12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayik: Em li dijî NATO’yê şer dikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet a Stêrk Tv’yê de axivî û der barê siyaseta ‘cezayê dîsîplînê’ ya ku dewleta tirk li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide meşandin, şerê li Zapê, piştgiriya DYE û NATO’yê û derbarê hevkariya PDK’ê nirxandin kir.

Polîtîkaya li ser ermen, suryan, asûrî û elewiyan meşandin îro li ser kurdan dimeşînin

Cemîl Bayik bal kişand ser cezayê dîsîplînê ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê birîn û destûr nadin parêzer biçin Îmraliyê û wiha got:  “Siyaseta li ser Rêber li ser esasê tolstendinê ye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê kurd, gelan û mirovayetiyê xizmeteke mezin kir û hê jî dike, tolê distînin. Polîtîkaya li ser Rêber Apo û li ser gelê kurd tê meşandin; berê jî li ser ermen, asûrî, suryan, elewî û êzidiyan hatiye meşandin. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye. Berê digotin keştî xerabe ye. Rewşa hewayê ne musaît e. Îro jî dibêjin me cezayê dîsîplînê dane, ji ber wê hevdîtin pêk nayê. Dixwazin bidin nîşandan ku ew li gorî xwe hiqûqê pêk tînin. Bêguman her kes vî tiştî fêm dike. Ev tişt êdî kirine polîtîkayeke mayînde. Yanî nabêjin me carekê cezayê dîsîplînê dane. Hê ew neqediyaye yeka din didin. Bi ser de 6 mehan dirêj dikin. Bi vî awayî dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo daîmî be. Dixwazin bi vî awayî têkiliya Rêber Apo ya bi mirov, gel û tevgerê re qut bikin. Dixwazin bêdeng bikin ku Rêber Apo bidin jibîrkirin. Gotibûn,  em ê wisa bikin ku Rêber Apo di salekê de were jibîrkirin, PKK were jibîrkirin. Vê polîtîkayê pêk tînin. Dixwazin bi hemû kesan bibin qebûlkirin.  Ev ne mumkun e. Tu kes vê yekê qebûl nake. Ji ber vê jî polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta tirk di şexsê Rêber Apo de dike, li dijî gelê kurd, mirov û mirovayetiyê ye. Ev siyaset dijminê kurdan e. Dijminê mirovayetiyê ye. A niha li qada navneteweyî ji bo Rêber Apo kampanyayek tê meşandin, dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin. Heke diyar dikin ew li ser navê cezayê dîsîplînê hiqûqê pêk tînin, sedemeke wê jî ev e.”

Dixwazin tecrîdê bi Ewropayê bidin qebûlkirin

Bayik anî ziman ku li gorî hiqûqa Ewropayê kesek 24 salan di zindanê de bimîne, li gorî qanûna ‘mafê hêviyê’ şertan baş dikin û berdidin û wiha axivî: “Rêber Apo 24 sal in di zindanê de ye. Tirkiye ji ber ku endamê Konseya Ewropayê ye, dizane ku ev rewş wê were rojevê. Ji bo ku neyê rojevê pêşiya wê dibirin. Ji ber vê sûcê dîsîplînê dike. Heke kesek sûcê dîsîplînê dike, rewşa wî dîsa nayê nirxandin, şertên wî nayên başkirin û bi ser nayê berdan. Dixwazin vî tiştî ji Ewropayê re jî bidin qebûlkirin. Ji ber vê cezayan didin.

Nikarin şerê Zap û Avaşînê qezenc bikin

Sedemeke din jî şerê li Avaşîn û Zapê ye. Hemû derfetên xwe xistine bin xizmeta vî şerî. Dixwazin vî şerî qezenc bikin. Lê nikarin qezenc bikin, derban dixwazin. Ji ber vê dixwazin bi vî awayî tola xwe ji Rêber Apo bistînin. Sedema siyaseta wan a niha ev e. Ji ber vê li hemberî vê siyasetê divê di warê siyasî, hiqûqî û qada navneteweyî de û di qada civakîd de têkoşîneke xurt were kirin. Ji her kesî ev tişt tê xwestin.”

