19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Şande dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re got: “Bawerim şandeya me dê di nava vê hefteyê de bi birêz serokkomar re hevdîtinê bike.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna koma partiya xwe ya heftane pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, pirsa “Dê hevdîtina bi Erdogan re kengî were kirin?” wiha bersivand: “Bawerim şandeya me dê di nava vê hefteyê de bi birêz serokkomar re hevdîtinê bike. Erênî ye, dê baş bibe. Dê li Tirkiyeyê bibe wesîleya tiştên baş û xweşik. Em li bendê ne ku di nava hefteyê were kirin.”

Bakirhan, da zanîn ku têkildarî cihê hevdîtinê û dema wê agahî bi wan re nehatine parvekirin û li gorî gotinên Berdevkê AKPê Omer Çelîk şîrove dikin. Bakirhan, got: “Heta niha tu pêwendî nehatine danîn, em jî li bendê ne ku bên danîn.”