12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên Tirkiyeyê li Eyn Îsayê 12 sivîl kuştin

Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê hate kirin, piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, dewleta Tirk şevê din saet di 23:00an de li gundê El Mustareha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êriş kir. Hate ragihandin ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine qetilkirin wiha ne:

Mistefa Mihemed Îbrahîm Îdo. Du keçên Mistefa Mihemed Îbrahîm û hevjîna wî.

Keça Ebû Fadî, Keça Ehmed Feneş

Îsmaîl kurê Ebû Fadî

Mehmûd Mihemed Îbrahîm Îdo (Abû Fadî)

5 zarokên ku navên wan nehatin zanîn.