14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Mûşê tev li bernameya “Li dijî krîza çandiniyê em bi cotkaran re ne” bû. Civîn, li eywana konferandan a Şaredariya Mûşê hat lidarxistin. Gelek cotkar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Bakirhan, bal kişand ser pêvajoya nû û got ku ji bo serkeftina wê hesas tevdigerin. Bakirhan, got: “Her çend di dilê me de êş hebe, qeyûm bên tayînkıirin û bi hezaran hevalên me di girtîgehan de bin jî em dixwazin pêvajo pêş bikeve. Ji ber ku ev pêvajo dê girtîgehan vala bike. Ev pêvajo dê êşa di dilê me de sivik bike. Heke bi ser keve dê cotkarên me alîkariya ceyran û gubreyê bigirin. Dê budçeya Tirkiyeyê ji bo şer û pevçûnan neyê bikaranîn. Lewma ne pêvajoyeke di navbera DEM Partî û AKPê de ye, pêvajoyeke di navbera dewlet, hikûmet û 86 milyon welatiyan de ye ku dê xwişk-biratî û wekheviyê pêk bîne.”

Bakirhan, wiha domand: “Di demeke em hewl didin pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin û aştî û demokrasiyê cîbicî bikin de wekî her carê dîsa hin kes hene hewl didin tovê nîfaqê bireşînin. Hin kesên ji aştiyê aciz jî hene. Ev kes naxwazin ku êdî zarok jiyana xwe ji dest nedin û dayik negirîn. Dema em li ser firsenda dîrokî û aştiyê diaxivin de hin kes li ser Lozanê nîqaşan dikin û dibêjin ‘Dê dewlet dabeş bibe, dewlet têk çû, tune bû.’ Hewldaneke dewletê hildiweşîne, komarê tune dike nîne. Em dixwazin komara ku me bi hev re 100 sal berê ava kirî demokratîk bikin. Em dixwazin ev komar Kurdan nas bike, Kurdan weke hemwelatiyên wekhev bibîne û wisa nêz bibe. Em dixwazin alîkariya ji bo Sakarya, Adapazariyê tê kirin ji bo Mûşê û gundên wê jî were kirin. Lê hin kes ji rastiyan aciz dibin. Aştî û demokrasî pêşeroja vî welatî ye lê ev kes hewl didin vê hewldanê tune bikin.

 Ya ku li dijî wê derdikevin hiqûqa wekhevî û aştiyê ye

Em niha di qonaxeke ku çek bêdeng dibin û îxtîmala aştiyê derketî de ne. Yên ku di vê qonaxa pîroz de hewl didin şer gur bikin bila bizanin ku tişta li dijî wê derdikevin hiqûqa wekhevî û aştiyê ye. Hewl didin vê pêvajoya aştiyê têk bibin. Hewl didin bi rojevên çêker re hewldana aştiyê têk bibin. Em bi hev re Tirkiyeyeke her kes xwe tê de wekhev û azad hîs dike ava bikin. Sabotekirina hewldanên bo aştiyê, tê wateya ‘bila aştî nebe, bila mirov bimirin.’ Ma xelkê Mûşê bi vê rastiyê nizanin? Lê em bi van tiştên biçûk re dema xwe vala derbas nekin. Bala me li ser wê ye ku vê pêvajoyê bi ser bixin û vî welatî veguherînin welatekî demokratîk û dewleta hiqûqê. Lewma em ê bi sebrekî mezin vê têkoşîn û pêvajoyê bidomînin.

Em xeletiyên berê dubare nekin

Dinya dîsa diguhere. Ew kirasê yekperest û mezhebperest ê sed sal berê li gelên Rojhilata Navîn hatibû kirin, êdî ji bo gelan teng tê. Îktîdar diguherin, pergal diguherin. Şer û alozî heye. Tirkiye li kêleka vî şer û aloziyê ye. Lewma jî rêya xurtkirina Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û dubarenekirina xeletiyên berê ye.

