19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest a Tûba Işik kir

Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî qurbaniyên Roboskê parvekirineke nijadperest kir. Baroya Rihayê ji ber parvekirina nijadperest giliyê Işik kir û xwest ku were cezakirin.

Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî qurbaniyên Roboskê parvekirineke nijadperest kir. Baroya Rihayê derbarê Işikê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û giliyê wê kir. Baroyê di daxwaznameya xwe de xalên Destûra Bingehîn ên têkildarî sûcdariyê bi bîr xistin û got: “Ji bo ku dewletek weke dewleteke hiqûqê bê binavkirin, pêwîst e mafê mirovan û azadiya mirovan a bingehîn bê ewlekirin û di rewşa mirina mirovan de jî rûmet û şerefa wan were parastin.”

‘Heqaret hate armanckirin’

Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku di 28’ê kanûnê de 19 jê zarok 34 kes bi bombekirina balafiran hatin qetilkirin û wiha hate gotin: “Komkujiya Roboskî birîneke xwîn jê tê ye ku di bîra tevahiya civakê de cihê xwe girtiye. Tê dîtin ku hem şîna xizm hem jî ya civakê hedef tê girtin û armanc dike ku bi nefret heqaretê li bîranînê bike.”

‘Bila were cezakirin’

Baroyê xwest ku derbarê Işikê de li gorî xalên TCK’ê yên 130 û 216’an lêpirsîn were destpêkirin û ji bo were cezakirin doza cemaweriyê were daxwazkirin.