Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî îdiaya “li dijî zarokên keç binpêkirin tên kirin” a li Girtîgeha Jinan a Amedê raporek amade kir. Navenda Mafên Zarokan rapor bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li Baroya Amedê dan. Sekretera Navenda Binpêkirina Mafên Zarokan a Baroya Amedê Buşra Guger diyar kir ku wan di çarçoveya amadekirina raporê de di navbera mehên îlona 2023’yan û çileya 2024’an de bi 9 zarokên keç re 15 hevdîtin kirine. Guger, da zanîn ku gotinên zarokan hevdu digirin û wiha got: “Di hevdîtinan de em gihiştin wê qenaetê ku li dijî zarokan îşkence hatiye kirin, mehremiyeta wan hatiye binpêkirin, mafên wan ên xwarin, vexwarin, ragihandin, agahîgirtin, tevlibûna fealiyetên navxweyî yên saziyê, xizmetên tenduristiyê û tedawiyê, daxwazname û mafê agahîgirtinê hatine binpêkirin. Her wiha hat tespîtkirin ku sepanên li dijî zarokan li dijî mewzûat û rûmeta mirovahiyê ne.”
Guger anî ziman ku zarokan gotiye ku rastî lêgerîna tazî tên û gotinên zarokan hev digirin. Guger, diyar kir ku di hevdîtinan de hîn bûne ku lêgerîna tazî li girtîgehê bi awayeke sîstematîk tê kirin û ev agahî parve kir: “Di serî de mehremiyet, gelek mafên zarokan tên binpêkirin. Personel, li dijî binpêkirinên mafan li gorî mewzûatê tevnagerin. Me têkildarî lêgerîna tazî û xisûsên muameleyên din pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin û vê pêvajoyê dişopînin. Dema zarokan dibin nexweşxaneyê, destên wan kelemçe dikin. Ev rewş êdî veguheriye sepaneke sîstematîk, li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî tevnagerin.”
Di berdewamê de Guger destnîşan kir ku zarok li girtîgehên ji bo jinan hatiye çêkirin tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ev yek jî rê li ber binpêkirinên mafan vedike. Li her qawîşekê 11 zarok tên ragirtin. Qawîş baş nayên germkirin. Ji bo paqijiya qawîşê bi qasî tê xwestin amûrên hîjyenê nayên dayîn. Ji bo paqijiya şexsî û hîjyenê bi qasî tê xwestin amûran nadin zarokan û ji ber ku tiştên li kantînê pir biha ne, zarok bandora xizaniya mezin dijîn û xizaniya reglê dijîn.”
Guger, got ku li girtîgehê pirsgirêka xwarin û vexwarinê jî heye û wiha bi dawî kir: “Bêparhiştina zarokan a ji azadiya xwe, ji hêla ruhî û fîzîkî ve bandorên neyînî li ser zarokan çêdibin. Biqasî tê xwestin nikarin bilîzin. Li qadên weke pirtûkxane û dersxebitînê bi kesên ji sûcên cuda û di temenên mezin de rû bi rû dimînin. Her wiha ji qada xwe ya civakî bêpar in lewma zarok nikarin bi awayekî bitendurist mezin bibin. Divê ji bo zarokên dikevin hundirê pergala edaletê modêleke înfazê ya alternatîf were afirandin ku zarok ji azadiya xwe bêpar neyên hiştin. Me pêşniyara vê kir. Em li dijî hemû binpêkirinên mafan in. Em ê pêvajoya qanûnî ya hatiye destpêkirin bişopînin.”