Li gor zanyariyan, dewleta tirk di saetên nîvro de li bajaroka Çiwarta ya ser bi navçeya Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê wesayîtek hedef girt. Li gor zanyariyên destpêkê sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Têkildarî êrişê hîna ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Duh jî dewleta Tirk bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Di wê êrişê de jî welatiyê bi navê Muzefet Hisên Xidir û her du kurên wî yên bi navê Mihemed û Mubin şehîd ketin.