30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bang, niyet û helwest

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ji salên 90î û vir ve li ser bangên Rêber Apo gelek caran pêvajoyên aştiyê hatin despêkirin. Lê ev pêvajo hemû ji aliyê partiyên deshilatdar anku hêzên di nava dewleta kûr de li gorî berjewndiyên xwe hatin destgirtin û têk birin.

Pirs û nêrînên li ser rewşa ku bi banga Rêber Apo despêkiriye di rojeva gelê Kurd û herêmê de ye. Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk; PKKê bi awayekî wêrekî Kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryarên gelek girîng girtin. Ev biryar ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo demokrasiya Tirkiye û Rohilata Navîn jî deriyên nû vedike. Li hemberî vê pêvajoya ku bi hewldanên Rêber Apo hatiye destpêkirin dewleta Tirk xwe giran dike û hewil dide ku ji rewşa heyî li gorî berjewnediyên xwe sûd werbigire. Em ê hewil dibin ku bi zimanekî zelal û bi awayekî analîtîk bersivê bidin çend pirsên derbarê rewşa heyî de.

Di 27ê Sibata 2025an de, Rêber Apo ji girtîgeha Îmraliyê bangeke dîrokî kir û xwest ku PKK kongreyekê li dar bixe, dawî li têkoşîna çekdarî bine û xwe fesix bike. Da ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî bê çareserkirin. Ev banga, dawî li têkoşîna çekdarî ya zêdetirî 40 salî tîne bi armanca rê li ber diyalogeke siyasî veke hate kirin. Ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê ev bang erênî hate pêşwazîkirin û ji bo wê piştgiriyek xurt hebû.

Di navbera 5-7ê Gulanê de, PKKê li herêmên Parastinê yên Medyayê Kongreya xwe ya 12mîn li darxist û biryarên girîng girt. Di nav van biryaran de, rawestandina şerê çekdarî, fesixkirina sazûmaniya rêxistinî ya PKKê, û veguherîna têkoşînê bo qada siyasî û demokratîk hebûn. Ev biryar weke bersiveke erênî ya ji bo banga Rêber Apo hatin nirxandin û ji hêla gelek aliyan ve erênî hate pêşwazîkirin.

Her çendî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrên wî, biryarên PKKê weke “dîrokî” bi nav kirin û gotin ku ev yek wê “ji bo aştiyê gaveke girîng be” jî, lê heya niha dewleta Tirk gaveke berbiçav an hewldaneke ji bo piştgiriya vê pêvajoyê neavêtiye. Mînak, reformên qanûnî yên ji bo garantîkirina mafên Kurdan, baştirkirina şertên Rêber Apo yên li girtîgehe Îmraliyê, an jî serbestberdana girtiyên siyasî  û nexweş nehatine rojevê.

Tê dîtin ku dewlet û partiya desthilatdar AKP di vê pêvajoyê de ne li gorî pêwîstiyên heyî tevdigere. Li şûna guh bide daxwazên civakê û aliyên pişgiriyê didin vê pêvajoyê, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Bêgûman mirov dikare vê yekê bi çend sedeman ve girê bide.

Ji salên 90î û vir ve li ser bangên Rêber Apo gelek caran pêvajoyên aştiyê hatin despêkirin. Lê ev pêvajo hemû ji aliyê partiyên deshilatdar anku hêzên di nava dewleta kûr de li gorî berjewndiyên xwe hatin destgirtin û têk birin. Niha jî gûman heye ku AKP vê pêvajoyê bike qurbana hesabên xwe yên siyasî. Lê divê em ji bîr nekin ku ev pêvajo naşibe yên berê. Her çendî dewleta Tirk bi zihniyeta xwe ya derdestî û dagirkeriyê nêzî pêvajoyê dibe jî di halê heyî de li gorî tê xuyakirin înîsiyatîf di destê Rêber Apo de ye. Ev jî baweriyeke xurt dide Tevgera Azadiyê û derdorên demokratîk ên pişgiryê didin vê pêvajoyê.

