Li gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê artêşa tirk ji duh ve êrîşên xwe zêde kirine. Artêşa tirk û komên çekdar ên girêdayî wê şeva berê bi çekên giran derdora Til Rifet a Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê îro serê sibehê jî artêşa tirk bi çekên giran gundê Rebîat ê Zirganê topbaran kir. Li gorî heman çavkaniyê topebarana li dijî vê herêmê heta seata amadekirina vê nûçeyê jî didome.