30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banga 27ê Sibatê banga sedsalê ye

Aştî bi zanista siyasî tê avakirin. Civaka demokratîk jî li ser nirxên exlaqî, aborî, edalet û huquqî tê avakirin. Ew nebin aştî çênabe û civaka demokratik nayê avakirin.

Kurd 50 sal in li dijî curumkarî û kiryarên faşizan têdikoşin. Gelê Kurd, di vî şerê dijwar de dîrok xistine lêpirsînê. Banga Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, encama vê têkoşînê ye û destpêka dadgehkirina dîroka sed salî ye.

Di pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratik” de herî zêde nirxandina sosyolog, akademsiyen û hin pedegogan bala min kişandiye. Ji ber ku ew dibêjin, Birêz Abdullah Ocalan hemû termên neo“îst” û yek”îst” red kirine û rewşa xitimî bi dawî kiriye. Dîtina wan a hevpar jî ew e ku banga Birêz Ocalan û biryarên Kongreya 12mîn a PKKê, di aliye zanista civakî û disîplîna dîrokî de giring in û dibêjin; bandoreke mezin li cîhanê kiriye.

Ji bo vê jî banga Abdullah Ocalan wek “banga sedsalê” binav dikin. Ev tê wateya ku kevirên di rêzkirina riya paşerojan de bi taybetî li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, ji nû ve têne danîn. Ferhenga demokrasiyê û civakî tê guhertin.

Rast e; hem rêya dîrokê, hem ferhenga demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji rêyên dîrokî û ferhenga demokrasiya cîhanê cuda ne. Tirkiye û tevahiya dewletên li Rojhilata Navîn, ji “şablon” û paşverûtiya tarî ya împeretoriya Osmanî dûr neketine. Hîna di sîstema “evd-xwedî” dewşîrmetiyê dene û azad nebûne. Hemû desthilatdariyên van dewletan, di sedsala navîn de asê mane û guhertinek nekirine. Her tişt medî ye. Ew madiyet jî di destê desthilatdaran de şûrê bi xwîn e.

Hin desthilatdarî, di bin navê “komar”geriyê de bin jî, ji sîstema teokratik, radîqalîzm û nîv monarşîk rizgar nebûne. Hişmendiya wan şûr û xwîn e.

Ne tenê mîratzadeyên Îtihat û Terakî yên Tirkiyeyê ku,”sêva sor” kirine diruşmeya xwe û aştiyê têkçûna xwe dibinin; Molleyên Îranê, mîrek û kralên Ereban jî biqasî çeteyên DAIŞê aşiqê “futuhat”ê ne. Navê wan dewlet e. Secdeya wan “text”e. Şemana wan û baweriya wan hûkûmranî ye. Xîlafeta veşartî ye.

Li van welatan zanista siyasî nîn e. Di korîdorên siyasî, yên van welatan de, nirxên exlaqî, rûmet, edalet û normên huquqî jî nînin.

Aştî bi zanista siyasî tê avakirin. Civaka demokratîk jî li ser nirxên exlaqî, aborî, edalet û huquqî tê avakirin. Ew nebin aştî çênabe û civaka demokratik nayê avakirin. Niha li Tirkiyeyê û tevahiya dewletên Rojhilata Navîn, bi awayekî sistematik, şaristaniya madî û lîstikên Koçberî-qirkirin-demografî” û êrişên tarî di pratîkê de ne. Jiyan kor, kerr û lal kirine. Dîrok kirine kavil û desthilatdar jî li hespên xwe sişwar in û pîkolê dikin.

Di şerê 50 salî de gelê Kurd, berdêlên giran dan, lê demsalên mirovahiyê guhertin, gramera şaristaniyê guhertin, hişmendiya avakirina jiyanê guhertin; bûne dengê gelên ku di şikeftan de hatibûn “kebîs”kirin.

Ji bo vê jî, gotinan sosyolog û akademîsyanan ku dibêjin, banga Abdullah Ocalan “banga sedsalê ye” rast e. Bi tecrube û têgihiştina dîrokê, civaknasî, dîplomatîk û feylesofî gav avêtiye. Lê gelo rayedarên Tirk-î Îslam û Tirk-î Turan rastî fêhm kirine? Dê operasyonan rawestînin? Tewşeleyên Bizansî, li Enqerê di pratîkê de ne.

