Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan û heyeta pê re li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bi nûnerên rexistinên sivîl ên Amedê re civîya. Ewil Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axaftinek kurd kir û piştre Tuncer Bakirhan axivî.
Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ranebe dê azadiyeke mayînde pêk neyê û wiha got: “Em li gelek bajarên Kurdistanê geriyan. Tevan ji me re gotin ‘Em dikarin bê dewlet jî piştgiriyê bidin hev.’ Em bi gelek hevalên xwe yên bi nirx re hatin gel hev û gelek nîqaşên girîng di nava me de derbas bûn. Li ser vê erdnîgariyê sed salin şerê hebûn tunebûnê li welatê me tê dayîn. Em weke partî li dijî êrîşên dewletan in. Ji ber ku em doza nasnameya azad dikin. Lê me weke terorîst dibînin. Li gelek deverên cihanê şer tên heye. Em dixwazin rê li pêş şer bigirin. Li ser erdnîgariya me jî şer heye. Rola birêz Ocalan ji bo azadiya gelan girîng e. Hewceye ku bi awayekî mayinde tecrîd bi dawî bibe.”
Bakirhan pirsa rojnameya me ya der barê “Meşa Azadiyê” de bersivand û got: “Weke partî em ê jî tev li meşê bibin. Ez ê jî ji Amedê tev li meşê bibim.”