Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê da xuyakirin ku di êrîşa li dijî balyozxaneya wan a Îranê de serokê dezgeha ewlehiyê hatiye kuştin. Êrîş îro serê sibehê li dijî balyozxaneya Azerbeycan a li Tehranê pêk hatiye.
Wezaretê ragihand ku di encama gulebarana çekdarekî li ser xaleke nobedariya balyozxaneya Azerbaycanê ya li Îranê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya wezaretê Êrîşkar derbasî noqteya bobedariyê bûye û bi kalaşnîkovê karmendê ewlehiyê kuştiye.
Medyaya Azerbaycanê ragihand ku Orhan Askarov, serokê dezgeha ewlehiyê ya balyozxaneyê di dema bersivdana êrişê de hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne. Medyaya Îranê jî behsa girtina kesekî ku tê texmînkirin berpirsê êrîşa ser balyozxaneya Azerbaycanê kir. Lê heta niha der barê nasnameya êrîşkar de tu agahî ji alî rayedarên herdu welatan ve nehatine parvekirin.