Êdî her tişt li holê ye. Malbata Barzanî û PDK dixwazin Tirkiye van herêman dagir bike, ew jî weke nûnerên tirkan kurdan kontrol bikin. Ji ber êdî bûne leşkerên Tirkiyeyê.
Dîroka PDK bi taybet jî dîroka malbata Barzanî li dijberê gelê kurd tijî xirabî û xiyanet e. Divê ev êdî bi zelalî bê gotin. Heta ku pênaseya rast a malbata Barzanî û PDK’ê neyê kirin; ne pêşî li vê xiyanetê tê girtin û ne jî yekitiya neteweyî ya kurdan tê sazkirin. Em dizanin ji ber gelek fikaran û ji bo ku rewşe heyî kurtir nebe gelek rewşenbîr, hunermend, siyasetmedan naxwazin raste rast peyva xiyanetê bînin ziman. Lê rewş hatiye asteke krîtîk. Ji îro pêve kî ku vê xiyanetê bi nav neke bixwaze nexwaze dibe şirîkê vê yekê.
Di vê nivîsê de hewce nake em careke din dîroka vê rêxistinê binvîsin. Tenê kiryarên wan ên çend salên dawî bes in ku em wan nas û pênase bikin. Di sala 2012’an de dema ku cara ewil komên çete yên ku Tirkiyeyê ew bi rêxistin kir û li Serêkaniyê êrişî Rojava kirin ji aliyê PDK’ê ve hatin destekkirin.
PDK’ê her li cem Tirkiyeyê cih girt
Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha PDK ligel Tirkiyeyê cih girt. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Rojava dikir, PDK li ser sînor 200 km dîwarê betonî ava kir. Çima? Ji bo ku kes ji Rojava neçin Başûr da ku bibin hedefa DIAŞ’ê. Ev yek bi daxwaza Tirkiyeyê pêk hat. Di 3’yê tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ ket Şengalê yê ku rê li wan vekir û bi hezaran êzidî radestî DAIŞ’ê kir dîsa PDK bû.
Di sala 2016’den de, êrîşên dewleta tirk li hemberî kurdan kete asteke nû. Dewleta tirk wê salê êrîşî Rojava, Başur û Bakur pêş xist. Li Bakur bajar xera kirin. Leşkerên wan ketin axa Başûr. Li Bakur cezaneyê dayika Taybet heft rojan li kolanê hiştin. Dema ku cenazeyê dayika Taybet li kolanê bû, cenazeyê Cemîla Cagirga li dolaba buzê dihat veşartin. Dema ku li Cizîrê bi dehan ciwanên kurd hatin şewitandin Mesud Barzanî heman rojan li Enqereyê çû serdana navenda hêzên taybet ên tirk. Ev hêzên taybet bûn ku vê hovîtiyê dikirin. Barzanî li vir careke din cihê ku lê dimîne nîşan da.
Ne tenê ev. Xiyaneta xwe ya li hemberî gelê Başûr jî anîn asteke din. Gotin emê ji bo Kurdistanek serbixwe referandûm çekin. Lê nîvê axa Başûr radest kirin. Kerkûk careke din firotin. Di van rojan de jî li ser fermana Tirkiyeyê nahêlin li Kerkûkê Waliyek kurd bê hilbijartin. Hemî pereyên xelqê Başûr xwarin. Li Başûr niha gel di nava feqîriyek mezin de ye. Barzanî çi dikin? Ji Bexdayê lava dikin ku meaşên wan bê dayin. Kesên ku heta doh weke dijmin bi nav dikirin niha weke ‘bira’ bi nav dikin û ji bo çend qurişan her roj li ber deriyê wan in.
Nimûne gelek in. Lê rewşa ku niha li Başûr didome her tiştî dide xuya kirin. Weke ku tê zanîn dewleta tirk niha planek daniye pêşiya xwe û li gorî vê planê dixwaze heta Kerkûk û Mûsilê sînorên xwe fireh bike. Ji vê re dibêjin ‘Mîssak-î Mîllî’. Li gorî wan ev herdu bajarên qedîm ên Kurdistanê bajarên tirkan e. Ev sedsal e ev ji bîr nekirine û niha dixwazin vê xeyala xwe pêk bînin. Bêguman ev ne karê çend roj an salan e. Ev planek demdirêj e. Rayedarên Tirkiyeyê car caran vê yekê aşkere vedibêjin. Tiştekî veşartî nîne.
