Ciwanî weke çemeke bê west û rawest, hênik, nû, bi hêz û herikbar e. Rêveber û pêşeng e. Ez dibêjim qey li gor me tevan kêm-zêde pênaseya ciwaniyê bi vî rengî ye. Lê ev nêrîn a erênî ye. A neyînî jî heye.
Ew jî nifşa bihêrs, bêdestûr ên aloziyê derdixin, cahil û her wekî din in. Binêrin, em çiqas wan dixin nav pênaseyên teng. Ma ne wisa? An jî barên bêdawî li wan bar dikin! Em hêviya hemû tiştî ji wan dikin. Lê hema em tiştekî jî nadin wan. Mînaka xwendina ciwanan jî yek ji van e. Anku dibistan xwendine, em hêviya hemû tiştî ji wan dikin. Em dixwazin ew her tiştî ava bikin. Heke xeletiyeke biçûk jî bikin em dibêjin ‘’Çawa tu nizanî, ma ne tu xwendevan î!’’
Di pola demografîk de nifşa ‘Z’ nifşa ciwanan e. Nifşa ku bi nasîna amûrên teknolojîk re hatine dinyayê û di jiyana rojane de pê re gelekî mijûl in, ev nifş e. Demeke wisa ye, êdî bertek, axaftin, nasîn, pîvan, civak û jiyana me tev li ser medyaya dijîtal dimeşe. Îcar bi kambaxa Covîd 19’ê re êdî civîn, ders, protesto û pêşangehên me li ser înternetê çêbûn û çêdibin. Dibe ku bi me ecêb were. Lê heta hinekan li ser înternetê partî jî ava kirine. Her wiha bi piranî têkîliyên hevaltî û xoşewîstiyê jî li ser medyaya dijîtal saz bûne. Ev jî şoreşa teknolojiyê ye ku xwe li ser civakê daye avakirin! Pirs ev e. Gelo em wê bi dest dixin, an jî ew me bi dest dixe? Êdî ev jî dibe mijareke din.
Nifşa ‘Z’ nifşeke azadîxwaz e. Lê hema azadîxwaziya wan jî bêtir ji bo azadiya wan a şexsî ye, di fikriyata “Ez ê bibêjim, çi dibe bila bibe; ez ê bikim, çi dibe bila bibe’’ de ne. Lê ew luksa ciwanên kurd tune ku tenê balê bidin azadiya şexsî. Ciwanên kurd di xwestina azadiyê de divê civakî bin.
Sedema dûrketina ji sazî, dezgeh û partiyê jî ev e. Îro em ciwanan êdî wekî berê ligel xwe nabînin. Di nav xebatan de yan jî di nav civakê de şerê taybet, dermanê hişbirê, dek û dolabên fihûşê datîne ber her kesê. Her wiha dixwazin xwenezanîn û xwenenasiyê li jiyana ciwanên kurd serwer bikin. Ciwanên kurd êdî bêyî pratîka avaker û berxwedêriyê tenê li cihê xwe rûniştî li ser medyaya dîjîtal partiyên xwe rexne dikin. Mezinên me jî li cihê xwe rûniştine û peywirên mezin ji wan dixwazin. Evîna ku min temam neke, bi her awayî êşa welatê min nebîne, nejî; westandin, xebat û berxwedana gelê min fêm neke, ne di wê hişmendiyê de be dê çawa bibe evîna min û ez ê çawa jiyaneke hevpar pê re bijim. Ji ber vê yekê evîna bi serdest re jî ne tu evîn e û ne tu hest e. Dewlet dixwaze ciwanan bi birçîbûnê terbiye bike, jixwe vê kêliyê rewşa aborî ya Tirkiyeyê jî li ber rehma xwedê ye, ciwan bi hemû awayan berê xwe didin Ewropayê, hêviyê ne di axa welatê xwe de di welatên xelkê de dibînin.
Ez dibêjim em baş li ser vê rastiyê nafikirin û lê nakolin. Ji bo me kurdan ev talûkeyeke pir mezin e! Pêwîst e HDP-DBP li ser van esasan hûr bi hûr bisekine. Jixwe em kurd bi bîr û baweriya xwe her dem ji bo guherîn û veguherînê meşiyane. Em gotina Arthur Schopenhauer ku gotiye ‘Tişta naguhere tenê guhartin e‘’ divê em di bîra xwe de bihêlin. Em bi vê hişmendiyê nêzî ciwanan bibin. Li ser cil û bergên wan, nêzîkatiyên wan ên cinsî yan jî rabûn û rûniştina wan bi hişkayî rexne nekin ji ber ku dem ne dema berê ye û carinan serpêhatiyên berê li roja me nayên. Wekî din temenmezin an jî temenbiçûk nabe pîvana rêzgirtinê yan jî kesek nikare ji ber ku ji ya/yê hemberî xwe mezintir e, daxwaza rêzgirtinê ji bo xwe bike û ya/yê li hemberî xwe biperçiqîne.
Ji hêz û hêrsa ciwanan netirsin. Ciwan bi wê hêrsê li ser lingan in. Rêbaza berdewamiya berxwedana wan ew hêrs e û jixwe di cihê xwe de rexneya herî tûj, hêrsa herî tûj jî divê hebe.
Mînak îsal gelek şagirtên zanîngehan mal-xanî ji xwe re nedîtin, ji ber buhayên zêde yên xaniyan cih ji xwe re nedîtin. Şagirtên ku ji neçarî navber dane zanîngeha xwe û hwd. Îcar çima malên me yên ku bi destên dewlemendên welatparêz an jî bi destên partiyên me avabûne tune ne? Me tevan bihîstiye gelek şagirt ji neçarî çûn malên tarîkatan an jî yên girêdayî fetoyê, di wan malan de ji ber tundiya olî yan xwe kuştin an jî bi tundiyeke derûnî re rû bi rû man. Heyfe ku em ciwanên xwe dixin van rewşan, ev kêmasiya me teva ye. Heyfe ku em ciwanên xwe ji ber nêzîkatiyên wan ên cinsî ji xwe dûr dixin û diavêjin hembêza çepgirên xwenenas. Heyfe ku em ciwanan li gor xwestekên xwe dixin şekl û şemalan û xwestekên xwe li ser wan ferzdikin. Ev heps e ku em ji wan re ava dikin û em neyên behsa xerabiya hepsên rasteqîn nekin. Ji ber ku em hepsan bi destên xwe ji ciwanên xwe re ava dikin. Divê di destpêkê de her yeke/î ji me, ji berî her tiştî bizanibe xwe ji hepsa xwe rizgar bike.
Barê ciwaniyê