Di 28’ê Nîsana 2024’an de, 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan ên ser bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê bûne.
Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta tirk kolberan bombebaran kiriye û di encamê de her du kolberan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber ku cenazeyên kolberan di bin gefa êrîşê de ne, li cihê xwe man û hîn nehatine wergirtin.
Qeymeqamê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî agahî piştrast kirin lê navê kolberan aşkere nekir.