13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga saziyên ziman a li dijî nivîsên nîjadperest: Bi kurdî bijîn

Saziyên zimanê kurdî bertek nîşanî nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên li dibistaneke Bursayê dan û banga xwedî derketina li kurdî kirin û xwestin ku kurd her derê bikin dibistana kurdî û xwestin ku kurd bi kurdî kurdî bijîn.

Nivîsên nîşadperest ên weke “An bi tirkî biaxive an jî hiş be”, “Tu kêmaniyekê tirkî nîne, lê ya we?”, “Divê tirkî di devê te de mîna şîrê dayika te helal be” û “Bila tirkî di zimanê we de neçe” ku li ser pêlekananên Dibistana Navîn a Şehîd Komando Er Ramazan Okur a li navçeya Osmangazî ya Bursayê hatin nivîsandin bûn sedeman bertekan. Saziyên zimanê kurdî der barê van nivîsên nîjadperest de daxuyaniyek dan û banga xwedîderketina li zimanê kurdî kirin.

Saziyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kir ku bi salan e li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û zextên li ser zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin û ev tişt gotin: “Herî dawiyê wek êrişeke li dijî zimanê kurdî, li bajarê Bursayê, li ser pêlekanan nivîsa ‘yan bi tirkî biaxive yan jî hiş be’ hatiye nivîsandin. Ev yek bi awayekî aşkera êrişeke faşîzan a li dijî zimanê kurdî ye, êrişeke li dijî nasname û rûmeta me kurdan e.

Li kurdî xwedî derkevin

Berdewama daxuyaniya saziyan bi vî rengî ye:

“Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa faşîzan bi tundî şermezar dikin û bang û gazî li hemû kurdan û derdorên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, bi dirûşma ‘Dem dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye’ têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, herwiha daxwaza xwe ya ji bo fermîbûn û perwerdehiya bi zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin. Her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

Saziyên bertek nîşan dan

Navên komeleyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê.”