1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banga Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza Mêrsînê xist

Li Mêrsînê bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Di Newrozê de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û hate destnîşankirin ku divê civaka demokratîk were avakirin.

Li qada Mîtîngê ya Tirmil a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ji saetên siharê ve welatî, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin qadê. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelêrî, beşdarî şahiyê bûn. Demek dirêj govend hate gerandin. Di şahiyê de her deqeya borî, coş zêde bû. Di şahiyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Mêrsînê Hasan Cide gel silav kir û Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî xwest ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist û piştre coşa girseyê hîn zêdetir bû.

Ji KESKê Erdal Karakuş axivî û diyar kir ku divê ji bo aştiyê, têkoşîn were geşkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan jî gel silav kirin û Newroz pîroz kirin. Endama Desteya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari destnîşan kir ku gelê Kurd hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn e û qala girîngiya têkoşîna hevpar kir.

Ji TJAyê Ayşe Çelîkbîlek jî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku jin ji bo aştiyê xwedî li bangê derkevin.

Parlamenter Alî Bozan peyama Newrozê ya girtiyan xwend.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku gelê kurd alîgirê aştî û demokrasiyê ye û bang li her kesê kir ku bi baweriyeke mezin xwedî li vê bangê derbikevin.

Ayşegul Dogan Dogan diyar kir ku Newroz rojeke vejînê ye jî û ragihand ku di vê rojê de hêviya wan mezin dibe.

Di şahiyê de Dayikên Aştiyê bi daxwaza ku bibe wesîleya aştî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kevokên spî firandin.

Hunermend Hîvron û Nurcan Degirmencî derketin ser dikê.