8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên Tirkiyeyê di salekê de li Rojava 98 kes kuştin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an heta niha 216 caran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encama van êrîşan de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û 139 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li Hesekê êrîş pêk anî. Di êrîşan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku Navenda wê Îngîlistan e, ji destpêka 2024an heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê 216 caran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûrî kiriye û 98 kesan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li gundê Tel Borak ê Hesekê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 1 jê jin 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Di heman rojê de balafirên şer ên Tirkiyeyê li navçeya Sirinê yê Kobanê embara genim bombe kir û zêdeyî 300 ton genim şewitî. Di 19ê Kanûnê de dîsa balafirên şer ên Tirkiyeyê maşîneya rojnamevanan bombe kiribû. Di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de rojnamevan Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan û ajokarê wan jî birîndar bû. Li gorî daneyên SOHRê ji destpêka 2024an heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 216 caran êrîşên hewayî pêk anîn. Di encama van êrîşên hewayî de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de 59 şervan û 80 sivîl bi giştî 139 kes birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHRê balafirên şer 144 caran axa Haseke, 13 caran axa Reqayê, 59 caran axa Helebê, bombe kiriye.