6 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bahoza li Karîbê: Herî kêm 50 kes mirin

Bahoza Melissa ya li Karîbê, li Haîtî û Jamaîkayê bû sedema mirina herî kêm 50 welatiyî û zirarên mezin.

Karîb, li hemberî Bahoza Melissa ya ji destpêka hefteyê heya niha berdewam dike, li ber xwe dide. Li Haîtî û Jamaîkayê herî kêm 50 welatiyî jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî winda ne. Xanî hilweşiyan, tax di bin avê de mane û kanalên ragihandinê qut bûne. Li gorî Navenda Bahozê ya Neteweyî ya Emerîkayê (NHC) bandora bahozê ya li ser Atlantîka Bakur kêm dibe lê belê li Kuba, Haîtî, Jamaîka û Komara Domînikê rîska lehiyê zêde ye.

Hikûmeta Jamaîkayê da zanîn ku herî kêm 19 welatiyên wê jiyana xwe ji dest dane û hate ragihandin ku binesaziya welêt zirareke mezin dîtiye. Li Haîtiyê jî ji ber barînên zêde 30 kesî jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî winda bûne. Li Kubayê jî zêdetirî 735 hezar welatî hatine veguhestin û piraniya torên ragihandin û hatûçûyê qut bûne.

Li aliyê din civaka navneteweyî alikariyeke zêde li herêmê dike. DYAyê ji Jamaîka, Bahama, Haîtî û Komara Domînîkê re ekîbên rizgarkirinê şandin. Venezûelayê ji Kubayê 26 hezar ton alîkariya mirovî şand. El Salvadorê ji Jamaîkayê re 300 erkdarên rizgariyê û 50 ton alîkarî şand. Fransa û Keyaniya Yekbûyî jî dan zanîn ku ew ê alîkariya lezgîn û piştevaniya fînansî bidin.

Li gorî pisporan faktora sereke ya bandora bahozê zêde dike, guherîna avûhewayê ye. Pispor diyar dikin ku li gel germbûna rûberê okyanûsan bahozên mezin zêdetir radibin.