Hilbijartina parlamentoyê ya serdema 6’emîn a Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 20’ê cotmehê de pêk bê. Xebaten hilbijartinê bi miting û civînan berdewam dikin. Hilbijardin di 2 salan de 4 caran hat paşvexistin. Diviyabû hilbijartin 2 sal berê pêk hatibûya. Partiyên herêmê bi rêya Dadgeha Federel a Iraqê li dijî vê rewşê doz vekir û encam girtin. Komîsyona navendî ewil Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê tasfiye kir. Komisyona hilbijartinê ya Iraqê hilbijartina herêmê wekî erk girt ser xwe û dest bi amadekariyên hilbijartinê kir. Komîsyonê piştre jî pergala hilbijartinê de 2 xal guhertin. A yekem kotaya kêmneteweyên li herêmê kêm kir. Beriya niha li gorî hejmara kêmaran kotayek pir zêde dabûn tirkmenan. Berê 11 parlamenter di encama kotayê de dihatin hilbijartin. Niha kota daxistin 5’an. Ev 11 kota li Hewlêrê dihatin hilbijartin. Ev 11 kota tev diketin para PDK’ê. Niha kota li 3 herêma dabeş kir. 2 kota Silêmaniyê, 2 kota da Hewlêr û 1 kota jî da Duhok. Di hilbijartinên berê de herêma hilbijartinê yek beş bû. Lê niha herêma Başûrê Kurdistan kir 4 beş. Herêma Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê û Helebce. Ev guhertin ne li gorî berjewendiyên PDK’ê ne. Dîsa berê pergala elektronîkî ya hilbijartinê nebû. Hilbijartin bi nivîskî dihatin kirin. Lê niha pergala elektronîk e.
Ji hilbijartina ku di 20’ê Cotmehê de pêk bê re 3 roj man. Partiyên ku têkevin hilbijartinê li bajar û navçeyan xebatên xwe berdewam dikin. Mîtîngan li dar dixin. Her namzet planên xwe dibêjin û sozên xwe didin.
Berê PDK’ê li ser navê miriyan deng bikar dianî
Parlamentera hikûmeta Iraqê ya berê, parêzer û siyasetmedar Rezan Shek Dler anî ziman ku rewşa hilbijartin vê carê li başûrê kurdistanê rewşêkî pir aloz e û wiha got: “Ji ber ku hizbên siyasî bi taybet du hizbên esasî di nava hikumet de dijberî hev in. Bi hevre pirsgirêkên wan ên mezin hene. Vê nêzîkatiyê rewşeke na aram çêkiriye. Ji ber ku çend cara hilbijartin paş de avêtin. Ji ber ku PDK razî nebû ku komîsyon hilbijartinê têkeve destê Bexdayê. Her wiha navê dubarê (hilbijêrên du caran deng bikar bînin) pir hebû. PDK’ê dixwest ku her tişt li gorî daxwaza wan be. Dixwest wekî carên berê hilbijartin çawa pêk hat, aniha jî wisa be. Lê ev nebû. Hin hin kes (hilbijêr) hene ku mirin e. Lê dîsa li ser navê wan deng hatine avêtin. Lê niha nikarin vê yekê bikin. Komîsyona Hilbijartinê ya Bexdayê vê varê vana qebûl nake. Niha biryarên cidî ser hilbijartin hatiye girtin. Em aniha dixebitin û li benda roja hilbijartinê de ne.”
Êdî her partî dikare bi ser bikeve
Siyasetmedar Rêzan Shek Dler bal kişand ser guhertinên di hilbijratinê de û wiha axivi: “Ev guhartinên ku di qanûna hilbijartinê de hat kirin, Herêma Federe ya Kurdistanê kir 4 parçe. Bi guhertinan re herêm kirin 4 parçe. Her hilbijêrên parçeyekî dê tenê karibin namzetê wî bajarî hilbijêrîn. Parçeyê Sîlêmanî, Hepelçe, Hewler û Kerkûk dê bi xwe namzetên xwe hilbijêrin. Esasî berê ser yek navenda kurdistanê bû. Lê aniha bûye 4 perçe. Berê ji bo katoya kêmaran 10 kursî hebûn. Berê PDK’ê ev 10 kursî ji bo xwe digirtin. Lê niha di 100 kursiyan kota daxistin 5 kursîyan. 95 kursî ji bo tevahiya partiyan e. 5 kursî jî ji bo kêmaran in. Ji wan 2 kursî ji bo parlamenterên turkman û mesîhî ji bo Suleymaniye ne. 2 kursî ji bo turkmanên Hewlêrê û kursiyek jî ji bo mesîhiyê Duhokê hatin cudakirin. Bi vî şêvazê niha wan hizba ji bo xwe dixebitin ku bikaribin dengên baş bi dest bixin. Vê carê her hartî ji bo xwe dixebitin. Di vê pergala nû de dê her bajar parlamenterê xwe hilbijêre. Êdî wek berê dê di nava perlemanê de bi carêkî 20-30 an jî 40 kursiyên partiyeke siyasî ji bajarêkî dernekeve. Niha partiyên siyasî zêde ne. Kursiyên hilbijartin wisa diyar bûye ku hemû partî dikarê deng bistîne û karibe encamê bigire. Bi ser bikeve.”