Bêgûman di vê pêvajoyê de erk û berpirsiyariya DEM Partiyê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê û bi partiyên siyasî, saziyên civakî û hêzên demokrasiyê re hêz dide vê pêvajoyê. Lê divê bê zanîn ku erk û berpisyariya DEM Partiyê ew e ku vê pêvajoyê ji civakê re ragihîne. Niha di bin navê Hevdîtinên Civaka Demokratîk de li gelek navendan civînên gel têne lidarxistin. Ev civîn ji bo ku civak jî beşdarî pêvajoyê bibe girîng in. Lê divê ev civîn bi bajarê Kurdan re tenê sînordar nemînin. Li gorî baweriya min ji Kurdan zêdetir pêwîstiya civaka Tirkiyeyê heye ku vê pêvajoyê fam bike û derxe zanebûnê. Lewma divê tora van civînan hîn befirehtir bibe da ku bikaribin xwe bigihînin hemû beşên civakê. Ger di vê çarçoveyê de xebateke civakî were meşandin û gel beşdarî pêvajoyê bê kirin; ez di wê baweriyê de me ku dê deshilat jî nikaribe li dijî vê rewşê bêhelwest bimîne. Dê neçar bimîne ku gavên pêwîst bavêje.

Di vê pêvajoyê de yek ji pirsgirêkên sereke jî mirov dikare bêje nebûna baweriyê ye. Tevgera Azadiyê dibêje ku serkeftina pêvajoyê bi zemînekî qanûnî û mafên demokratîk ve girêdayî ye. Lê dewleta Tirk heta niha di vê mijarê de gavê pêbawer navêtiye. Heta niha îşaretên gavavêtinê jî nîşan nedaye. Ev yek jî bi serê xwe baweriya li dijî dewleta Tirk kêm dike. Her çendî di van çend rojên dawî de di bunya meclîsê de nîqaşên ji bo avakirina komîsyonê hatibin despêkirin jî mirov dikare bêje ev têrker e.

Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, dewleta Tirk divê gavên baweriyê biavêje. Wekî baştirkirina şertên Rêber Apo, serbestberdana hin girtiyên siyasî, an jî reformên qanûnî yên ji bo mafên çandî û siyasî. Hemû civak îqna ye ku Tevgera Azadiyê di vê pêvajoyê de tişta ketiye ser milê wê bi berpirsyariyeke mezin pêk aniye. Bawer dike ku gavên pêwîst avêtiye. Lê heya niha dewleta Tirk gaveke berbiçav neavêtiye. Ev jî şik û gûmanan zêtir dike.

Em dikarin bêjin ku helwesta dewleta Tirk a ku heya niha gaveke berbiçav neavêtiye, dikare weke nîşana nebûna niyeta cidî ya ji bo reformên demokratîk were şîrovekirin. Ev yek dikare ji ber hesabên siyasî yên navxweyî, an jî stratejiya dewletê ya pêvajo belavkirina demê were nirxnadin. Wisa diyare ku dewleta Tirk li gorî geşedanên li herêmê diqewime nêzî pêvajoyê dibe.

Divê were zanîn ku ger dewleta Tirk ne stratejîk, taktîk nêzî vê pêvajoyê dibe, dê pir mezin winda bike. Dê Tirkiye bi xwe winda bike. Ji bo ku ev firseta dîrokî bi ser bikeve, divê dewlet bi awayekî zelal û berbiçav gavê şênber bavêje. Gavên ku bên avêtin jî di warê yasayî û siyasî de pêvajoyê hilde bin garantiyê. Ger di vê çarçoveyê de nêzî banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo bibe wê bikaribe di siyaseta herêmê de jî bibe xwedî misyoneke girîng. Nexwe ger wisa tev negere û pêvajoyê bike qurbana hesabên xwe yên teng, dê mezin winda bike.