Êvarê em rûniştibûn wek her gavê.
Min dît keça min ya piçûk, Rewşen bi kelecan hat û ji ekrana telefona xwe dîmenek rê min da û got,.
— Yadê yadê hela lê binere, wê îşev stêrk wek baranê bibûrin.
Min li dîmen nêrî, erê di dîmen de sitêrk dibarin û li binï jî nivîsandine, ( meteor yağmuru) .
–Mın got; Ev li kuye qîza min?
— Rewşen got; Li kela Zêrzewanê ye yadê.
Ez fikirîm , zaroktiya min hat bîra min, dema em zarokbûn,em li serê ban radiketin, me xwe ser pêtê dirêj dikir û me sitêkên dixuricîn dijmartin, heta ku em di xew re diçûn. Hema ez jî nişka ve rabûm û min got haydê em herin!!!! Rewşen ba xuşka xwe Ozlem kir, me termosê xwe tije çayê kir, me sêniyek kek çêkir me doşek û balgî û betanî avêtin baxaca erebê û em ketin rê.
(Tu li ku û kela Zêrzewanê li ku.)
Dema em ji nava Amedê derketin, min dît bi sedan erebe ber bi kela Zêrzewanê ve derin.
Yanî hem li pêşiya me û hem jî li pey me İzdehamek mezin hebû,.min di dilê xwede got; Gelo ev giş diçin kelha Zêrzewanê?
Ez serê we neêşînim, dema me navçeya Çinarê derbas ki r(wey li min bavo tê li çi binerî )
Roja mahşerê jî ne wiha ye.
Ne cihê ku tu erebê parq bikî heye û ne cihê tu lê rawestî!!
Welhasilkelam hîn 3 kilometre mabû ji kela Zêrzewanê re, me quncikek dît me ereba xwe parq kir, me alavê baxacê derxistin danîn ser milê xwe û de bimeş û hey bimeş.
Em jî ketin nava wê lehiya mirovan, Jin, mêr, kal, pîr zarok, dergûş, hey dimeşin.
Erê, piştî meşa dirêj, em gihiştin rêka ku dadigere kelê. Ez li dora xwe dinerim, li miletê ku bi kelecanek mezin weku ber bi Azadiya welatê xwe ve derin, ev qas bi kelecan, ez geh li insanê derdorê dinerim, geh li Rewşen û Ozlem dinerim û geh berê xwe berjor dikim li stêrkan dinerim, tevlî barê li ser milê xwe.
Kesê ku kela Zêrzewanê dîtin e, dizanin ku hilkişandina wê çiqas çetin û zehmete.
Em qederê nîv seatê hilkişiyan. Dema em bi jor ketin, wey li min bavo tu li çi binerî!! Tu axê bavêjî li erdê nakeve. Ji qelenalixiyê dengê kesî nare kesî. Yên ku bi malbatî hatine, nivînê xwe bi xwe re anîne, yên ku kursî û mase bi xwe re anîne, her komekê ji xwe re cihek girtiye û imperetoriya xwe îlan kiriye, cîh nemaye ku mirov nigê xwe deyne!
Seat êdî tê 12 ê şeve. Hema me berpalek dît min tejika xwe raxist û em rûniştin. Min dî zilamek hat bi tirkiya Amedê got —Abla ev cîhê me ye ha,
Ez hem westiyabûm û hem qeherî bûm.
— Ma te li ser xwe tapû kiriye, min bi kurdî got.
Zilam dengê xwe nekir, em li wê berpalê rûniştin, Rewşen û Ozlem, çaya xwe dagirtin, dendik û çerezê xwe derxistin, lê cihê me hingiya ku tenge û ne xweşe, zilam li jora min li ser kursiyekî rûniştiye, hema nigê wî li ser serê min e.
Seat êdî tê 1 ê şevê. Carkê çavê min çûn ser hev, ez xilmaş bûm, min dît wek baranê stêrk bi ser me de dibarin.
Ez ji xew çeng bûm û min got— Bariyan? Min lê nêrî Ku nigê wî zilamî li serê min dikeve.
Min delka xwe dayê ew di sandaliyê werkir, min got ez ê wî bidim ber şîrmaqa Rewşen ê bi destê min girt û dest bi Ken kir.
— Yadê rabe em herin malê! Weleh tu stêrkên bibarin tüne ye. Em rabûn û me berê xwe da malê ,em gihiştin malê ,seat dihat 2, 30 .
Bû sibe min got gelo min xewn dît ? An em van tiştan jiyan, hîn jî dema ez û Rewşn û Ozlem em tên cem hev em qal dikin û dikenin.
Ez bawerim ê ku wê şevê li wir bûn, wê vê nivîsa min bixwînin û wê bêjin weleh, te kêm gotiye û zêde negotiye.
Belê keremkin XWEBÛN ê bixwinin.