Ji ber piştgiriya Amerîkayê ya ji bo êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hamasê, ji 7’ê cotmehê ve êrîş li bargehên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê tên kirin. Duh bi şev jî li bajarê Enbarê yê Iraqê, bi moşekan êrîş li baregeha Amerîkayê ya Eyn Esed ku leşkerên amerîkî lê dimînin hat kirin. Li gorî agahiyên ji çapameniya Iraqê hatin wergirtin êrîş bi du moşekan hatiye kirin û her du moşek jî li derveyî bargehê ketine.
Bi vê êrîşê re bû cara pençem ku êrîş li baregehê tê kirin.
Ji Amerîkayê daxuyanî
Amerîkayê jî der barê êrîşên kul i baregehên wan tên kirin daxuyanî û daneyên der barê êrîşan de parve kir. Berdevkê Pentagonê Bat Ryder, duh ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku hêzên wan ji 7`ê cotmehê ve li Sûriyeyê 3 caran, li Iraqê jî 10 caran bi êrîşan re rû bi rû mane. Ryder, destnîşan kir ku derfeta hêzên wan ên li Rojhilata Navîn heye ku bersiva her êrîşeke muhtemel bidin.
Her wiha Bat Ryder, da zanîn ku li Yemenê jî ji aliyê hêzên Hûsî 4 êrîşan li hêzên wan kirine.