Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê 3 caran derdora gundê Helobe yê li başûrê Idlibê, gundê Enkawî yê li herêma Sehil El Xab a li rojavayê Hemayê bombebaran kirin.
SOHR′ê anî ziman ku der barê windahiyan de tu agahî bi dest neketin.Hemwextî bombebarankirinê, hêzên hikumeta Şamê gundên Fitêra, Filêfil û Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê, derdora gundên Kefer Teal û Kefer Emê yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.
Li herêmên hatine bombebarankirin û topbarankirin, komên çeteyên ′Tehrîr El Şam, Ensar El Tewhîd û Partiya Îslamî ya Tirkistanî′ û çeteyên dewleta tirk hene.