Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk serdemek nû ya têkoşînê da destpêkirin. Bangê li çar deverên cîhanê deng veda. Herkes û derdorê bang li gorî asta famkirin û berjewendiyên xwe şîrove kir. Beşek ji van derdorên dildarên têkoşîna azadiyê ne û fikarên wan hene. Ev fikar ji ber bêbaweriya hişmendî û feraseta Dewleta Tirk û nediyariyên pêvajoyê ne. Bi vê boneyê ev fikar û metirsî tên famkirin. Beşek şîroveyan jî bizanîn û li gorî hind berjewendiyan hatine kirin. Xwediyên van şîroveyan hewl didin rastiyê berovajî bikin.
Divê cudahiya van her du beşên kes û civakê ji hev bên veqetandin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Tişta Rêberê Gelan dike û pêvajo ji vê beşê re bêgotin. Bi van derdoran û kesan re nîqaş bên meşandin. Naveroka pêvajoyê bi nîqaşên bi van kes û derdoran re bên meşandin re bê dagirtir. Ev beş lazimiyên vê têkoşînê ne. Divê li dijî van kesan gotin û helwestên neyînîneyên nîşandan. Ji ber ku di destpêkê de famnekirina bangawaziya Rêberê Gelan Ocalan û çarçoveya pêvajoyê asayî ye. Pêvajoyek dijwar û tevlihev e. Divê heta bê famkirin em bi hev re nîqaş bikin û bi hev re fam bikin. Li gorî famkirinên xwe jî biryar bigirin, helwest û siyasetek hevpar biafirînin.
Li dijî kes û derdorên bi zanîn êrîşî Reberê Gelan Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û nirxên gelê me dikin jî, divê helwestek cuda bê nîşandan. Piraniya van kes û derdoran alavên şerê taybet in. Li gorî bernameyek û armancekê van şîroveyan dikin. Armanca wan ew e ku di pêvajoyên wiha de mejiyê mirovan tevlihev bikin û ji vir jî berjewendiyan bi dest bixin. Teqez e ku ev derdor ji hêla dewletê ve tên rêvebirin. Li vir dikare pirsa, “Ger ku dewlet dijî pêvajoyê şerê taybet dimeşîne, çima pêvajo bi wan re tê meşandin?” bê kirin. Di destpêkê de mirov dikare vê pirsê fam bike. Lê di esasê xwe de ev pirsek xelet e. Ji ber baş famnekirina Banga Rêberê Gelan Ocalan ev pêk tê.
Em dikarin bi çend xalan bersivê bidin vê pirsê. Yek, Banga Abdullah Ocalan nayê wateya peymanek di navbera Tevgera Azadiyê û Dewleta Tirk de. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî însiyatîfgirtina dualiyan dinirxîne. Tê wateya ku dewlet û PKK dê bi awayek dualî alavên têkoşînê biguherînin. Dewlet dê rêya siyaseta demokratîk veke û êrîşî gelê kurd û Tevgera Azadiyê neke. Li dijî vê yekê, PKK jî dê li şûna çekan bi rêya siyaseta demokratik têkoşîna mafên gelê kurd û bindestan bide. Ango tu alî ji armancên xwe dest bernade. Dewlet dê cardin hewl bide ku di asta herî jêr de mafên gelê kurd qebul bike. Li aliyê din jî gelê kurd jî ji bo di asta herî jor de mafên xwe bi dest bixe dê têkoşîna xwe bidomîne.
Didu, di mînakên dîrokî de dema du hêz bi hev re mûzakereyan dimeşînin heta asta dawiyê li dijî hev şer dimeşînin. Li aliyekê mûzakere tên meşandin û li aliyê din jî şer dimeşin. Îro jî di navbera Filistîn û Îsarîlê de, Rûs û Ûkraynayê de heman pêvajo didomin. Li aliyekê şer dimeşe û li aliyê din mûzakere tên meşandin. Ev nayê wateya ku em êrîşên faşîzma tirk teşhir nekin û li dijî vê tênekoşin. Berovajî vê yekê divê em di her êrîşê de asta têkoşîna xwe mezintir bikin.
Sisê, tu pêvajoyên mûzakereyan, peyman û heta aştî nayê wateya rawestandina têkoşînê. Têkoşîn parçeyek jiyanê ye û tu caran nayê rawestandin. Kîjan pêvajo bibe bila bibe, dema têkoşîn rawestiya civakek bi her awayî ber bi têkçûnê ve diçe. Gelek xwediyê hemû mafan jî dema dest ji têkoşînê berde, yek bi yek mafên xwe winda dike. Di dîroka mirohvahiyê de û heta di roja me de gelek mînakên wiha hene. Bi vê boneyê têkoşîn tu caran ranawest e.
Ku ev sê xal bên famkirin dê Banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan baştir bê famkirin. Abdullah Ocalan di bangawaziyê de dibêje ku rêbazên têkoşînê diguherin. Alavên nû tên bikaranîn. Ger dewlet jî dest ji rêbazên xwe bernede û pêşiya rêbazên nû yên têkoşînê veneke, hingê Tevgera Azadiyê jî dê rêbazên nû biceribîne. Dewlet hewl bide bi riya şidetê gelê kurd tune bike, gelê kurd û Tevgera Azadiyê jî dê bi rêya şidetê xwe biparêze û hewl bide mafên xwe bi dest bixe.
Ji ber vê rastiyê divê gelê me li derdora Rêberê Gelan kom bibe û xwedî li pêvajoya dide meşandin derkeve. Rêya hatiye vekirin baş bikar bîne û têkoşîna xwe mezintir bike. Divê her kes şaneyeke civakê rêxistin bike. Çawa Dewleta Tirk li aliyekê behsa pêvajoyê dike û li aliyêdin şerê taybet dimeşîne, êrîşan didomîne; divê gelê kurd jî li aliyekê ji derfetên ku ev pêvajo dide baş bikar bîne û li aliyê din jî têkoşînê mezin bike. Her tişt bi rêxistinê û têkoşînê mimkun dibe.