Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand.
Bakirhan bi şewata li sînorê bajarê Amedê û Mêrdînê qewimî dest bi axaftina xwe kir û şewatê wek “felaketek mezin” bi nav kir. Bakirhan bi bîr xist ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek mirov birîndar bûne, bi hezaran heywan-ajal û zindî mirin e û birîndar bûne û wiha got: “Li herêmê belaya DEDAŞ’ê heye. A rast ev yek gelek caran hatiye ziman. DEDAŞ li herêmê wek DEHAQ tê zanîn. Kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje DEHAQ. Çav berdaeye nan, xwarin, kar û barên xelkê û desteser dike. Bepirsiyarê sereke yê vê felakete DEDAŞ e. Bawer bikin dema em çûn, em şaş û metel man. Cotkar nikarin heqê fatûreyên xwe bidin. DEDAŞ jî radibe îcrayê ji wan re dişîne û li zeviyan mal û milkên wan desteser dike. DEDAŞ dîrekên 50 salî yên êzind neguherandiye. Ev nêzî 50 sal in li bajarê kurdan tu razemeniyê nekiriye û ti pere xerc nekiriye. Hin bêtir xwestiye li ser kara xwe karê xwe zêde bike û çav berdaye berîka xelkê.”
‘Ha DEDAŞ ha qeyûm wek hev in’
Bakirhan destnîşan kir ku DEDAŞ ku xizmetê ji bo gel nake li serê gelê Kurdistanê bûye saziyek xerab û belayê û wiha got: “Zîhniyeta DEDAŞ’ê û qeyûmên tên tayînkirin eynî ye. Ji ber ku Kurdistanê wek mêtingeriya aborî û siyasî dibînin, bi heman ferasetê nêz dibin. Ranta xwe bi dest bixe lê xizmetê hilneberîne. Ne tenê îktidar hiqûqa du alî nîşanî kurdan dide, çi şirketên li Kurdistanê hene jî hiqûqa du alî li ser kurdan dikin. Şirket jî bi nêzîkatiya îktidarê nêzî gel dibin. Dema me xwe gundên şewatê, mirov feryadê û hawarê dikin. Bi sedan mirov li herêmê girêdayî tûpên oksîjenê ne. Ev di raporan de jî hat tespîtkirin. Bi yek carê li cihê ku girêdayî tûpên oksîjenê ne ceyran tê birîn. Carna bi saetan û carna jî bi rojan ceyran nayê berdan. Heke ev ne zilm be lê gelo çi ye? Dema em dibêjin zilma DEDAŞ’ê hinek jî radibin xwedî li DEDAŞ’ê derdikevin. Em ji vê feraseta wan fam nakin.”
Helîkopter tune ne
Mixabin dema lorîk, zêmar dibin bi kurdî kes naxwaze vî dengî bibihîze. Heta me dît ku hin kesên dixwestin bireqisin hebûn. Me kesên ku nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtine dîtin. Dema ku mijar şewitandina mala kurdan be helîkopterên wan ji bo mudaxileyê tune ne û rêveberên vî welatî çavên xwe lê girtin û guhê xwe xetimandin. Tu amûrek ku wê mudaxileyî şewatê bike li bajarên kurdan tune ne. Ew amûr li cihekî din xizmetê dikin. Çimkî yên ku dişewitin kurd in. Lê li herêmê tiştek din heye. Dema tu serê xwe radikî, sê çar kes tên cem hev, li ser serê wan axir dewrana ÎHA, SÎHA, F-16’an û helîkoptêran e. Yanî ji bo ku zilmê bikin hemû amûrên esmanî bikar tînin. Bifikirin şewatek mezin derdikeve helîkopterên bi şev pêşiya xwe bibînin û mudaxile bike tune ye.
Serokkomarê vî welatî li şewatê temaşe kir
Bivê nevê divê herêma şewatê wek ‘herêma şewatê’ were ragihandin. Hevalên hêja faleketek wisa mezin diqewime, lê serokkomarê vî welatî heta niha tu gotinekê nekiriye. 15 welatiyên vî welatî canê xwe ji dest dan, bi dehan welatî li nexweşxaneyan in, mal û milkê mirovan şewitî ye, bune bûye, faleketek cidî heye. Hema bêje dûmana cihê şewatê ji Riha û Dîlokê tê dîtin lê serokkomarê vî welatî bêdeng maye û temaşeyî şewatê kiriye. Lîderên gelek partiyan jî bêdeng man. Belê bi zanebûn tiştek nabêjin. Ji ber ku yên dişewitin kurd in û erd û debra wan dişewite dengê xwe nakin. Jixwe hûn dijminatiya mirovan dikin qet nebe dijminatiya debr û zeviyên kurdan nekin. Hinek xwedî wîjdan bin. Bila ji vê kêliyê şûn ve kes nebêje ‘em çûne wir û me lêkolînan kiriye’. Bila edebiyata xwişk û biratiyê nekin. Ev xwişk û biratiyek çawa ye me hemûyan baş dît û dizanin. Xwişk û biratî di şewata li Mêrdîn-Amedê de baş hat dîtin û li gorî min ji holê rabûye.
