Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bang wekî pêlekê li tevahiya cîhanê deng veda. Ev çend hefte ne bandora Ocalan li çar aliyên cîhanê tê nîqaşkirin. Li gel pergala îşkenceyê ya deh salên dawiyê jî dewleta tirk nekarî deng, fikir û ramanên Birêz Ocalan asteng bike. Ji ber ku Ocalan rêberek ji rêzê nîne. Kesayeteke ku ji hezaran salan carekê tê ser rûyê erdê ye. Bêguman gelek pêşengên riya mirovahiyê vekirîn di dîrokê de hene. Lê kêm ji wan hemû aliyên pêşengtiyê di kesayeta xwe de hewandine. Rêber Abdullah Ocalan ji van cudatir hemû cureyên pêşengiyê yên wekî felsefîk, îdeolojîk, dîrokî, siyasî, çandî û civakî di kesayeta xwe de hewandine.
Ji bo wê felsefe, nêrîn û ramanên wî bandorek mezin li hêzên dewletî û civakî dike. Rêberekî di ser neteweyan re ye. Çareserî û modelên ku bersivê dide pêwistiyên hemû mirovahiyê diafirîne. Rêberekî gerdûnî ye. Her civak dikare xwe di fikir, raman û felsefeya wî de bibîne. Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên mêjok berevaniya tevahiya bindestên cîhanê dike. Bi vê boneyê hêzên modernîteya kapîtalîst bi komploya navneteweyî û pergala tecrit û îşkenceyê ya Îmraliyê xwestin ramanên Abdullah Ocalan bifetisînin.
Li gel hemê cureyên tecrît û îşkenceyê deshilatdaran nekarîn ramanên Ocalan asteng bikin. Herwiha ligel hemû rêbazên îmha û înkarê jî nekarîn Tevgera Azadiyê tune bikin. Di ancama tecrîda bênavber û êrîşên bêsînor ên deh salên dawiyê de; hem dagirkeran hem jî xwediyên wan neçar man ku biçin ber piyên Abdullah Ocalan û lavayên çareseriyê bikin.
Rêberê Gelan Ocalan jî ev firsat bikaranî û hewl dide serdemek nû bide destpêkirin. Navê serdemê jî Serdema Aştî û Civaka Demokratîk e. Abdullah Ocalan di vî warî de hem bi raman û modela xwe, hem jî bi tevgera xwe û hem jî bi gelên bindest bawer e. Berî niha jî pêvajoyên çareserî û agirbestan da despêkirin. Tevger û gelê ji van pêvajoyan tevan serkefî û bi hêz derxist. Jixwe qediyana van pêvajoyan jî tirsa dagirkeran a mezinbûna Tevgera Azadiyê û gelê kurd û bindestan bû.
Ocalan niha cardin ji dagirkeran re dibêje ku hûn dest ji şideta leşkerî berdin, em jî dê dest ji bikaranîna çekan berdin. Banga têkoşîna bi rêbazên demokratîk dike. Qasî dewlet ji şidetê dûr be dê rêbazên demokratîk berdewam bikin, lê dewlet serî li şidetê bide dê berxwedanê li hemberî xwe bibîne.
Abdullah Ocalan bi vê pêvajoyê dixwaze şer û têkoşîna ramanan bide destpêkirin. Ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û bindestên cîhanê, vê felsefeye pêşniyar dike. Hewl dide ji tevkujî, komkujî, şer û xitimîna Rojhilata Navîn re rêyek nû veke. Bi hêza ramanê dixwaze civaka demokratîk saz bike. Pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bike. Vê erdnîgariyê ji hemû qirêjî, paşverûtî, kirêtî û hişkbaweriyên hezar salan xilas bike. Bi vê boneyê banga Rêber Ocalan wekî firsend û şansek hezaran salan ku carekê tê rûyê dinyayê ye. Şensek ji bo hemû gelên herêmê û mirovahiyê ye.
Ev bang li dijî modernîteya kapîtalîs a cîhanê û mirovahiyê ber bi felaketê ve dibe, banga modernîteya demokratîk û jiyana hevpar, wekhev û demokratîk e. Ligel hewldanên Dewleta Tirk ên berovajîkirinê jî, vê bangê ji niha ve bandorek mezin çêkir. Li Sûriyeyê gelê kurd bi rejîma nû ya Sûriyeyê re peymanek îmze kir. Ku mûdaxaleyên darbeyî çênebin Sûriye dê ji nexweşiyên hişmendiya netew dewletî rizgar bibe. Gelê kurd û gelên li Sûriyeyê dê bikaribin pergalek demokratîk ava bikin. Ev yek dê di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bibe despêka serdemek nû. Ev di heman demê de destpêka Ronesansa vê erdnîgariyê ya bi ramanên Abdullah Ocalan e.
Ji serkeftina vê Ronesansê berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hemû kes û hêzan. Ev pêvajo dê bi serê xwe û bêtêkoşîn pêş nekeve. Cihê têkoşîn lê nebe, pêşketin pêk nayê. Cihê têkoşîn nebe, tu maf nayên bidestxistin. Di vê serdemê niha de li Sûriyeyê destkeftinek mezin bi dest xistiye. Hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû gel û baweriyên Sûriyeyê serkeftin e. Li Tirkiye û Îranê jî dê heman bandor derkeve holê. Di serî de gelê kurd û hemû cudahî dê mafên xwe yên nasname, ziman, mafê perwerdehiyê û xwerêvebirinê bi dest bixin. Ku ev maf neyên nasîn û di makezagonê de cih negirin, di serî de şerê çekdarî hemû cureyên têkoşînê dê berdewam bin.