Balafirên Israîlî îro danê sibê li dijî balafirgeha navdewletî ya Helebê û balafirgeha leşkerî ya Nêreb a Helebê êrîşên ezmanî pêk anîn.
Di encama êrîşan de balafirgeha Helebê ya Navnetewî bi carekê ji kar derket û li balafirgeha leşkerî ya Nêreb jî 2 depoyên çekan bûn hedefa êrîşan.
Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirov a Sûrioyeyê ji destpêka sala 2023’an ve, 26 caran Israîlê êrî,ş kiriye ji wan 19 bi rêya asmanî û 7 jî ji bejayî ve xaka Sûriyê kiriye armanc û di encama wan êrîşan de nêzîkî 63 hedef pêk hatine ku di nav wan de çek, depoyên cebilxane û navendên leşkerî jî hebûn.
Di van êrîşan de 61 leşker hatin kuştin û 69 leşker jî bi dereceyên cuda birîndar bûn.
24 hêzên rejîmê ku di nav wan de efser jî hene
24 ji milîsên girêdayî Îranê ji neteweyên ne sûrî ne
6 ji milîsên Pasdarên Şoreşa Îranê
4 ji milîsên girêdayî Îranê yên ji neteweya Sûriyê
3 ji “Hizbullah”a Libnanî.