Bavê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, Tahir Demîrtaş wefat kir. Tahir Demîrtaş îro di danê sibehê de li Amedê jiyana xwe ji dest da û hêj nehatiye diyarkirin bê ka dê kengî were definkirin.
Tahir Demîrtaş, beriya hilbijartinên giştî yên gulanê krîza dil derbs kiribû. Dema tedawiya wî didomiya, Wezareta Dadê Selahattîn Demîrtaş anîbû Amedê û Demîrtaş serdana bavê xwe kiribû. Demîrtaş, piştî serdanê dîsa biribûn Girtîgeha Edîrneyê.