Şandeya ku ji Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama TJAyê Adalet Fîdan pêk dihat li Silêmaniyê bi gelek rayedaran re hevdîtin kir. Şandeyê bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re rûnişt. Dîsa bi rêxistinên civakî, nûnerên baweriyên misilman, zerduştî, êzidî, kakaî, katolîk re hevdîtin kir.
Endama Şandeyê û Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz ewil li ser armanca serdana partiyên siyasî axivî û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî vê bangê li çar aliyên Kurdistan û cîhanê nûnerên sazî, rêxistin û baweriyan piştgirî dan vê bangê. Hin kesan jî xwest vê bangê berovajî bike. Me xwest em vê bangê li her derê û her cihî belav bikin û bidin famkirin. Ji gelek derdorên fireh ên welatên cîhanê piştgirî hat. Lê divê têkildarî naveroka vê peyamê vegotinek berfireh bê kirin. Ji partiyên başûr, sazî û rêxistinên sivîl ên başur, rewşenbîr, nivîskar û şexsiyetên pêşeng daxwaz hebû ku şandeyek biçe wir û li wir têkildarî peyam û bangê agahiyên berfireh bide. Xwestin li ser rol û misyona sazî û rêxistinên başûr niqaş bên kirin. Armanca şandeya duyemîn ew e ku bi hemû partî, sazî û rêxistinên li Slêmaniyê re hevdîtinan bike û naveroka bang û peyamê berfirehtir bîne ziman. Li Slêmaniyê ji bo 4 rojan hevdîtin hatine plankirin. Lê ji bo Hewlêr û bajarên din jî hevdîtin hatine plankirin. “
Gelek partî û rêxistin ziyaret kirin
Li ser nêzîkatiya partî û saziyên ku şandeyê serdana wan kir jî Salîha Aydenîz ev agahî parve kir: “Heta niha me bi Tevgera Goran, Tevgera Helwest, Partiya Beriya Gel, Waliyê Silêmanê, Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşît re hevdîtin kirin. Me bi saziyên sivîl û demokratîk û bi gelek nivîskar, rewşenbîr û nûnerên civakî re hevdîtin kirin. Me bi nûnerên baweriyan ên wekî zerdeştî, kakaî, suryanî, êzidî û ol û baweriyên din re hevdîtin kir. Nêzîkatiyên tevan erênî bû. Hemûyan banga Aştî û Civaka Demokratîk ji nêzîk ve şopandine û piştgiriya xwe tînin ziman. Di vê pêvajoyê re polek mezin dikeve ser milê wan. Ji ber ku planên xerab ên Dewleta Tirk herî zêde li Başûr tên meşandin. Divê nûnerên partiyan û pêşengên civakê li dijî van planan hişyar û xwedî helwest bin.”
Di berdewama axaftina xwe de Salîha Aydenîz, bilêv kir ku wan ji xwest ku partî û rêxistin bi rol û mîsyonên xwe rabin û wiha axivî: “Heta niha ji xeynî partiyên me tu kesî ji bo çareseriyê gav neavêtiye û neketine nava hewldanan. Me xwest hemû sazî û pêkhateyên li başûr berpirsiyariya dîrokî bidin ser milê xwe. Me xwest di pratîkê de helwesta xwe nîşan bidin. Hemûyan jî diyar kirin ku çi ji destê wan bê dê bikin.”
‘Ji şandeyê bêtir agahiyan dixwazin’
Salîha Aydenîz têkildarî daxwaza şandeyê ya ji rêxistinên sivîl û jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Di van hevdîtina de hemû kes dixwazin ji bakur şandeyek bê. Dixwazin li ser naveroka bangê niqaşan pêş bixin. Di serî de saziyên başûr û beşên din ên Kurdistanê jî dixwazin şande têkildarî naveroka bangê wan ziyaret bike û li ser bangê niqaşan bikin. Ev ban dê bandeke çawa li ser çal aliyê Kurdistanê bike. Ji bo desthilat gavan bavêje divê zextên çawa li dewletê bêne kirin. Li ser van mijaran em axivîn. Me destnîşan kir ku êrîşa dewleta tirk tenê li ser Bakur nayên kirin. Di heman demê de li ser çar aliyê Kurdistanê êrîşên Dewleta Tirk hene. Me xwest her kes vê bangê wekî ku ji wan re hatiye kirin bigirin dest û fam bikin. Me xwest Kurd li dijî van êrîşan yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Ev hevdîtin ji bo yekîtiyê jî gelek girîng in. Em armanc dikin ku ev bang baş bê famkirin û baş binirxînin û li gorî wê rol û rista xwe bi cih bînin. Her wiha em dixwazin li ser vê bangê çawa yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber vê yekê me xwest her kes cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigire.”
Salîha Aydenîz herî dawî li ser xebatên xwe yên siberojê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Me li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 140 civîn bi gel, saziyan re pêk anî. Me li ser rol û rista wan nirxandin kir. Dema em hatin Silêmaniyê daxwaz gelek zêde bûn. Hemû sazî û rêxistinan xwest em bi wan re jî civînan pêkbînin. Daxwaz ji me gelek zêde ne. Em ê li Hewler, Duhok û Zaxoyê jî bi rewşenbîran û li zanîngehan re em ê civînan pêk bînin. Ku derfet çêbibin em ê li Rojava û Rojhilat jî hevdîtinan bikin. Em dixwazin her kes li ser rol û rista xwe tev bigerin û kî bixwaze em ê hevdîtinan bi wan re berdewam bikin.”