Hefteya borî şefê MÎT’a dewleta tirk Îbrahîm Kalin, di çarçoveya dijberiya kurdan de li Bexda û Hewlerê hevdîtin kir. Diyare ku dewleta tirk êdî ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd jî lez daye hewldanên xwe. Di hevdîtinên şefê MÎT’ê parametreyên stratejiya dewleta tirk a dijkurd aşkera dike.
Bi taybet piştî artêşa tirk a dagirker ji gerîlayên azadiyê derbên giran xwarin, rayedarên dewleta tirk li herêmê xebatên îstixbarî berfireh kirin. Di vê çarçoveyê de şefê MÎT’a tirk Îbrahîm Kalin li paytextê Iraqê Bexdayê û li başûrê Kurdistanê di serî de serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi hin aliyên cûda re rêze hevdîtin pêk anî. Di despêkê de divê em bi bîr bixin ku Îbrahîm Kalin ne kesekî ji rêzê ye. Di stratejiya dewleta tirk a dij kurd de ew xwedî cihekî gelek girîng e. Bi salan kesê herî nêzî Erdogan bû û di mijara şerê li dijî gelê kurd de şêwirmendê wî bû. Jixwe ji ber vê dijminatiya wî ya li dijî Tevgera Azadiyê û gelê kurd Erdogan piştî hilbijartinên 14’ê gulanê mîna wî xelat bike, kir Şefî MÎT’ê. Îbrahîm Kalin jî ji bo xwe li ber dilê şefê xwe xweştir bike bi hemû kîn û nefreta xwe li dijî gelê kurd ketiye nava hewildanên qirêj. Hevdîtinên li Bexda û Hewlerê pêk hatin jî ev dijminatî derket pêş.
Serokê Îstîxbarata MÎT’ê Îbrahîm Kalin pêşî li Bexdayê yên li gel Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd û hin rayedarên din hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de derket holê ku dewleta tirk bi hevkariya alîgirên xwe yên herîmî tifaqa xwe berfireh bike. Bi taybet dixwaze li dijî kurdan tifaqên nû li tifaqan zêde bike. Bi awayekê dixwaze Îranê û Iraqê bikişîne cem xwe. Li gel vê hewl dide ji nakokiyên di navbera aliyên şîa û suniyan sûd bigire. Li ser vê yekê gelek xebatan dimeşîne.
Şandeya MÎT’ê piştî ku ji Bexdayê tişta ku dixwst bi dest nexist berê xwe da Hewlerê. Hevdîtinên li vir pêk hatin ji gelek aliyan ve girîng in. Dewleta tirk jî baş dizane ku di nava PDK’ê erk û meqam hemû virt û vala ne. Ji ber vê yê beyî ku bi rayedarên hikûmeta herêmê re rûnê yekser li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî rûnişt. Ew jî dizane gotina dawî li cem kê ye. Li gorî agahiyên ku ji qadên tên dewleta tirk bi destê PDK’ê di nava planên qirêj de ye. Bi taybet li ser Kerkûkê û li dijî Tevgera Azadiyê hewl didin tifaq û hevkariya xwe xurtir bikin.
Bi taybet piştî hilbijartinên 18’ê kanûna 2023’an yên parêzgehên Iraqê dewleta tirk dît ku bi destê PDK’ê tenê nikare li Kerkûkê planên xwe têxe dewrê. Ji ber vê yekê ji bo partiyên cûda bikşîne cem xwe di nava hewldanan de ye. Her çendî hin partiyên turkmen û ereb li herêmê di eniya Tirkiye-PDK’ê cîh bigirin jî ev ji bo hesabê wan kêm dimîne. Bi taybet beriya hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê ku tê payîn heta hezîranê bên li darxistin, PDK hevkariya xwe berfireh dikin.
Ji niha ve gelek aliyên siyasî ji bo hilbijartinan ketine nava hesaban. Li gorî agahiyên herêmê li başûrê Kurdistanê 3 partiyên siyasî yên nû tên avakirin. Yek ji van partiyan ji aliyên Lahor Şêx Cengî tê avakirin. Tê gotin ku wê navenda vê partiyê jî Hewlêr be. Lahor Şêx Cengî biraziyê Celal Talabanî û di heman demê de hevserokê berê yê YNK’ê bû. Bi kurtasî Lahor Şêx Cengî li başûrê Kurdistanê fîgurekî xurt û xwedî nasname ye.