Ji bo ve û ji bo guhertina mîratzedeyên dewşîrme, têkoşînek nû ya zanistî û perwerdehiya pîsokolojîk a rehebîlîtaysonê mercê nabe nabe ye!

Mixabin mîratzedeyên dewşîrme, hîna, bedcaniya “kizil elma” dijîn. Ev ruhekî mirî ye û Kurd jî mecbur in di vê pêvejoyê de bi vî ruhê mirî re têbikoşin. Rîsk zêde ne. Divê her du kefikên mêzîn, bi reform û ronesansê bên dagirtin. Têkoşîna li dijî ruhên nexweş zor e. Hele ku ev nexweşî, di aliye pîskolojîk û patalojîk de kûr bibe! Navê nexweşiya patalojîk “mîtomanî” ye û weke nexweşiya derewan jî tê binavkirin. Derew her dem dibine bingeha lîstikên qirêj. Guhertina van zewatan, wê ne hêsan be. Ji bo vê jî divê Kurd, bi hişmendiyeke têgihiştî û diyalektîka materyalist a dîrokê haraket bikin.

Desthilatdariya 22 salan a AKP/MHPê xwe weke “desthilatdariya ruhanî” dabe naskirin jî, bi zihniyeta yekparêz haraket kir û ev yekparêzî xurt û dijwar kiriye. Zihniyeta yekparêz, tenê di sîstemên dewşîrme de heye û weke tuhên bedcan tê binavkirin. Mirovên “dewşirme” dîrokê çênakin, dîrok jî wan çênake. Mixabin, teza Fernand Buraudel ku dibêje, “dîrok jî mirovan çêdike,” ji bo mirovên dewşirme derbas nabe.

Li gorî min; Divê mîratzedeyên dewşirme, di aliye psikolojîk û psîkanalîst de werin tedawîkirin. Mixabin, derfetê Kurdan jî nînîn ku ji bo wan navendên rehabîlîtayonê vekin: Rêya ku Kurd bişopînin ev e; divê her nivîs, her daxuyanî, her gotar û axftinên di miting, panel û kongreyan de, bi dersên zanistî û dîrokê dagirtî bin. Muhakemat-dadgehkirina vê serdema çareseriyê, wê bibe despêka tedawîkirin û rehabilitasyonê. Bêguman tedawîkirin û rehebaîlîtasyona komên xelkê, bi serdemekê sînordar nabe, serdemên dirêj dive.

Ya ku dile mirovan xweş dike ew e ku, civakên li Tirkiyeyê, di şerê nivsedsalê de, ligel gele Kurd dersên mezin girtine û perwerde bûne.

Xala metirsînî; elîta desthilatdariya mîratzede ye. Ev koma elît, bune jehra di kevir de û ji nirxên civakî dûrketine. Fetîşa alê û yek-yekan, pejirandine. pîvanên exlaqî winda kirine. Vê jî ew bi nexweşiya ”mîtomanî” xistine û dixwazin herka dîrokê rawestînin. Nexweşiya “mîtomanî” nexeşiyeke patolojîk e, bi taybetî di sîstemên dewşîrme de zêde heye.

Ji ber vê rewşa pîskopatî, deriyên têkiliyan û guhertinan kilît kirine. Têkoşîna nû ya Kurdan, wê bi zor û zahmetî be, lê têkoşîneke xurt û rêkûpêk, wê dikaribe kîlîdên van deriyan bişkîne û jehra di kevir de paqij bike, hingî wê nexweşiya, “mîtomanî” jî tedawî bibe. Helbet, di erdnîgariyeke berfireh de têkoşîna civakî û kesayetî wê ne hêsan be. Civaka Demokrtaîk, modeleke nû ye û tenê li Rojava tev li ava çemê dîrokê bûye.

Ji bo berterefkirina van spekulasyonan  divê gelek parantez bên vekirin. Divê di aliye dîroka civakî, erdnîgarî, siyasî û aborî ya Anatolya û Mezopotamyayê de bi berfirehî bê rawestin û zeafên dîrokî ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî divê, li gel 5 pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan, hemû pirtûkên nivîskarên Kurd yên di nivsedsalê de hatine nivîsandin, li tevahiya Tirkiyeyê bên belavkirin.