PKK’ê Mûsil û Kerkûkê parast
Ji bo pêkanîne vê planê çend sale li hemberî Başûr êrîş hene. PKK’ê ji bo van êrîşan weke sedem nîşan didin. Ev manîpûlasyonek mezin e. Li deverên ku PKK nîne jî êrîş dikin. Li aliyê din eger berxwedana PKK’ê nebûya, niha zûde heta Mûsil û Kerkûkê çûbûna. Eger Tirkiye heta îro nekariye hemî Başûr dagir bike sedema wê yekê jî berxwedana PKK’ê ye.
Dewleta tirk, ji bo ku vê projeya xwe pêk bîne destpêkê dixwaze herêma Behdanînê hemî dagir bike. Ji ber vê sedemê ye ji 2022’yan ve êrîşî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn dike. Di nîsana vê salê de jî êrişên xwe yê li hemberî Metîna û Zapê dijwartir kiriye.
Ji bo ku van êrişan bi serbixe di navbera PDK, Tirkiye û hikûmeta Sudanî de koordînasyonek ava kirine. Xwestin YNK’ê jî bikin şirîkê vê yekê. Lê YNK’ê heta niha serî ji êrişên wan re netewand.
Asayîş di kontrola tirkan de ye
Ev herêma ku em behs dikin derdora Duhokê ye. Ji xwe niha bajarê Amediyê, navçeyên Deraluk û Şeladizê radestî leşkerên Tirk kirine. PDK tenê êdî li nava bajarên Duhok û Hewlêrê heye. Li deverên din asayiş di bin kontrola leşkerên tirk de ye. Li herêmên çiyayî jî gerîlayên PKK’ê hene. Leşkerên tirk li van bajar, bajarok û gundan bi cih bûne êrişî çiyayan dikin. Hemû alavên leşkerî û teknolojiya şer bi kar tînin. Lê dîsa jî nekarin planên xwe bi ser bixin.
Di rewşa heyî de Tirkiye dixwaze herêmên Metîna û Zapê dagir bike û bi vî awayî çiyayên Garê dorpêç bike. Bi dorpêçkirina çiyayên Garê jî berê xwe bide deşta Hewlêr, Misûl û Kerkûkê. Ji xwe li herêma Başîka leşkerên wan hene. Hewce bike korîdorên leşkerî veke. Dibe ku hewce neke ji ber ku PDK êdî bûye leşkerên wan.
Hin kes dibêjin gelo PDK vê yekê nizane? PDK vê planê baş dizane. PDK bi xwe perçeyekî vê planê ye. Ji bo PDK’ê Kurdistanek di bin dagirkeriya Tirkiye de, ji Kurdistanek di bin rêveberiya kurdan de baştir e. Ji ber ku derdekî PDK’ê yê kurdayetiyê tuneye. PDK, ji ber berjewendiyên dijminê kurdan navê kurd û Kurdistanê bi kar tîne. Weke din armancak wan nîne.
Dawiya dawî PDK bixwaze jî êdî nekare ji vê leşkertiya Tirkiye xwe xilas bike. Bêguman dibe ku hemî kes di nava PDK’ê de wisa nafikirin. Lê rastî ronî dibe. Kî ku êdî ligel PDK’ê be, ligel MÎT û leşkerên tirk in.
Êdî her tişt li holê ye. Malbata Barzanî û PDK dixwazin Tirkiye van herêman dagir bike, ew jî weke nunerên tirkan kurdan kontrol bikin. Dema em van tiştan dibêjin hin kes di bin navê ‘helwesta neteweyî’ de ruyê xwe tirş dikin. Hevceyî îknakirinê nake. Kî bide pêşiya leşkerên tirk û berê wan bide gund û bajaran Kurdistanê ew xayîn in. Kesên ku naxwaze vê rastiyê bibîne jî ji wan ne cudatir in.