Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Trump û Sefîrê Tirkiyeyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tom Barrack li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û îdia kir ku “Ji bo li Sûriyeyê rageşî kêm bibe bi şev û roj” dixebitin.
Barrack got ku DYA li Sûriyê bi hemû aliyan re di nav danûstandinek nêz de ye û ev agahî da: “Ji bo kêmkirina rageşiyê, ji bo veger li hevdîtinên entegrasyonê ya navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jinûve pêk were, em bi şev û roj dixebitin.”
