13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baroya Amedê: Biryara YSK’ê li dijî hiqûqê ye

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bertek nîşanî biryara YSK’ê ya der barê Abdullah Zeydan de da û got: “Biryara YSK’ê li dijî hiqûqê ye.”

Parêzerên Baroya Amedê û yên Abdullah Zeydan, têkildarî paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê daxuyanî dan. Şaxa ÎHD’a Amedê, Şaxa OHD’A Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzerên Zeydan jî tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku îradeya gel tê xespkirin û wiha got: “5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê têkildarî Abdullah Zeydan di heman rojê de dicive û biryarê dide. Biryara hatiye dayîn betal dike û ji bo bidawîbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryarê radike. Ji bo rakirina mafên qedexekirî duh ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nivîsa daxwazê hat. Li ser daxwaza Wezareta Dadê û bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo mafê ‘lêvegerandina mafên qedexekirî’ ku di 4’ê nîsana 2023’yan de dabû dicive. Şande dicive û biryarê dide. Di heman rojê de biryara berê hatibû dayîn radike û ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryara rakirina biryara îadekirina mafên qedexekirî dide.”

Eren, anî ziman ku duh jî nivîsa daxwazkirina dosya û biryaran a Lijneya Hilbijartinê ya Wanê ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re hat û wiha lê zêde kir: “Ev yek nîşan dide ku li Wanê hinek mamzetan an jî partiyan îtîraz kiriye. Daxwaza têkildarî vê dosyayê nîşan dide ku mudaxilekirina vê rewşê planeke ji berê de hatiye amadekirin e. Bi vê yekê re bi eşkereyî bi destê darazê mudaxileyî demokrasiyê hatiye kirin. Em li vir bang li Lijneya Hilbijartinê ya Wanê dikin; Ev biryara hatiye dayîn biryareke derhiqûqî ye. Biryareke ku girêdayî venêrîna Dadgeha Bilind e, dadgehê li ser daxwazê û bêyî ku biryara xwe ji venêrîna darazê re derbas bike da. Ev nayê qebûlkirin. Heke îtîrazek hebe jî divê ji Dadgeha Bilind re bên şandin. Dadgeha xwe bi xwe biryara xwe dinirxîne û ji holê radike. Em ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Wanê re dibêjin ku biryara 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê biryareke derhiqûqî ye.”

Eren, da zanîn ku dema Zeydan serlêdan kiriye, biryara dadgehê ya ku mafên qedexekirî hatine îadekirin derbasdar bû û li ser vê yekê jî namzetiya Zeydan teqez bûye û wiha pêde çû: “Divê ev biryar esas were girtin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê jî îtîraza nehiqûqî hatiye kirin red bike.”

Daxuyanî bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.