Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Bakirhan, di destpêka axaftina xwe de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku 8 sal berê li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin bi bîr anî.
Bakirhan, bal kişand ser civînên bi gel re hatine kirin û wiha got: “Mîna li her devera Tirkiyeyê, li Serhedê jî pirsgirêka sereke pirsgirêka aborî, civakî û bêkariyê ye. Di demeke ku kesên li qesrê di nava xweşiyê de, xelkê me yê Serhedê di nava bêkariyê de diqevize. Em dibînin bê ka ev îktîdar li bajarên kurdan cihêkariyeke çawa dike. Av nîne, ceyran nîne, binesazî nîne, tenduristî nîne. Gelek malbat hene ku nikarin dermanan peyda bikin, tedawî bibin û pêdiviyên jiyanî pêşwazî bikin. Di rewşeke wiha de yên ji Îsraîlê re dibêjin dewleta terorê, pê re bazirganiyê dikin û serwetê li serwetên xwe zêde dikin. Di vê rewşa kambax de 126 hezar esnafan îflas kirine.
Çavkanî ji bi baronên şer diçin
Rojane herî kêm 15 milyon lîre ji bo mesrefên qesrê tên xerckirin. Mitehitên bi yek îhaleyê dewlemend dibin, baronên faîz û şer hene. Mitehitên bi fonên xeyalî dewlemend dibin hene. Gelê me yê hêja, di vê bûdçeyê de ji bo kê çavkanî tên veqetandin? Ji bo Diyanetê ku dixwaze bîrdoziya xwe li ser civakê belav bike 91 milyon TL bûdçe hate veqetandin. Baronên şer hene ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê kûr dikin û 40 milyar dolaran diavêjin berîka xwe. Dev ji 2 trîlyonên ku diviyabû ji şîrketan bistandina berdan û keyfa sermayeyê anîn.
Heke ev bûdçeye rast bên bikaranîn, li şûna baronên şer dê bikarin ne 5 hezar TL lê 80 hezar TL îkramiye bidin teqawidiyan. Dikarin di carekê de 20 hezar astengdaran bigirin kar. Dikarin dibistan û nexweşxaneyên ji erdhejê bibandor bûn çêbikin.
Em ketin serdema xebatên kêmtirîn mûçeyê. Dê di 1’ê kanûnê de komîsyona kêmtirîn mûçeyê bicive. Me xebatên xwe kirin û li gorî HEDEP’ê divê kêmtirîn mûçe 25 hezar TL be. Divê ev mûçeye her meh bê sererastkirin. Werin em bi hev re vê qanûnê ji Meclisê derbas bikin.
Grevên birçîbûnê
Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd didome. Girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Daxwaza wan daxwazeke rewa ye. Mixabin tevî hemû şert û mercên giran jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û ev yek ji bo me peyam û dersekî mezin e. Ev grevên birçîbûnê, ji bo me tevan peyama mezinkirina têkoşînê ye. Xwedîderketina li daxwazên girtiyan û serkeftina çalakiyê peywira me tevan e. Ji bo bicihanîna vê peywirê jî divê em dengê xwe xurtir derxînin. Divê em tevek bi hev re polîtîkayên ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd mehkûm bikin.
Zextên li ser Meclisa Ciwanan a partiya me roj bi roj zêde dibin. Ji dînazmîzma ciwanan ditirsin. Hewl didin bi operasyonên rojane ciwanan bêzar bikin. Meclisa Ciwanan a partiya me dê di 24’ê kanûnê de kongreyê li dar bixe. Tevî her cureyên zextê jî em ê vê kongreyê pir xurt li dar bixin.
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî
Ev demekî dirêj e em xebatên rêveberiyên herêmî dikin. Me hemû amadekariyên xwe temam kirin. Êdî dema bi rê ketine û serkeftinê ye. Me serlêdanên bernamzetan dan destpêkirin. Êdî gelê me kê hilbijêre dê namzetên me bibin ew. Em ê bajarên xwe bi hev re birêvew bibin. Her kesên ku ji xwe bawer, yên pirsgirêkên gel ji xwe re dike derd, yên azadiya gel ji xwe re dikin armanc dikarin ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin.”