Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku xwe dispêrin nûçegihanê wan ê ji cihê bûyerê ragihandine, li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û garaja otobusan a taxa Enteriyê ya rojhilatê bajarê Qamişlo erebeyek hat bombebarankirin.
Hat diyar kirin ku erebe ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek a dewleta tirk ve hatiye bombebarankirin. Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê di wesayitê de dayikek û kurê xwe şehîd bûne. li gorî heman çavkaniyê kesên ku di vê êrîşê de hatine qetilkirin Xalide Mihemed Şerif a 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî ne.