21Li Asyayê û Rojhilatê Navîn rojên dîrokî têne jiyîn. Mixabin ev dîrok dê ne bi awayekî erênî bê bibîranîn. Dê wekî trajediya mirovahiyê bê bibîranîn. Ji 7ê cotmeha 2023yan û vir ve li Rojhilatê Navîn her roj şer, xwîn, koçberî, hêsirên çavan û hwd. trajediyên mirovî diqewimin. 7ê cotmeha 2023yan Hamasê êrîşî Îsraîlê kir. Îsraîl jî ji bo bersiva vê êrîşê bide, sê sal in li Filistînê serî li ser mil, kevir li ser kevir nehişt. Îsraîl bi vî awayî jî nesekinî; serokê Hamasê Îsmaîl Haniye li Îranê kuşt, xelefê Haniye, Yahya Sînwar kuşt, serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah kuşt. Û di nav van geşedanan de jî mirina serokomarê Îranê Reîsî jî bi awayekî balkêş û gumanbar bû. Di mirina Reîsî ya gumanbar de rola Îsraîlê jî tê nîqaşkirin. Û niha jî Îsraîl li başûrê Sûriyeyê li gorî xwe bi hinceta ewlekariya xwe şerê xwe didomîne. Di vê navberê de Esad, Şam terk kir, Colanî û rêxistina xwe HTŞ bûn desthilatdarên nû yên Şamê. Dor li Îranê hat pêçan û Îran jî ji bo ku xwe ji hilweşînê biparêze ji qadên Rojhilatê Navîn vekişiya. Şerê Hûsî, Amerîka û Îsraîlê dest pê kir, niha jî şerê Hindistanê û Pakistanê dest pê kir û herî dawî jî Belûcistanê serxwebûna xwe îlan kir. Di nav van geremol û geşedanan de mirov behsa şerê Rûsya û Ûkraynayê neke ew ê kêm bimîne.
Li çar perçeyên Kurdistanê jî gelê kurd û vîna gelê kurd li hember kuştin, koçberî û herika xwînê helwesteke xurt a aştiyê nîşan da. Li rojhilatê Kurdistanê demeke dirêj e di nav rêxistinên kurdan û rejîma Îranê de agirbestek heye. Lê mixabin hovîtiya rejîma Îranê li hember jinan, siyasetmedar û aktîvistên kurdan didome. Li rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser rêveberiyeke civakî, aram û kolektîf ku hemû rengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de di nav aştiyê de dijîn ava kiriye. Êrîşî tu civakeke din nakin, bi tenê dixwazin civaka xwe ya demokratîk û pirreng biparêzin. Lê hin dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di halê xwe nahêle. Li başûrê Kurdistanê jî jiyaneke aram heye û di demên dawî de jî rêveberên Başûr ji bo civaka kurd û tifaqa kurdan di nav hewldanên erênî de ne. Li bakurê Kurdistanê jî rojên dîrokî yên erênî, ku di nava xwe de metirsiyan jî dihewîne, diqewimin.
Birêz Ocalan 52 sal berê li hember neheqiyeke mezin a dewleta yekperest a Tirkiyeyê têkoşîna jiyana wekhev û azad dabû destpêkirin. Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe hebûna kurdan bi Tirkiyeyê û bi dewletên herêmê da pejirandin. Nasnameya kurdan hat pejirandin, lê mafên bikaranîna çand, ziman û xwerêveberinê ne dihatin pejirandin. Birêz Ocalan ji bo têkoşîna mafên kurdan têkoşîna rêbaza çekdarî wekî rêbazeke bingehîn nedidît. Ji ber wê, Ocalan ji 1993yan vir ve her tim wiha dibije: “Heke ku rê li siyaseteke azad bê vekirin, em ji bo têkoşîna mafên kurdan û têkoşîna civakeke demokratîk amade ne ku dest ji çekan berdin û mijarê ji zêmîna tundî bikşînin zemîna hiqûqî û siyasî.” Piştî 32 salan û bi taybetî ji ber geşedan û geremolên Rojhilatê Navîn, Tirkiyeyê bi erênî nêzîkê pêşniyarên Abdullah Ocalan bû. Tirkiye bi vê mebestê di 1ê cotmeha 2024an de dest bi vê pêvajoya dawî kir. Birêz Ocalan bi erênî bersiv da vê pêvajoyê û ev pêvajo wekî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi nav kir.
