Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 27ê Sibatê de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê peyama dîrokî li Stenbolê bi raya giştî re parve kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê deng veda. Di asta navneteweyî de gelek rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û hunermendan piştgiriya xwe anîn ziman. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş li ser bangê û mafê heviyê ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Xwebûnê re nirxandin kir.
Welatê ewropa erênî dibînin
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş, anî ziman ku weletên Ewropa berê jî dixwestin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin ev wekî polîtîkayeke kevneşop a Ewropayê pênase kir. Omer Guneş, da zanîn ku ji ber vê polîtikayê vegera rêya çareseriya demokratîk ji aliyê welatên ewropa ve gelek baş û erênî têne dîtin û wiha got: “Ev guhertin û bang, rê li pêşiya terorîzekirina PKKê jî digire. Ev bang û peyam dihêle ku êdi welatên Ewpora têkoşîna gelê kurd wekî ‘Teror’ nebine. Dê di pêşerojê de ev bang encameke erênî bi dest bixe.”
Pazêrer Omer Guneş destnîşan kir ku heta niha di nava Amerîka û hêzên koalîsyonê de nakokiyek gelek mezin hebû û wiha got: “Hem Amerîka, hem jî dewletên koalîsyonê, li Rojava li aliyekî alîkariya Tevgera Kurd dikir, li aliyê din jî bi Tirkiyeyê re li dijî têkoşîna kurdan şer dikir. Ev nakokiyeke kor bû. Nikaribûn xwe ji vê nakokiyê xelas bikin. Lê banga Birêz Abdullah Ocalan rê li pêşiya vê nakokiyê girt. Ji ber vê yekê em di çapemeniyê de jî dişopînin banga birêz Ocalan gelek erênî hat pêşwazîkirin. Ev pêşwazîkirina erênî dê sibê çawa veguhere reng û pratîkek din; dê di demên pêş de diyar bibe.”
Parêzer Omer Guneş li ser mafê hêviyê û nêzîkatiya Tirkiyeyê jî rawestiya û û wiha axivî: “Heta niha li Tirkiyeyê di aliyê hiqûqî de li pêş mafê hêviyê tu astengî tune bû. Lê mixabin di pêvajoya Yekîtiya Ewropa (YE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de dema mijar dibe mafê komî û civakî bi piranî siyasî tev digerin. Li ser mafên kolektifi nasekinin. Ji ber vê yekê gavekê naavêjin. Ev jî li pêş çareseriya pirsgirêka kurd, astengiyek cîddî ye. 10 sal berê di Adara 2014an de DMMEyê biryara mafê hêviyê dabû. Lê heta 7.5 salan qet li ser vê mijarê neaxivin û kom nebûn. Me gelek caran ji wan daxwaz kir ku şopdarê biryarê bin. Bi taybetî di salên dawî de me ji wan dixwest ku li ser vê mijarê rawestin. Herî dawî KE di sala 2021ê de li ser vê mijarê kom bûn. Lê dîsa biryareke erênî nedan. KEyê, bi taybetî Komiteya Wezaretan mîsyoneke wan a pir taybet heye. Dema DMME biryarekê dide, Komîteya Wezîran ji bo biryar pêk bên raste rast şopdarên biryarê ne. KE heta 2021an qet li ser vê xalê nesekinîn. Lê piştî îlona 2024an, cara yekemîn li ser mafê heviyê cîddî rawestiyan. Bang li Tirkiyeyê kirin ku di vê mijarê de pêvajoyê pêş bixin. Xwestin rê li pêşiya azadiya Birêz Ocalan vekin. Di aliyê hiqûqî de tu astengî li pêşiya Tirkiyeyû tune ye. Lê di aliyê siyasî de astengî hene. Gavên hiqûqî bi pêşketinên siyasî re tên avêtin.”