16 sendîkayên Ewropayê li Ocalan xwedî derketin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser helwesta sendîkayên Ewropayê jî rawestiya û ev tişt got: “16 sendîkayên li Îngîltereyê bangek kirin. Name ji Tirkiyeyê re şandin. Ji bo qada navneteweyî daxuyanî dan. Xwedî li Rêber Apo û gelê kurd derketin. Xwestin dewleta tirk dev ji şerê xwe yê li hemberî Rêber Apo, gelê kurd, gerîla, dagirkeriya qirker, qedexekirina ziman û çanda kurd berdin. Xwestin bi kurdan re rûnên û doza kurdan çareser bikin. Sendîkayên Îtalyan meşek li dar xistin. Wan jî bang li dewleta tirk kir ku siyaseta xwe ya li hemberî Rêber Apo, gelê kurd û gerîlayan berdin. Karê ku ew dikin karekî gelekî pîroz e. Tevgera me û gelê me wê tu carî vî tiştî ji bîr neke. Divê xebatên xwe xurttir û geştir bikin. Heke vê xebata pîroz mezintir bikin, ew ê karibin encamên erênî bi dest bixin.”

Li zindanan darvekirin didome

Cemîl Bayik, bal kişand ser polîtîkayên dewleta  tirk a li ser gelê kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya qirkirinê di esasê xwe de li zindanan tê kirin. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst, qirker û dagirker ev kes xistine zindanê. Ev kes ji bo gelê kurd xebitîne, xizmet kirine, ji ber wê ew xistine zindanê. Ev kes di nav civakê de derketine pêş. Di nav gel de pêşengtî kirine, serokatî kirine, ked dane. Li ser van kesan siyaseta qirkirinê didin meşandin. Heke li zindanan encamekê bi dest bixînin wê li Kurdistanê bigihêjin hedefa xwe ya siyaseta qirkirinê. Heke li zindanan encamê nestînin wê li derve li ser gelê kurd jî encamekê ji vê polîtîkayê nestînin. Tirkiye hemû kesan dixapîne, dibêje min ‘Min darvekirin rakiriye’. Derew e, li zindanan darvekirinê didomînin. Ji gelek girtiyên şoreşger û demokrat ên ku teslîmî wan nebûne, siyaseta teslîmiyetê qebûl nekirine, tolê distînin. Wan qetil dikin. Her roj cenaze tên. Mirovên nexweş hene, destûrê nadin ku tedawî bibin. Dixwazin ew hemû mirov di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin. Gelek bang tê kirin, dibêjin wan mirovan berdin lê nayên berdan. Dema ku jiyana xwe ji dest didin jî dibêjin ‘Werin cenaze bibin’. Dikuje, dema ku cenaze dide jî wisa îzah dike, dibêje nizanim ji ber kîjan nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye, nizanim ketiye û jiyana xwe ji dest daye yan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye. Ev îzah yek jî ne rast in, ji ber ku her tişt li ber çavan e, bi êşkenceyê dikujin, wisa berdidin û teslîm dikin. Ev tolstendine. Polîtîkaya li ser Rêber Apo li hemû zindanan tê pêkanîn.”

