14 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banga Abdullah Ocalan pêngava azadiyê ye

Endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava azadiyê ye.

Endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bi vexwendina hin rêxistinên ramanê li paytexta Îngilistan Londonê gelek peywendî pêk anîn. Parlamenterê DEMê Çîçek ji xeynî van hevdîtinan, beşdarî panela bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê’ bû.

Di destpêka panelê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. MLKP, Gîk-Der û nûnerên rêxistina girseya demokratîk beşdarî panelê bûn. Beşekî girîng ê panelê ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Cengîz Çîçek di panelê de axivî û derbarê rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agahî da.

Çîçek diyar kir ku ev civîn û civînên ku wê ji vir û şûnde bên kirin, wê pêvajoya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd diyar bike û wiha pêde çû: “Civînên wiha ne tenê li Ewropayê, em ê li Tirkiye û Kurdistanê jî lidar bixin. Hevdîtina me ya dawî ya li giravê jî mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, ‘ne dawî, destpêkekî nû ye’.”

Çîçek bal kişand ser nîqaşên ji bo dema nû ya têkoşîna civakî û diyar kir ku ev civîn girîng in. Çîçek got, “Ev ji bo me wezîfeyeke welatparêzî, şoreşgerî û demokratîk e.”

Cengîz Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan tenduristiya gelekî ye. Tenduristiya Birêz Ocalan, tenduristiya polîtîk a gelekî ye. Ez dikarim vê bi zelalî bêjim, wêneyê hatî weşandin gelek heval hestiyar kirin. Gelek heval giriyan. Ev wêne tenê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan îfade nake. Eger mîna bendewariya gel dîmenek hatiba parvekirin, me dê bi hev re dîtiba ku ew çiqasê bi tendurist, motîve, kûr û lêhûrbûye. Lewma ez dikarim vê bêjim, Birêz Ocalan weke zihnî hîn zêdetir lêhûrbûye û kûr bûye, bi gotina wî hîn zêdetir ‘rafîne’ bûye û tenê li cihekê digere ku vê birijîne.”

Çîçek bi bîr xist ku Girava Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî veguheriye qada tecrîd û îzolasyonê û wiha got, “Em her tim dibêjin, girav bi xwe îzolasyonek e. Di nava giravê de odeyeke îzolasyonê ya taybet heye. Lê dema em pirs dikin ku tevî vê jî çawa li ser piyan dimînin, cewherekî taybet ê hevrêyên me yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê heye, ‘zanebûneke ku di nava çar dîwaran de ji bo parastina siyaseta gel û meşandina têkoşîna azadiyê, her derê dikin qada berxwedanê’. Rastiya herî berçav a li girtîgeha Îmraliyê, ev e.”

Cengîz Çîçek diyar kir ku tevgera azadiyê ya Kurd di têkoşîna 50 salan de di vîrajên girîng re derbas bûye. Çîçek sala 1999an bi bîr xist û destnîşan kir ku dem û şert û merc çi dibin bila bibin, gel yekîtiya xwe parastiye û bi vî rengî ev vîraj derbas kirine. Çîçek ev tişt jî bilêv kir: “Em tevgereke gel in. Têkildarî her mijarê dibe em cuda bifikirin. Ji bo azadiya xwe, me her cure berdêl daye. Azadî ne tenê karê hestê ye, karê zanist, dîrok û sosyolojiyê ye. Yekane rêya derketina ji van çerxerêyên dîrokî, ew e ku em bibin hevrêyê heqîqetê û bibin layiq.”

Çîçek anî ziman ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngavekî nû ye û navê vê jî ‘têkoşîna hebûnê qediya, niha dora azadiyê ye’.

Panel zêdeyî 3 saetan dewam kir. Bi pirs û şîroveyên gel eleqeyeke zêde nîşanî panelê hate dayîn.