9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Awdanan û Melekşahê gel berxwedana xwe didomîne

Rejîma Îranê ji bo hêza xwe nîşan bide bi balafirên şer li asîmanên Awdanan û Melekşahê digere.

Serhildana ku 28ê kanûnê de li Îranê destpêkir bênavber didome. Duh bi şev serhildêrin li parêzgeha Îlamê kontrola bajarên Awdanan û Melekşahê bi dest xistin. Li gor agahiyên ku ji herêmê tên hejmara girtiyan pir zêde ye û bi dehan kes hatine kuştin.

Li gor agahiyên ku me ji herêmê girt polîs û leşkerên girêdayê rejîma Îranê li bajarên Awdanan û Melekşahê kontrola gelek cihan wenda kirine û li çend cihên ku mane jî nikarin ji avahiyên xwe derbikevin.

Herwiha li gor agahiyên ku çavkaniyên me ji herêmê dan Îran ji ber ku hem di rewşa navxweyî de û hem jî di siyaseta navdewletî de di zehmetiyê de ye niha şaşwaz e. Rejîm ji bo karibe di herdû aliyan de jî hêza xwe nîşan bide li ser bajarên Awdanan û Melekşahê balafirên şer difirîne. Lê hat ragihandin ku ji ber bertekên saziyên mafên mirovan û hişyariyên dewletan Îran taqet nake ku bi balafirên şer êrişê gel bike.

Çavkaniyê me ku rewşa dawî bi me re parve kir da zanîn ku gel li Rojhilat bi biryar e cihê ku kiriye bin kontrola xwe biparêze.