12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Baroyê li ser astengiyên tehliyeyên kêfî serlêdan kir

Baroya Amedê, têkildarî astengkirina tehliyeya girtiyan serî li 4 saziyan da.

Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, der heqê biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê yên têkildarî astengiya tehliyeya girtiyan serî li Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê, Saziya Venêriya Cemawerî û Saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê (TÎHEK) da.  Baroyê bal kişand ku berdana bi şert, mafê girtiyan bi awayeke “kêfî” tê astenkirin. Di daxuyaniya baroya serlêdanê de hate bibîr xistin ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Boluyê, tehliyeya gelek girtiyan bi hincetên razber tê astengkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin: “Wekî Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, di gelek serlêdên ku ji me re tên nîşan didin ku ev binpêkirin ne tenê bi Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê ve sînordar in, herwiha li seranserê Tirkiyeyê bûne pêkanînên berbelav. Di vê çarçoveyê de, me serlêdanek ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Venêriya Cemawerî û Saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê (TÎHEK) re pêşkêş kir û daxwaz kir ku dawî li van pêkanînên keyfî û nehiqûqî yên ku ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve di saziyên cezayî de, nexasim jî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê de têne kirin, were.”