Siyasetmedar Rêzan Dlêr da zanîn ku bi taybeti partiyên siyasî ketine keft û levta (xirecira) hilbijartinê û wiha berdewam kir: “PDK wekî ewil jî ketiye şopa xelaskirina xwe û desthilatiya xwe berdewam bike. Her çend PDK ketibe hilbijartinê jî, partiyên din jî ketine nava pêşbirgê. Partiyên din li bendê ne ku parlamento vebe û bibe xwedî meclisê. Gelê başûr dê têkevin hilbijartinê û dixwazin hilbijartin pêk bê. Pêwistiya gelê başur bi hilbijartinê heye. Herî zêde jî kesên alîgêrên partiyên bi hêz bi kelecan in. Lê baweriya gel jî zêde bi vê hilbijartinê naye. Baweriya wan bi hilbijartin û partiyên siyasî nemaye. Ji niha de jî nêzî 12 partiyên siyasî diçin hilbijartinê. Ji van partiyan 2 partiyên sereke ne. Dema gel bixwaze li Başûr guhertinekê çêke, ji xeynî partiyên PDK, YNK û Goran, dikare dengê xwe bidin partiyên din jî. Di nava 12 partiyan de yên tifaqî ava kirine jî hene.”
Gel naxwaze herêm têkeve destê Hikûmeta Iraqê
Dler, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha şirove kir: “Vê carê çima hilbijartin li herêma Kurdistan girîng e. Em dizanin ku tevahiya Iraqê pirsgirêkên siyasî zêde ne. Şer heye. Li Lubnan, Xeza, Filistin şer heye. Ev şer her ku diçe nêzî Iraqê dibe. Di vê serdemê de nabe ku Herêma Kurdistan bê parlamenter û bê hikûmet bibîmen. Li vir eger parlomento û hêzek nebe, dê êdî herêm têkeve bin kontrola Hikûmeta Iraqê. Ev jî tiştekî zor e. Gel naxwaze herêma federe ya Kurdistanê biçûk bikeve û naxwazin têkeve kontrola bexdeyê. Li herêmê ji ber qeyrana aborî û siyasî li herêmê pirsgirêk zêde ne. Ji bo çareseriyê pêdivî bi hikûmetek xurt heye. Ez wisa bawer dikim ku PDK û YNK dengekî zêde bi dest nexin. Lê YNK dê ligorî rewşa berê dengê xwe zêde bike.”
PDK lawaz bibe dê dagirkeriya Tirkiyeyê jî lawaz bibe
Siyasetmedar Shek Dler herî dawî bal kişand ser rewşa PDK û YNK’ê û wiha bi dawî kir: “Gel bi rêjeyek zêde naçe ser sindoqan. Kesên biçin ser sindoqan alîgirên PDK û YNK’ê ne. Ji ber êdî heviya gel şikestiye û ne di baweriyê de ne ku dema biçin ser sindoqan karibin hikûmetê biguherinin. Beguman dema hikûmeta PDK’ê lawaz bibe, dê bandora Tirkiyeyê jî li ser axa me lawaz bibe. Bi lawazbuna PDK’ê dê hêzea Tirkiyeyê jî li başûr nemîne. Dê nikaribe mudaxaleyî başûr bike. Bi lawazbûna PDK’ê hem tirkiye û hem jî Îran bandor bibe. Di vê hilbijartinê de dê dengê PDK û YNK’ê kêm bibe. Lê îhtimala zêde ku hikûmet biguhere lawaz e.”