2 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bangewaziya Birêz Ocalan û Daxwaza Gel: Ber bi Serdemeke Nû ve

 Kadîr Kiliç

Vê bangewaziya Birêz Abdullah Ocalan, careke din girîngiya aştiyê derxistiye pêş û rêya çareseriyê bi awayekî aşkera nîşan daye

Têkoşîna gelê Kurd a azadiyê ya ku ji 50 salan zêdetir e berdewam dike, tenê hewldana nasandina nasnameyeke nîjadî nîn e. Di heman demê de rabûna li ser piyan a heqîqetên ku hatibûn bêdengkirin, dîroka ku dihat înkarkirin û vîna gelekî ya ku dihat pêpeskirin e. Ev têkoşîn, qasî ku êş û elem girtine nav xwe, hêviyan jî di nav xwe de dihewîne. Di roja îroyîn de, ev meşa dûr û dirêj gihîştiye qonaxeke gelek girîng. Xuyaye ku êdî serdemek bi dawî dibe û deriyên serdemeke nû ya dîrokî vedibin.

Ev daxuyaniya girîng a bi daxwaza “Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibatê de ji aliye Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, bi navbeynkariya Heyeta Îmraliyê jî gihîştibû civakê. Lê belê ev bangewazî, daxuyaniyeke teknîkî ya daxwaza ji bo aştiyê nîn e. Di heman demê de rasterast bi pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Bi Tirkiyeyê ve têkildar e û ev yek, nexşerêyeke stratejîk a siyasî û polîtîk e.

Vê bangewaziya Birêz Abdullah Ocalan, careke din girîngiya aştiyê derxistiye pêş û rêya çareseriyê bi awayekî aşkera nîşan daye. Di bangewaziya Ocalan de tişta herî girîng a ku raxistiye ber çavan ew e ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka demokratîkbûna hemû gelên li ser axa Tirkiyeyê ye. Bi vî awayî nêzîkbûn, dide nîşan ku çareserî, tenê bi naskirin û pejirandina mafê Kurdan na, bi veguherîna civaka demokratîk ya hemû gelên li ser axa Tirkiyeyê dijîn pêkan e. Ji xwe bi salan e fikra Abdullah Ocalan a ku derdixe pêş, a bi navê “Neteweya Demokratîk”, li hemberî paradîgmaya tekparêz, pêşniyara lihevkirina civakî ya wekheviya gelan bi xwe ye.

Temsîliyeta wekhev; modela temsîlkirina wekhev a nasnameyên cuda, bawerî û çandên cuda û jiyaneke li ser hîmê azadiyê ava bûye, îfade dike. Di vê modelê de civak xwe bi rê ve dibe. Hişmendiya birêvebirineke navendî na, ya birêvebirineke herêmî derdikeve pêş. Perwerdehiya zimanê Kurdî, temsîliyeta siyasî, mafên çandî û daxwaza xwebirêvebirinê ne xwestekeke Kurdan tenê, ji bo hemû gelan xwesteka têkoşîna demokratîkbûnê ye. Divê ev xwestek ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan veguhere têkoşîna azadîxweziyê.

Li pey vê bangewaziyê; ji bo dawîlêanîna têkoşîna çekdarî, PKKê kongreya xwe ya 12mîn pêk anî û ev perspektif ber bi merheleyeke erênî ve bir. Ev biryar ji civaka westiyayî re bû bêhnvedanek, ji daxwaza gelekî ya ku ji hêviya aştiyê dûr mabû re bû moral û ji qada siyaseteke demokratîk re jî bû derbasgehekî. Ev yek, ne paşve gavavêtinek, berovajî vê yekê veguherîna têkoşîneke demokratîk, vîneke diyarker e. Êdî dema axivîn, daxwaz û guftûgoyê hatiye.