Lazim bê berdan lê bernadin

Bayik, bal kişand ser girtiyên ku 30 sal in girtî ne û nayên berdan û wiha axivî: “Girtiyên 30 salan di zindaê de maye, divê were berdan lê bernadin. Pirsa ‘Tu derbarê Rêber Apo çi difikirî? û ‘Tu der barê PKK’ê çi difikirî?’ jê dipirsin.  Vî tiştî dikin hincet û bernadin. Bi ser de cezayên nû lê zêde dikin. Tu eleqeya vî tiştî bi hiqûq û edaletê tune. Ev biryarên siyasî ne. A niha li Amed, Wan û Îzmîrê hinek malbat di Nobeta Edaletê de ne, ez wan silav dikim. Lê divê bi wan malbatan bi sînor nemîne. Divê civak van kesan bi tenê nehêle, xwedî li wan derkeve. Ne ku bi tenê malbatê wan xwedî li wan dikeve. Divê malbatên hemû hevalên di zindanan de xwedî li girtiyên zindanan derkevin. Divê civak xwedî lê derkevin. Ev peywirek e, ferz e. Çawa ku ji bo misilmanan prensîbên bingehîn ên Îslamê hene, ferz e divê were kirin, xwedîlêderketina li zindanan jî ji bo gelê kurd, demokrat, sosyalîstan ferz e. Heke vê peywirê bi cih neynin, nikarin bibêjin em welatparêz in, demokrat in, sosyalîst in, li dijî faşîzmê ne û em demokrasî û azadiyê dixwazin.  Li zindanan xetek tê meşandin. Ew xeta 14’ê Tîrmehê ye. Ew xeta Mazlûm, Kemal, Hayrî, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtayan e. Ew xet, xeta şehîdan e. Xeta Rêber Apo ye.

Roja Tirkiye ket Cerablûsê Barzanî li Enqereyê bû

Hevserokê Konseya KCD’ê Bayik, bal kişand ser şerê li Zap û Avaşînê û wiha berdewam kir: “Şer di 14 an jî 17’ê Nîsanê de destpê nekir. Bi esasî vî şerî di 26’ê Tebaxa 2016’an de destpê kir. Roja ku Tirkiye kete Cerablûsê Biden û Mesûd Barzanî li Enqereyê bûn. Yanî DYE, Tirkiye û PDK’ê ew biryar dan. Ji ber vê yekê dewleta Tirk kete Cerablûsê. Eger li Bakur di polîtîkaya dijî gelê kurd de israr dikin, her wiha eger li Rojava; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kirin, eger heman dagirkerî li Cerablûs, Babê jî hate kirin, her wiha li başûr jî eger li ser Heftanîn û Xakurkê hewldaneke dagirkeriyê hate destpêkirin, ev siyaset wê demê, wê rojê hate destpêkirin û heta niha dewam kir. Ya li Zap û Avaşînê diqewime jî dewama vê ye. Lewma şerê li Zap û Avaşînê tê kirin, dibe ku Tirkiye li pêş çavan e, lê belê yê ku vî şerî dimeşîne Tirkiye nîne, NATO ye. Em li dijî NATO’yê şer dikin. Ne tenê îro şer dikin, ji roja ku PKK ava bûye û vir ve em li dijî NATO’yê şer dikin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye. NATO bi her awayî alî Tirkiyeyê dike. Eger alî nekiribûya, ji Tirkiyeyê nedihat ku heta niha vî şerî bimeşîne. Eger Tirkiye vî şerî dike, ji ber alîkariya NATO’yê ye. Biryar biryara NATO’yê ye, lê Tirkiye di pratîkê de bi cih tîne. PDK jî li gorî biryara NATO’yê bi Tirkiyeyê re tevdigere. Gelê me, her kes divê vê yekê baş zanibe.”

Şerê li Zapê şerekî mezin e

Bayik li ser şerê Zapê jî rawestiya û wiha got: “Şerê li Zap û Avaşînê şerekî mezin e. Dikarim bêjim ku Tirkiye heta niha li dijî me şer dikir, lê belê şerê ku niha li Zap û Avaşînê tê meşandin mîna yên berê nîne. Vî şerî ji bo xwe stratejîk dibînin. Hem ji bo dewleta tirk hem jî ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê stratejîk dibînin. Ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibînin. Ji ber vê yekê ewqasî teknîkê bi kar tînin, gelek hêzan dişînin. Yanî çiqas leşker bimirin, çiqas, çete bimirin ne xema wan e. Dibêjin ‘Tu yê encamê bigire’. Lewma balafir, balafirên keşfê, helîkopter, top, hawan, kîmyasal her tiştî bi kar tînin ji bo karibin encamê bigirin.”