Prz. Omer Guneş, destnîşan kir ku piştî banga Abdullah Ocalan êdî şert û merc bêtir guncav e û wiha berdewam kir: “Piştî bangê mirov dikare di aliyê hiqûqî de bêtir zorê li KEyê bike ku encam bigire. Zemînek wisa hatiye avakirin. Êdî aliyê siyasî rê pêşiya hiqûqî vedike”
Banga Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e
Prz. Omer Guneş, li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo siberoja gelê kurd û tirk jî axivî û destnîşan kir ev bang şanseke mezin dide Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ev bang şansekê dide Tirkiyeyê û dibêje ‘Eger tu dixwaze pirsgirêka xwe bi awayekî demokratîk çareser bike, ez mekanizmaya şerê çekdarî ji dewrê derdixim.’ Li vir Birêz Ocalan bang li Tirkiyeyê dike û firsendê dide Tirkiyeyê. Lê li aliyê din peyamekê dide gelê kurd jî. Dibêje asta we ya polîtîka û têkoşînê gihiştiye merhaleyeke cîddî. Dibêje ‘eger em mekanizmaya şer ji dewrê derxin jî em dîsa dikarin bigêjin mafê xwe. Ev hêza me jî heye. Ev şert û mercên siyasî yên li Rojhilata Navîn jî guncav in’ Kurd jî ji salên 1999an heta îro ji vê yekê re amade bûn. Li gel têkoşîna çekdarî di aliyê têkoşîna siyasî de jî di astek cuda de bû. Bi taybetî di şaredariyan û Kongreya Civaka Demokratîk, Partiyên siyasî û meclisên gel de di astek bilind debû. Di aliyê siyasî de xebatên xwe dikirin. Lê piştî vê bangê dê têkoşîna siyasî bêtir firehtir bibe.”
Prz. Omer Gunş da zanîn ku êdî ji niha û şûnde biryar ya Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: “Ku Tirkiye biryarê bide, dê kurd digêjin statuya xwe. Lê gava ku Tirkiye di aliyê şer de biryarê bide, ji xwe pirsgirêka kurd derketiye dervê kontrola Tirkiyeyê. Êdî tu carî Tirkiye nikare pirsgirêka Kurd kontrol bike. Êdî rêyek din li pêşiya kurdan vedibe. Bi herdu aliyan jî êdî gelê kurd qezenc dike.”
Li ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên agirbest û siyaseta demokratîk û nêzîkatiya dewletê jî Omer Guneş ev agahî dan: “Birêz Ocalan zûde dixwaze ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Di sala 1994an de Birêz Ocalan ji DYAyê dixwaze ku ji bo çareseriyê bibe garantor. Wê demê dixwaze bi temamî dest ji şerê çekdarî berde. Lê DYA nabe garantor. Kurdan ji salên 1990î heta niha hemû rê ceriband, lê dewlet amade nebû. Di salên 1990î de Birez Ocalan digot ‘Ez li muxatabekî digerim’ Lê muxatab nedidît. Dewleta Tirk her tim xwest li gorî berjewendiyên xwe pirsgirêka kurd çareser bikin. Dixwestin li ser kurdan polîtîkayên Neo Osmanî peş bixin. Her tim xwestin kurdan teslîm bigirin û aştiyê pêş bixin. Dewlet berê ji ne amade bû, îro jî bi hişmendî û sazibûna xwe hîna jî ne amadeye.”
Tirkiye xwe neçar dibine
Têkildarî rewşa Tirkiye ya berê û niha jî Omer Guneş wiha got: “Piştî şerê Îsraîlê û Îranê êdî pirsgirêka kurd bi tevahî ji kontrola wan derketiye. Êdî nikare bi hêsani li ser kurdan wekî berê tev bigere. Li ruxmê kuxtin û êrîşan nikare encam bigire. Ji ber ku di nava xwe de zelal nînin ku mafê kurdan ên kolektif bidin. Xuya ye ku dixwazin felsefeya Ziya Gokalp bikar bînin. Bi politikaya Ziya Gokalp kurdan di nava xwe de qebûl dikin. Lê her tim rêya bişaftinê pêş dixin. Mafê kolektifi nadin. Dixwazin kurdên li gorî tirkan hatiye terbiyekirin ava bikin. Lê ev ji bo demdirêj çareseriyê pêş naxe. Ev polîtîkayên dewleta tirk nakokiyan ava dike û ji bo rîskên nû rê vedike. Tirkiye niha ne amade ye. Lê xwe neçar dibîne. Rojhilata Navîn êdî guheriye. Niha destê Tirkyiyeyê qels e. Ev ji bo gelê kurd rê vedike. Piştî 40-50 salen dawî Kurd li Sûriyeyê ber bi statuyeke ve diçin. Mirov dikare bibêje kurd di her alî de bûne xwedî hêz.”
Kurd êdî pêşengiya gelan dike
Omer Guneş da zanîn ku kurd tenê polîtîze nebûne, di heman demê de pêşengiyê ji gelên din re jî dike. Kurd êdî ji gelên din re jî bûye hevî. Hemû netew û gelên din dizanin ku dema kurd bibin xwedî otorite, zulme li kesî nakin û bi edalet tev digerin. Hemû kesan bi nasnameya wan qebûl dikin. Ev paradîgma êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûl kirin. Ez pêşiya kurdan pir ronî dibinim. Rewşek kaos heye. Di rewşê kaos de risk hene. Lê dema mirov li rewşa rexistin û siyaseta kurdan dinere rewşeke reşbînû tinei.