Bavê Hêro Behadîn, Behadîn Abdullah qetilkirina rojnamegerên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn şermezar kir. Behadîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew aliyên ku dijberiya gelê kurd bi taybet jî Silêmaniyê dikin û destên derve tînin nav xaka başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Dije Terora PDK’ê şerm û mirine ku bûyerê berovajî radigihîne.”
Abdullah bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbuyî kir ku kiryarên li dijî gelê kurd qebûl nekin û got: “Ji ber ku ev êriş hemû astekê derbaz kirine, gelek kesên din weke keça min hatine qetilkirin.”