Armanc ne tenê PKK ye

Armanc ji vî şerî tasfiyekirina PKK’ê ye. Dixwazin li ser PKK’ê, li ser kurdan vê armanca xwe pêk bînin. Lê armanca wan ne tenê ev e. Ji bo xwe sînorekî bi navê Mîsakî Mîllî destnîşan kir. Xwestin ku li nava vî sînorî careke din dewleta xwe, serweriya xwe bidomînin. Lê ev yek li Lozanê pêk nehat. Hin ji herêmên di Mîsakî Mîllî de diyar kiribûn ji dest dan. Dewleta tirk ev yek ti carî qebûl nekir. Vaye Erdogan-Bahçelî dibêjin ‘Divê em xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîllî’. Dane pey xeyaleke bi vî rengî. Ji bo vê pêk bînin dixwazin PKK’ê tasfiye bikin, dixwazin kurdan qir bikin.”

Çeteyan didin şerkirin

Cemîl Bayik bal kişand ser şerê li Zap Avaşîn û Metîna tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan-Bahçelî ne tenê artêşa tirk xistine nava liv û tevgerê. Çeteyan jî bi kar tînin. Çeteyên li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anîn, anîne û didin şer kirin. Cerdevanên li Tirkiyeyê jî anîne û didin şerkirin. Bi rêya van hemûyan, bi teknîkê û kîmyasalê dixwazin encamê bi dest bixin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li dijî van hemûyan bi lehengî têdikoşin. Dewleta tirk hesabê wê kir ku bi hêzeke mezin, bi bombardûmanê wê di demeke kurt de encamê bi dest bixe. Li gorî hesabê wan wê Zap bi dest xistibûna, armancên xwe yên Mîsakî Mîllî û Neo-Osmanî bimeşanda. Lê gerîla ew hesabê wan xera kir. Nehişt ku ev polîtîkayên wan bêne pêkanîn. Planên wan ji hev xist. Derbên mezin li wan xist. Vaye biryargeha navendî rojane, heftane, mehane bîlançoya şer eşkere dike. Ji bîlançoya şer jî tê fêhmkirin ku dewleta tirk derbên mezin dixwe. Dixwestin hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Lewma jî derfetên xwe hemû bi kar anîn. Lê derbên mezin xwarin. Niha li Zapê nikarin encamê bi dest bixin. Zap wê li wan bibe gor, desthilatdariya AKP-MHP wê têk biçe. Divê her kes vê bibîne, hesabê xwe jî li gorî vê bike. Pêwîste kes li dora çepera Erdogan-Bahçelî necive, ji wê polîtîkayê re nebe alîkar. Kî bi wê polîtîkayê tevbigere wê winda bike. Di nava Kurdan de PDK, li Tirkiyeyê jî CHP-Îyî Partî; kî bi vê desthilatdariyê re bimeşe, kî alîkariyê bide polîtîkaya wan wê winda bike. Di heman demê de wê bi rengekî mezin winda bikin. Dagirker jî baş bi vê zanin, lewma ji bo karibin polîtîkayên Mîsakî Mîllî, Osmaniya Nû bimeşînin, ji bo karibin qirkirinê temam bikin, PKK û Rêber Apo ji xwe re kirine hedef.

Di Zapê de kuştiyên dewleta tirk pir pir zêde ne. Biryargeha me ya navendî ragihand ku zêdeyî 500 leşker hatine kuştin. Ev rast e, birîndarên wan jî hene. Niha di nava sendromnê de ne. Li gel tank, top, balafir û helîkopteran dixwazin bi kîmyasalê encamê bi dest bixin, lê belê serketî nînin. Gerîla jî li dijî şerê dewleta tirk xwe bi pêş xist, ji ber ku dît ku ew jî guherî ye, xwe nû kirine. Gerîla jî xwe nû kir; bi rêbazeke nû şer dike.