Lê belê ji ber ku Tirkiye pêwîstiyên vê pêvajoyê bi cih neanî, niqaşa “Ew ê kîjan alî gava pêşî bavêje” derket holê. Birêz Ocalan ji tecrûbeyên berê, bi taybetî ji tecrûbeyên 2008-2013 û 2015an, bibû xwedî tecrûbe. Di 27ê Sibatê de bi awayekî bi xwe ewle bang li PKKê kir ku ji bo PKK, bi mabesta xwefesixkirinê, kongreya xwe bicivîne. PKKê bi erênî bersiva banga Ocalan da. Lê bele dewletê dîsa ji bo ku PKK kongreya xwe bicivîne, pêwîstiyên vê pêvajoyê pêkneanîn. Îcar ji bo pirsa “dora gav avêtinê ya kê ye?” niqaş di rojevê de bû. PKK ji bi cerebeyên xwe hebûn û li hêviya Tirkiyeyê nesekinî û di bin şert û mercên dijwar de kongreya xwe civand û di 12ê gulanê de ji rayagiştî re îlan kir ku ji îro pê ve li ser navê PKKê tu xebat ew ê neyê kirin û Partiyê xwe fesixkiriye.
Lê dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya wê, Ocalan û PKK çiqas gavên aştiyê bavêjin jî, heta îro pêwîstiyên vê pêvajoyê bi cih neanîne û her tim ji tevgera kurdan gavên nû, carna jî gavên ku ne mimkûn in, dixwazin.
Piştî Kongreya 12emîn a PKKê ku di encamnameya wê di 12ê gulanê de hat îlankirin û di vê encamnameyê de PKKê xwe fesih kiriye, hê jî ji aliyê dewletê yan desthilatdariya wê ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Di ser de jî Wezîrê Dadê ji bo mafê hêviyê ku ji aliyê DMMEyê ji bo birêz Ocalan biryar dabû û Wezîrê Perwerdeyê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê neyînî diaxivin.
Bi taybetî jî desthilatdariya Tirkiyeyê dîsa dixwaze bi awayekî rûneşuştî niqaşa “dora gav avêtinê ya kê ye” bike rojevê. Ez jî vê pirsê dipirsim: Gelo li gorî pîvanên siyasî, hiqûqî, exlaqî dora gav avêtinê ya kê ye?
Divê êdî civak rola xwe bilîze û bersiva van pirsan bide.
Birêz Ocalan dilsariya ji bo pêvajoyê ya desthilatdariyê û hin klîkên di nav dewletê de didît, lewma bangawaziya xwe ya fesihkirina rêxistina xwe kir û PKKê jî bersiv da û xwe fesihkir. Xwestin ku rêya çareseriya aştî û demokrasiyê li dewleta Tirkiyeyê vekin. Lê diyar e ku ev bi tenê têr nake. Pêwîstî bi alîkariya civakê jî heye.
Aştî ku pêk bê, ev aştî aştîya civakê ye û ji bo civakê ye. Lazim e ku civak bi hemû pêkateyên xwe yên wekî rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, rojnameger, rewşenbîr, siyasetmedar, cemeatên olî û rûspiyên civakê dengê xwe, daxwaza aştiyê bilind bikin û ji bo aştiyê, bandor li desthilatdariya Tirkiyeyê bike û berê desthilatdariya Tirkiyeyê ber bi rêya ku Abdullah Ocalan vekiriye de bike. Ew rê rêya aştî û civaka demokratîk e.