Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mijara peymana 9’ê cotmehê ya li dijî Xweseriya Şengalê bi konsolosê nû yê dewleta tirk ê Hewlêrê Mihemed Mewlud Yakut re civiya. Li gorî agahiyên hatin wergirtin Barzanî û Yakût di civînê de li ser peymana 9’ê cotmehê ku bi zexta Tirkiyeyê di navbera hikûmeta Bexdayê ya Mûstafa Kazimî û PDK’ê de hatibû îmzekirin, rewşa siyasî ya li herêmê, bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û dewleta tirk de hatiye rawestandin.