Dema tîmên agirkujê hewl didan şewata piştî bombebaranê bi şîrketa çîmento ya li bajarokê Çelebiye yê rojhilatê Kobanê ketiye vemirînin, balafirên Tirkiyeyê tîm bombe kir. Balafirên şer ên Tirkiyeyê vê carê li rojhilatê Kobanê tîmên agirkujiyê jî kirin hedef. Ji dîmenên hatin kişandin jî xuya dibe ku balafirên şer dema tîmên agirkujiyê hewl didan şewata li şîrketa çîmento vemirîne bombe kiriye.
Depoya genim bombe kir
Balafirên bêmirov li aliyê din dîsa li Kobanê depoyeke genim û daristana Kobanê bombebaran kir. Nûçegihanên ANHA li herêmê ragihandin ku balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta tirk depoyeke genim a li bajarê Kobanê bombebaran kir. Hemwextî wê, daristana li başûrê bajêr jî bombebaran kir. Heta niha agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatine bidestxistin.