivîskar a pirtûkê de, tê dîtin ku nivîskar hê di girtîgehê de ye û 30 salên wî qediyane.
Herçiqas li ser berga pirtûkê ‘Çîrok’ nivîsandibe jî, vir em rast bikin, ne çîrok e roman e. Roman bi zimanê yekemîn hatiye nivîsandin û honandin. Pirtûk navê xwe ji lehengê xwe Firat ku şervanê azadiyê ye, dema di serdana gundekî cîranê gundê xwe de bazinekî dide dayikekê ku bibe gundê wan û bide dayika wî digire.
Gerîlayek ku ji nava refên wan reviyaye, cihê depoya cebilxaneyê dizane û pêwîst e ew cebilxane ji wir bê rakirin. Bi serlehengê romanê Firat re Nûrheqê Dêrsimî û Tekînê Şirnexî rêheval in ku hersê tên peywirdarkirin û dikevin rê. Di dema peywirê de li pêşiya wan şerek derdikeve, Tekînê Şirnexî birîndar dibe. Birîndarê xwe xelas dikin, lê li pey vî şerî şerekî din li wan diqewime ku vê carê Nûrheqê Dêrsimî ji wan tê veqetandin. Lehengê romanê Firat û Tekînê Şirnexî ê ku birîndar e tenê dimînin.
Lehengê romanê ji bo ku peywira xwe pêk bîne, birîndarê xwe li cihekî bi cih dike û derdikeve rêya xwe. Dem zivistan e, berf, sar û serma lê rast tê. Pê re roviyek dibe rêhevalê wî û bi hev re di gelek qonaxan de derbas dibin. Bi gelek zor û zehmetiyan digihe cihê ku dixwest bigihê û peywira xwe pêk tîne. Di gelek qonaxan de rastê mirinê tê û jê difilite paşê, xwe digihîne Tekînê Şirnexî û berê xwe didin qadên xwe. Çawa digihin qadê, rovî ji wan vediqete û bi rêya xwe ve diçe. Li wir rastî Nûrheqê Dêrsimî jî tên, hev hembêz dikin û roman bi vî awayî bi dawî dibe.
‘Bazinê Pola’ ji romanekê wêdetir, di nav çanda kurdan a şoreşgerî de kûr dibe. Di wêjeya kurdî de dibe xwedî cihekî girîng, sembola şer û berxwedanê û herwiha veguherandina bûyerên takekesî di nava reflekseke civakî de çawa rû dide vedibêje. Dibe neynika nasnameya xwe ya çandî, pêvajoyên dîrokî û têkoşîna civakî ya şerê çekdarî ku nîşan bide. Di vê çarçoveyê de bi vê hunera xwe ya resen hêmanek e kûr û qadeke bêhempa dide wêjeya kurdî ya dewlemend. Tîtal Alî Adiman bi vê romana xwe dibe mînakek e xurt, dide pey kevneşopiya wêjeya şoreşê û ev yek derdikeve pêş.
Nivîskar di romana ‘Bazinê Pola’ de dema ku bi kûrahî behsa çîroka lehengê xwe Firat dike, xwendevan wê lê hay lê bibin ku Firat nivîskar bi xwe ye. Bîranînê xwe herwiha nivîsandiye, bi zimanê çîrokî honandiye, bi navê taybet beş bi beş bûyer ji hev cihê kiriye û mîna romanê vehonandiye. Di vê mîsyona ku daye xwe de, bi şerekî nediyar re rû bi rû dimîne; hem bi xwe re, hem bi civakê re û hem jî bi dijwariya xwezayê re şer dike. Rêhevaltî, fedekarî, wefadarî tim di rojeva wî de ye. Bi vê derûniyê pir kûr diçe, bi lêgerînê dipirse û bersivê bi pêkanîna peywira xwe dibîne.
Di romanê de ne tenê pîvana fizîkî ya şer, bandora giyanî ya şert û mercên xwezayê, bi hostatî hestên xwe jî tevlê dike û radigihîne. Di vê xalê de giraniyê dide ser hevsengiya berpirsyariya xwe ya kesayetî û têkoşîna xwe ya gelemperî. Carinan bi tenêtiya xwe re roviyê ku pê re bûye heval, bi xewn û xeyalan re sembolîze dike. Vê hevaltiyê dike hêmaneke piştgiriyê, îfadeya yekbûn û dilsoziya bi xwezayê re.
Dema ku em li dîroka wêjeya kurdî dinihêrin, em ê bibînin ku berhemên wek ‘Bazinê Pola’ di bîra civakê de xwedî cihekî girîng digire. Bi têkelkirina bandorên bûyerên bi vî rengî ku dibe malê dîrokê, bi mijarên rêhevaltî, fedekarî bi hêmaneke nû ji nû ve diafirînê re, bi zayînê empatiyeke kûr pêşkêşî xwendevanan dike. Bi taybetî jî pîvana şer a mirov ku pê rû bi rû dimîne derdixe pêş, nakokiyên hundirîn bi lêgerîneke kûr wiha dipirse, dibersivîne û xwîneran vedixwîne vê rêwîtiya kûr a hundirîn.
Di encamê de romana Tîtal Alî Adiman a bi navê ‘Bazinê Pola’ di wêjeya kurdî de ji berhemeke wêjeyî wêdetir xwedî cihekî girîng e. Bi şer, azadî, hevaltî û pêkanîna xewnên pêşerojê dihone, vê ji kûrahiya ruhê mirovan vedigerîne, xwendevanan vedixwîne fikreke kûr a rastiya ku mirov bi mirovan bide hîskirin. Di nava wêjeya kurdî de bi vî awayî cihê xwe digire, dewlemendî û kûrahiya wêjeya zimanê kurdî pê re radixe ber çavan, bûyerên di jiyanê de ku bûne malê gel, ji nîrê wendabûnê xelas dike û bi vê berhemê re digihînê ber destê me.