Li Kurdistanê êrîş û polîtîkayên şerên taybet bênavber didomin. Şerê taybet li hemû civakê bandor dike. Lê zêdetir li jinan dike. Li Amedê, piştî Rewşa Awarte (OHAL) bi KHK’ê gelek saziyên jinan hatin girtin. Her wiha bi tayinkirina qeyûman re jî gelek saziyên jinan ên şaredariyên HDP’ê hatin girtin. Di rewşek wisa de Komeleya Jinan a Rosayê di 29’ê kanûna 2018’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet hat damezirandin. Ji roja ku komele hatiye avakirin ve hewl dide polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê deşîfre bike. Komeleyê di 5’ê cotmehê de bi dirûşma “Li hemberî tundiya li ser jinê, jin têkoşînê dihûnin” kongreya xwe ya awarte li dar xist û rêveberiya xwe nû kir. Komele, ji ber xebatên xwe tim bi zextên darazê re rû bi rû dimîne.
Rêvebira Komeleyê Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat, der barê kar û xebatên wan de ji rojnameya me re axivî. Berfîn Polat, bi bîr xist ku di Rewşa Awarte de hemû navendên alîkarî û piştevaniyê yên jinan hatine girtin û wiha got: “Yên ku nehatine girtin jî hatin felçkirin. Wê demê tundî pirsgirêkek pir giran bû. Lê nedihat xuyakirin. Wê demê tenê raporên ÎHD û TÎHV’ê hebûn. Hemû çapemeniya azad û saziyên sivîl di bin zexteke mezin de bûn. Ji ber vê yekê me hewcedarî bi vekirina Rosayê dît û komelê ava kir. Piştre ji bo em têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bimeşînin û jinan hişyar bikin me dest bi xebatan kir. Lê tevî ku serlêdan ne di plan û projeyên me de bûn jî jinên tundî li wan hatin kirin serî li me dan. Her ku çû serlêdan ji bo me bûn barek mezin.”
Alîkariya bi hev re
Polat, da zanîn ku ji ber serlêdanên zêde wan bang li saziyên sivîl, sendîka, sazî û dezgehên jinan kirine û ev agahî dan: “Piştre jî me protokoleke ku ji sê xalan pêk dihat amade kir. Piştî ku me van komîsyonan ava kir, me hemû doz û bûyeran li ser vê torê şopand. Berê me 6 mehan carekê rapora torê parve dikir. Me ev guhert, çend sal in em di 25’ê Mijdarê de salê carekê bi raya giştî re parve dikin. Ji bilî roporên torê em li dijî tundiyê, di Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê de jî cih digirin. Em bi wan re pîrozbahiyên 8’ê Adarê jî di nav de gelek çalakî û bernaneyan li dar dixin. Em pêkhateyek Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Parastina Bajêr in. Em di gelek tor û platformên li Tirkiyeyê yên wekî Kongreya Stargehan, Koalîsyona Jinan û Jin bi Hev re bi Hêz in de cih digrin. Em bi wan re gelek plan û bernameyan saz dikin û çalakî li dar dixin. Ev yek navbera me û tevgera femînîzmê xurttir dike.”
Stargehên qeyûman
Di berdewamê de Polat, bi lêv kir ku piştî wan komele ava kirine komîsyonan jî ava kirine û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em di çarçoveya komîsyonên serlêdan, hiqûq, perwerde, rêxistin, ragihandin û çapemeniyê de xebatên xwe dimeşînin. Carinan pêwîstî bi avakirina komîsyonên nû û berfirehkirina komîsyonên heyî heye. Niha pêwistî bi berferhkirina komîsyona serlêdanan heye. Jin ji ber hesasiyeta siyasî naxwazin li malên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kirine bimalin. Ji ber ku şert û mercên stargehên wan pir xerab in naxwazin li wir bi cih bibin. Di rewşên wiha de em bi gelemperî wan sewqî stargehên girêdayî Şaredariya Stenbolê yan jî sewqî Mor Çati dikin. Ji ber ku şertên wan baş in em wan dişinin van deran. Di erdhejê de me ji bo jin û zarokan Platforma Parastina Bajar ava kir. Me hemû xebatên li ser vê bi awayekî aktîf meşand. Xebatên komeleyê hîn jî li herêma erdhejê jî didomin.”
Pêwîstiya bi têkoşînê
Polat, destnîşan kir ku bêyî serî li ber zext û zordariyên edlî deynin xebatên xwe yên li dijî vê zilmê didomînin û axaftina xwe wiha domand: “Li Tirkiyeyê hawirdoreke ku bi şer û tundiyê hatiye afirandin heye. Polîtîkayên bêcezakirinê, hedefgirtina maf û destkeftiya jinan, hewldanên paşvexistina têkoşîna jinan, zêdebûna bikaraîna çekên ferdî, polîtîkayên tundî û qetlîamên li ser jinan li vî welatî gihiştine asta herî jor. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê em bi rewşên girantir re rû bi rû dimînin. Komeleya me li Amedê ye, em hemû xebatên xwe ji vir dimeşînin, lê ji gelek bajarên herêmê serlêdan tên. Em piraniya danişînên li bajarên din jî dişopînin. Di komisyona me ya hiqûqê de ji Mêrdîn, Şirnex, Stenbol û Îzmîrê parêzer hene. Heta ku ji destê me were em ê bûyerên tundî, tacîz, destdirêjî û kuştina jinan bişopînin. Çewa ku em zêdetir bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne, pêwîst e ku li dijî vê yekê xurtir şer jî bikin.”
Plan û projeyên nû
Di axaftina xwe de Polat, bal kişand ser plan û projeyên wan ên nû jî û der barê de mijarê de ev tişt got: “Em plan dikin ku di heyama pêş de zêdetir bi jinan re têkilî deynin, giranî bidin xebatên taxan û atolyeyên perwerdeyê vekin. Dema em hewl didin bersivê bidin binpêkirinên mafan ên ji aliyê dewletê ve tên kirin em berhemdariya xwe winda dikin. Dibe ku em di vê heyamê de vegerin ser berhemdariya xwe. Armanca me ne serlêdanên tundiya li ser jinan bûn lê ji ber ku di vê der barê de gelek serlêdan li me hatin kirin armanca komeleyê hinek guherî. Her çiqas me bi hêza xwe ya heyî her tiştê ku ji destê me hat kir jî gelek kêmasiyên me hene. Gelek binpêkirinên mafên mirovan hene, dema ku em hewl bidin bersiv bidin hemûyan dibe ku em kêm bimînin. Ev kêmasî ji ber zextên giran ên dewletê ne.”
Polat, agahî da ku her jina ku tê komeleyê hemû alîkariyên derûnî û yasayî digire û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Carinan serlêdanên çewt tên, em wan arasteyî saziyên rast dikin. Serlêdanên ku mijar zarok bin tên em wan arasteyî Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê dikin. Zêdebûna serlêdanan nîşan dide ku tundî zêde bûye.Ji ber vê rewşê me Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ava kir.”