Partiya duyem jî ji aliyê Mele Bextiyar tê avakirin. Mele Bextiyar bi sala di nava YNK’ê de erkên pir girîng girt. Bi nêzîkbûna xwe ya Mam Celal dihat naskirin. Di heman demê de xezûrê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ye û di nava siyaseta Başûr de kesekî tê naskirin e. Der barê avakirina partiyê de Mele Bextiyar diyar kir ku partî wê bi nasnameya sosyal demokrat derkeve pêş.
Ya sêyem jî tê îdîakirin ku wê bi piştevaniya Îranê partiyek Hîzbûllah bê avakirin. Li ser van îdayan têkîliya Îran û Edhem Barzanî ji nû ve hat rojevê. Li ser van îdiayan Edhem Barzanî got ti eleqeya wî bi partiyê re nîne. Her çendî ev daxuyanî hatibe dayîn ku gotin dê Edhem Barzanî bi awayekî ne aktîf di nava partiyê de cîh bigire. Edhem Barzanî pismamê Mesûd Barzanî ye û ji ber nakokiyên di navbera wan de niha nikare têkeve Hewlerê. Ev jî nakokiya di navbera malbata Barzanî û PDK’ê kurtir dike.
Li başûrê Kurdistanê pêşveçûnên bi vî rengî tên jiyîn. Li gel van pêşketinan dewleta tirk ji bo li herêmê hevkarên wê lewaz nebin û stratejiya xwe ya dijkurd bêqusur bide meşandin lez daye xebatên xwe yê îstixbarî. Bi taybet ji bo li herêmê destê PDK’ê xurt bike jî xebatan dide meşandin. Ji ber ku baş dizane ku hebûna wê ya li herêmê bi saya van hevkar û xefiroşan e. Lewma ji niha ve li ser stratejiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û geşedanên li herêmê diqewimin hevkariya xwe xurt dikin.
Li gel ve dewleta tirk bi destê PDK’ê li ser Kerkûkê jî planên nû pêş dixe. Dewleta tirk ji bo rêveberiya Kerkûkê nekeve destê kurdan çi ji wê tê dike. Jixwe ji ber PDK’ê jî ji hilbijartinan de encama ku dixwest bi dest nexist hîn bêhtir nêzî siyaseta dewleta tirk dibe ku naxwaze rêveberî têkeve destê YNK’ê. Dewleta tirk ji bo turkmen û ereb li herêmê hîn zêdetir bibin xwedî hêz, di ser PDK’ê re hin planan pêş dixe. Li beramberî vê jî di serî de ji PDK’ê û hêzên din ên ku di çarçoveya hevkariyê de bi xwe ve dane girêdan dixwazin li dijî Tevgera Azadiyê sor bike. Piştî artêşa tirk darbên giran ji gerîlayên azadiyê xwar, hevkariya ku bi hin aliyên cûda re li Kurkûkê hatiye pêşxistin di şehîdxistina jina têkoşer Firyal Silêman Xalid de xwe da der. Lê wisa diyar e ku dewleta tirk bi vê jî ne qayile û dixwaze asta vê hevkariyê hîn mezintir bike.
Ji bo vê jî hilbijartina palamentoyê û avakirina partiyên nû jî weke kozekê bi kar tîne. PDK ku ji her demê zêdetir lewaz bûye jî êdî bi tamamî xwe teslîmî dewleta tirk kiriye. Divê bê zanîn ku êdî siyaseta ku PDK’ê dimeşîne siyaseta dewleta tirk e û bi tû awayî ne li gorî berjewendiyê gelê kurd e. Ji ber vê siyasta qirêj dewleta tirk a dagirker roj bi roj hebûna xwe ya li herêmê zêdetir dike. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê Başûr dagir dike. Li hemberî vê dagirkeriyê ger ji hêzên herêmî dengek ango helwestek xurt bê nîşandan jî wê ev ji bo dewleta tirk bibe sedema ku êrişên berfireh ên li ser hemû destkeftiyên gelê kurd ên li başûrê Kurdistanê. Lewma divê ev trafîka diplomasiyê ku bi destê şefê MÎT’ê tên pêşxistin ji rêzê neyê didîtin. Ev planeke stratejiya dagirkeriya herêmê ye.