Divê pergaleke ku li gorî ziman, çand û baweriya Kurdan guncav were avakirin. Heke em bikarin aştiyê pêk bînin, em ê wê demê bikarin çandiniyê, hilberînê, îstîhdamê, bereketê bînin vê xakê. Pêvajoya şer bi xwe re ji me tevan re birçîtî û xizanî anî. Bacên me ji bo çek, top û tifingan xerc kirin. Heke îro teqawid hefsî 12-14 hezar lîreyan hatibin kirin, sedema vê ev şer e. heke kesên mûçeyê kêmtirîn digirin nekarin heqê kirêya xaniyê xwe jî bidin, ev ji ber şer e. Deynê stûyê me tevane ku wan milyar dolarên ji bo şer tên xerckirin bixin xizmeta cotkar, kedkar, bindest û xizanan.”

Bal kişand ser pirsgirêkên cotkaran

Bakirhan, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên cotkar dijîn û ev tişt anî ziman: “Heke em îro goştî biha bixwin, sedema vê polîtîkayên îthalatê ne. Cotkar pere qezenc nakin lewma nikarin debara xwe bikin. Lewma terka gundê xwe dike. Dewlet, ji bo bi 4-5 sermayedaran bide qezenckirin, ji Brezîlya, Arjantînê angusan îxrac dike. Tirkiye ku welatê çandiniyê ye, 9 milyon tonên genimî ji derve îthal dike. Heke heta Ûkrayna ya di şer de jî genimî îxrac bike, divê em hinek bifikirin. Hikûmet bi guherandina wezîran hewl dide vê şaştiyê sererast bike. Ma we çend wezîr guherandin lê nekarîn pêşiya vê krîzê bigirin. Mesele ne wezîr in, mesele guherandina zîhniyetê ye. Mesele ne guherandina wezîran, mesele piştgirîdayîna cotkaran e. Mesele subvansekirina gubre, mazot û ceyranê ye.

Em ê aştiyê jî bînin û qedexeyên li ser deşt û çiyayên xwe jî rakin. Êdî li gundên me yên rengîn em ê li gel cotkarên dewlemend bi hev re di Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane de bijîn. Ew roj zêde dûr nînin. Em li vir bangî îktîdarê dikin; êdî dev ji van polîtîkayan berdin. Bi koçberkirina Kurdan, bi xizankirina wan û bi dûrxistina wan a ji xak û warê xwe, we karî heta vir bên. Xuyaye ku we ji van polîtîkayan encamek bi dest nexist. Wê demê bila îktîdar guh bide daxwazên gelê Mûşê. Ajalkarî heye, febrîqeya şîr xwemalî dikin. Xwedîkirina pez heye lê kombîneya goş tê girtin. Febrîqeya şekirê heye lê xwemalî dikin. Divê tu piştgiriyê bidî cotkaran ku bikarin berheman hilberînin. Ji derve îthal neke.

 Çekê ji destê wan derxînin bila şivantiyê bikin

Di sala 1990’ê de li Mûşê milyonek û 800 hezar pez hebû. Em di sala 2025’an de ne û niha nîviya wê jî nameye. Hûn çima pereyê ji bo top û tifingê vediqetînin ji bo çandinî û ajalvaniyê venaqetînin? Dev ji îthalkirinê berdin û piştgiriyê bidin cotkaran. Divê derzîkirin bêpere be, krediyên bi vadeyên dirêj bidin cotkaran. Derfetên di serdema AKP’ê de ji bo sermayedaran hatine avakirin divê ji bo cotkaran jî bên dayin. Cerdevan dê bêkar nemînin; çeka di destê wan de jê bistîne, çoyekî bide destê wan û bila li gund şivantiyê bike. Ev kar birûmettir e. Li şûna ku zextê li gundiyê xwe bike, li şûna çekê li dijî mirovên xwe rake, bila biçe ber pez.

 Dê mitîng bê lidarxistin

Divê kotaya ser silqê teqez were rakirin. Em soz didin ku ji bo vê em ê mitîngeke mezin lidar bixin. Tekane rojeva me dê bibe ev. Li şûna ku ji Amerîkayê çekan îthal bikî, li şûna ku pereyan bişînî fîrmayên mezin ên li wê derê, bihêlin bila cotkarên biçûk ên Mûşê hilberînin. Ji bo ku febrîqeyên mîna febrîqeya şekirê hatine xwemalîkirin dîsa bên vekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”