Ne ji DYA, NATO û PDK’ê be Tirkiye nikare vî şerî bidomine

Eger dewlet Tirk ji DYE, NATO û PDK’ê alîkarî negirtibûya nikarîbû vî şerî dewam bikira. Eger ev şer bi israr tê meşandin, ev yek hem bi saya alîkariya wan e hem jî zanin ku eger encamê bi dest nexin wê li desthilatdariyê nemînin, di rewşeke berevajî de wê ji desthilatdariyê bikevin û di şerê qirkirinê yê dijî gel û gerîlayên kurd de têk biçin. Ji ber ku 26’ê Tebaxa 2016’an li Enqereyê piştî hevdîtina Erdogan, Biden û Mesûd Barzanî bi şerê li ser Cerablûsê biryara şer dan. Li ser vê yekê ji Heftanînê heta Xakurkê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê gav avêtin. Niha li pêş çavên her kesî her roj çekên kîmyewî tên bikaranîn, kes dengê xwe nake. Ji bo lêkolînkirina kîmyasala hatiye bikaranîn heyetekê xwest bê, lê Îngilistanê nehişt. Îngilistan çima nahêle ev heyet bê? Ji ber ku dema heyet hat û bikaranîna kîmyasalê tespît kir, ev ê ji bo wan bibe pirsgirêk. Lewma naxwazin rastî eşkere bibe. Çekên nû dide Tirkiyeyê (Îngilistan), ev yek di medyayê de jî hate nîşandan. Li pişt vî şerî DYE, Îngilistan, Elmanya û Îsraîl hene. PDK jî li gorî biryara wan bi Tirkiyeyê re tevdigere. Ji ber vê yekê şer li dijî NATO’yê tê kirin, ji ber ku NATO di nava vî şerî de ye.

Iraq lawaz e, her kes vê dibîne. Vê lawaziyê dibînin û li gorî xwe dixwazin hin encamê bi dest bixin. Gelek derdor zextê li Iraqê dike, her wiha hinek ji wan dest lê werdide. Dixwazin li Iraqê bi bandor bibin û siyaseta xwe li ser dewleta Iraqê ferz bikin. Ev yek dikare bê dîtin. Tirkiye, PDK û DYE baş bi vê zanin, dixwazin ji lawaziya Iraqê sûdê werbigirin û encamê bi dest bixin. Qada hewayî ya Iraqê niha di bin kontrola DYE’yê de ye. Eger nexwaze balafirên dewleta tirk nikare bên Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku DYE’yê qada hewayî lê vekiriye balafir û helîkopterên Tirkiyeyê dikarin keşfê bikin û bombe bikin. Ev nîşaneya çi ye? Nîşan dide ku li pişt vî şerî NATO û DYE heye.”

Bayik bal kişand ser kuştina Mihemed Zekî Çelebî û wiha got: “Bi rastî jî welatparêzekî hêja bû. MÎT’ê gef lê dixwar. Wî jî di medyayê de ev gef eşkere kir. Di nava nêzîkatiyeke rast de bû. Siyaseta dewleta tirk a li ser welatparêzan eşkere kir. Wî ew gef eşkere kir û bi vî rengî welatparêzên kurd hişyar kir ku nekevin xefik û lîstikên mêtingeran. Heman rojê li herêma Behdînanê xwestin hevalê Huseyîn şehîd bixin. Ew jî bi birîndarî ji êrişê rizgar bû.

Gelê Başûr divê zanibe ku metirsiyeke mezin li ser Başûr heye û delweta tirk bi alîkariya PDK’ê dixwest Başûr bi dest bixe. Bi vê têgihiştinê divê li ber rabe.”