Dewlet tune ye em hene
Em ê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve, b, şaredariyên xwe ve li dijî vê dijminatî û nijadperestiyê rabin, têkoşîna xwe berfireh bikin. Dewlet li herêma şewatê nebû. Em li wir bûn û em ê xwe bi xwe birînên gelê xwe bipêçin û derman bikin.
Berpirsiyar AKP-MHP ye
Binêrin ji ber vê zilma ku li me dikin, Tirkiyeyê xistine nava hejarî, feqîriyê. Tenê berpirsiyarek vê feqîriyê heye, ew jî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe ye. 22 sal in nediwestin û ne şerm dikin, her roj dibêjin ‘wê aborî baş bibe’. Niha jî em televîzyonên xwe vekin wê bêjin ‘aborî baş dibe’. Ev 22 sal in heke we vê aboriyê baş nekiribe, ji şûn ve hûnê nikaribin. Qet nebe li xwe mikûr werin û xwe rexne bikin, bêjin me nekaribû. Qet nebe bila mirov hinek ji we bawer bikin.
Asayîbûn jî nermbûn jî tune ye
Her wiha meseleyek din heye. Ev demeke em lê temaşe dikin û dixwazin jê fam bikin. A rast li vî welatî ne asayîbûn û ne jî nerm bûn heye. Tişta ku we jê re got asayîbûn me di Doza Kobanê ya Kumpasê de cezayên ku hatin birîn dît. Jixwe asayîbûnê şirîkê we yê biçûk red kir. Hûn li pey çi ne? Wextê me ku em ê li van çîrokên we temaşe û guhdar bikin nîne. Bêyî ku saniyeyek wext winda bibe, hewcedariya me bi azadî û demokrasiyê heye. Ji bo vê yekê jî hewcedariya me bi t têkoşînek hevpar heye. Di heman demê de ev jî ji bo her kesî banga me ye. Kes ji me mîna berê wê rê û destûrê nede qeyûm û meyûmên we. Viya baş binivisînin. Bedela wê çi dibe bila bibe, em ê şaredariyên xwe biparêzin. Em ê her kesên ku li ber vê zilmê û zordestiyê radibin, biparêzin.
‘Meşa rêzgirtina îradeyê’
Em ê nesekinin. Di rojên pêşiya me de, bi dû mitîngê re em ê ji serê din ê Tirkiyeyê ber bi Colemêrgê ve ‘Meşa Rêzgirtina Îradeyê’ li dar bixin. Ew rêzê ji me re nagirin û dengê me jî nabihîzin. Em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo ji îradeya gelê Colemêrgê, gelê kurd re rêz were girtin, qîr bikin û bimeşin. Lewma em ê biçin Colemêrgê. Heta ku em rejîm û mêtingeriya qeyûmên îfaskirî ji Colemêrgê û Kurdistanê biqewirînin û bişînin, wê têkoşîna me bidome. Ez gazî hemû aliyan dikim ku xwedî li têkoşîna me derkevin. Me gelek caran got û em dîsa dubare dikin, şaredariyên me rih û xeta me ne. Em ê nehêlin ku van rihên me desteser bike. Bila her kes viya baş bizanibe. Em ê van rihên xwe nedin destê qeyûman û şebekeyên rantxwir. Şaredarî yên gel in, wê her ên gel bimînin. Heke hûn wisa bi xwe bawer in em sindoqan deynin û çi encam jê derkevin em rêzê jê re bigirin.
Aliyekî me bi şewatan, nijadperestiyê re têdikoşe û aliyekî me din jî di nav vê feqirî û belengaziyê de xwe li ser lingan digire. Ji bo em ji vê pergala mêtinger a tarî û zîhniyeta cihêkar a nijadperest rizgar bibin, ji bilî hevhembêzkirinê û mildayîna hev tu şansek me yê din tune ye. Dema em dest bidin destê hev û rabin ser xwe bawer bikin em ê dawî li vê pergalê bînin û wê serkeftin bibe ya me.”