26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bayindir: Têkoşîna gelê me dê bi ser keve

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Geverê de axivî û got: “Têkoşîna sedsalî ya gelê me dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi ser keve.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Gevera Colemêrgê, 1emîn Kongreya Asayî bi dirûşma “Em ê bi xwerêxistinkirinê civaka demokratîk û azad ava bikin” li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û wekîlên DEM Partiyê jî tev li bûn. Kongre, li eywaneke dawetan a li navçeyê hat lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Pankartên “Sosyalîzma bêyî jinan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin daliqandin. Her wiha eywan bi flamayên DBP’ê yên bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin.

Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dîwan hat hilbijartin. Hevsorerokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî hilbijartina dîwanê axivî. Bayindir, got ku bi sedan sala ye li dijî ziman, çand û jiyana gelê Kurd polîtîkayên pişaftinê di meriyetê de ne û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd li dijî vê polîtîkayê bi sedan sala ye têdikoşe. Ev têkoşîn gelek pêş ket. Êdî hunermend, wêjevan, pêşengên gelê Kurd qala azadiya Kurdistanê dikin. Ev yek, encama têkoşîna ji Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mele Mistefa Barzaniyan heta rêberê gelan Abdullah Ocalan e. Têkoşîna gelê me ya sedsalî, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê bi ser keve û bigihije azadiyê. Em heta dawiyê ji gelê xwe yê dilê wê ji bo azadiyê lê dide, ji hêza wê ya cewherî bawerin. Êdî hemû dinya behsa têkoşîna Kurdan dike. Her kes dibêje ku gelê Kurd êdî dê azad bijî.”

Bayindir, got ku li her çar parçeyên Kurdistanê êdî yekitî li Kurdan ferz e û wiha pê de çû: “Divê hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên li her çar parçeyan yekitiya xwe ava bikin. Ev ruhê yekitiyê di tevahiya gelê me de heye. Divê tekane derdê vî gelî, azadî û yekitî be. Divê ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşin û azadiyê diyarî dayikên me yên qehreman bikin. Divê êdî qewmê Kurd li Kurdistanê yekitiya xwe ava bike.”

Bayindir, bi lêv kir ku azadiya Kurdan bi yekitiya wan pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Dema azadiya gelê Kurd e. Aştî li me tevan bixêr be. Êdî piştî vê pêvajoyê em ê ne li eywanan lê di nava gel de bi beşdariya deh hezaran kongreyên xwe li dar bixin. Ew roj nêz in.”

Piştî axaftina Bayindir, rapora xebat û darayî ya rêxistinê hat xwendin.

Gulcan Ceylan û Reşît Guneç weke hevserokên navçeyê hatin hilbijartin.