Aştî, qenciyeke ku ji bo gelan tê kirin, nîn e. Dijî vê yekê, hezkirin û vîna gelan a civakî ya ji bo jiyana hevpar a jiyîna di heman dewletê de ye. Ji ber vê yekê muxatabê aştiyê yê rasteqîn jî, yê ku ber bi encamgirtinê dibe jî, gel bi xwe ne. Bangewaziya Ocalan ji bo gelan bangewaziya avakirina şert û mercên jiyaneke hevpar a bi rûmet, wekhev û azad e. Divê tenê ne Kurd, Tirk bi xwe jî guh û deng bidin vê bangewaziyê. Lewra ev bangewazî, tenê, ji bo destkeftiyên Kurdan nîne. Bangewaziya hemû gelan, hemû dayikan û hemû kedkaran e. Di roja îro de berjewendiya dayikên ku dixwazin dewsa şandina leşkeriyê zarokên xwe bişînin zanîngehê, berjewendiya gelê ku ji xizaniyê bêzar bûye, berjewendiya kedkarên ku hemû barê şer ketiye ser pişta wan, di vê aştiyê de heye. Divê êdî hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re  bibin aliyê jiyîn û jiyanê, û bikaribin wêrekiya avakirina pêşerojeke dijî şer, tunehesibandin, zordariyê  û bi vî awayî vîn û hezkirina xwe jî di vî milî de derxin pêş.

Helbet, aştiyeke rasteqîn li ser înkara paşerojê nema tê avakirin. Bêyî ku Roboskî bê jibîrkirin, Cizîr ji nedîtî ve bê dîtin, kavilên Sûrê bên rakirin; aştiyeke civakî ya mayînde nema tê avakirin. Lê belê hevrûbûna bi paşerojê re û vîn û îradeya avakirina pêşerojeke nû ya bi rûmet, pêkan û mimkûn e. Hevrûbûn; tenê ji bo axaftin û parvekirina bi hev re ye, ne ji bo tolhildana ji hev e. Hevdû helalkirin û bexişandin mimkun e; bes, tenê bila mirov bikaribe li ser heqîqetê hevrûyî hevdû bibe. Ev hevrûbûn tenê ji bo mayîndebûna dadmendiyê nîne, bo ewlehiya daxwaza bihevrejiyîna gelan bi xwe ye jî.

Aliyekî herî balkêş yê vê bangewaziyê jî ew e ku; gel, di vê pêvajoyê de pasîf nîne. Berovajî vê,  di çareseriyê de wek çêker û kirde derdikeve pêş. Gelê Kurd, vê têkoşîna xwedîlêderketina bangewaziyê, ne tenê wek gelekî mezlûm, wek pêşeng û çêkerê aştiyê bi pêş ve dibe. Bangewaziya Ocalan; baweriya gel a bi aştiyeke mayînde tê, girêdayîtiya wan ya bi siyaseta demokratîk û daxwaza wan ya bo jiyaneke hevpar  derdixe holê.

Êdî li hemberî Tirkiyeyê du rê hene. Yan dê di şer de israr bike û bi vî awayî civakê ji hev dûr bixe, yan jî dê hezkirin û daxwazên gelan esas bigire û pêvajoya aştiyeke demokratîk bide destpêkirin. Vê gavê daxwaza Gelê Kurd, li ber çavan û aşkere ye. Em ji aştiyê re amade ne. Têkoşîn û keftelefta me, ji bo jiyaneke li ser xeta heqîqet, dadwerî û rûmetdariyê ye.

Aştî, ne tenê li ser maseyan, li kolan, gund û li bajaran, di navbera gelan de tê çêkirin. Ji ber vê yekê,  yê ku aştiyê bide avakirin jî gel bi xwe ye. Pêşeroja vî welatî; bi tangan, copan, polîtîkayên înkar û tunehesibandinê na, bi vîn û daxwaza gelan a hevpar û li ser bingeha wekhevî û azadiyê pêkan û mimkûn e.

Û belê; di roja îro de gel ji vê aştiyê re amade ye. Yê ku bi temamî amade nîne jî, hişmendiya dewletê bi xwe ye. Lê belê, ew jî neçar e ku biguhere. Lewra êdî gel, qasî ku dê xwe bêdeng neke zana, qasî ku dê xeyalên xwe yên şikestî ji nû ve zindî bike bibiryar e.