Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 812’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî beşdarî çalakiyê bû. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar ê leşkeran di 20’ê tebaxa 1994’an de li taxa Ambarê ya ya navçeya Bismila Amedê revandin xwendin.
‘Divê raboriya xweqebûl bikin’
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir ku sibê beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin.
‘Li pêş çavê min bavê min birin’
Paşê jî Îhsan Acar ê ku 30 sal berê bavê wî hat windakirin axivî û got: “Bila kes vê heqîqetê jinedîtî ve neyê. Divê rastî derkevin holê. Ez bang li wan kesên ku bûne şahidê wê hovîtiyê dikim; we windayên me birin ku? We li ku winda kir? Şeş zarokên bavê min hebûn. Bavê min li ber çavên min birin. Wê ev têkoşîna me nifş bi nifş bidome û bila gumana kesî ji vê nebe.”
‘Em ê têkoşînê bidomînin’
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar xwend. Akdenîz serpêhatiya windakirina Acar xwend û destnîşan kirin ku ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û dê heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Êlîh
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê çalakiya heftane berdewam kirin û di hefteya 648’emîn de jî li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li serê Cadeya Gulistanê li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Alî Gunduz ê di 22’yê tebaxa 1998’an de li gundê Helanê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ji malê derket û carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Gunduz xwend. Elçî got ku ji wê rojê ve agahî ji Alî Gunduz nehatiye dîtin û xwest hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Elçî diyar kir ku heta faîl bên dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Colemêrg
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Colemêrgê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 138’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Saît Akin ê di 25’ê îlona 1995’an de ji aliyê leşkerên li gundê Befircana Geverê derketibûn operasyonê ve hat kuştin, hat pirsîn.
Rêveberên DEM Partiyê, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan piştevaniya çalakiyê kirin. Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz metna daxuyaniyê xwend. Çapraz li faîlên Saît Akin pirsî û got ku ew ê dest ji lêgerîna windayan bernedin û heta ku aqûbeta windayan bê zanîn dê têkoşîna xwe bidomînin.
Îzmîr
Rêveberên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Çalakî li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê hat lidarxistin. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û serpêhatiya Mehmet Salîm Acar (31) ê di 20’ê tebaxa 1994’an de li navçeya Bismila Amedê hatibû windakirin, xwend û xwest winda Acar bê dîtin û faîlên wî bên darizandin.